Ji gellême û raya giştî re!
Di pêvajoya agirbestê de ku bi daxuyaniya Rêber Apo ku di Newroza 2013’an de ketibû rojevê, li gel hemû niyeta rast a ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi rêya diyalogê û muzekereyê ku ji hêla Rêbertîya me û Tevgera me ya Azadiya Kurdistanê ve hatibû nîşandan jî, rejîma AKP’ê berpirsyariya xwe bi cih neaniye û bi pêla êrîşan a 24’ê Tîrmeha 2015’an dayî destpêkirin, di pirsgirêka Kurd de pêvajoyek nû ya bi şer day destpêkirin
Dewleta AKP’ê ya faşîst û mêtinger ku li ser hîmê plana têkşkandinê bi ser Tevgera me, gelê me û Rêbertiya me şerekî giştî dayî destpêkirin, hemû derfetên teknolojîk ên di destê xwe de bi kar anîn û xwestine ku derbeke li tevgera me bixe û wê beralî bike.
Lê belê bersivên gerîla yên li hemberî van êrîşan ya di nav çarçoveya Şerê Şoreşgerî yê Gel de û berxwedana ku hatî meşandin, hemû armancên dewleta AKP’ê têk şikandin û derbên giran li pergala AKP’ê xistin. Li gel vê, li ser zemîna daxwaza xweseriya demokratîk a gelê me, berxwedana ciwanan a ku li bajaran nîşan dayî, di berxwedana Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de rûpelekî nû da vekirin, pergala mêtinger xitimandiye û neçar kiriye. Ev pêvajoya berxwedanê ya ku li Sûr, Cizîr, Hezex, Gever, Şirnex û Nisêbîn’ê, bi helwesta mezin a dîrokî hatî nîşandan, îro li Wan, Sêrt’ê berfirehtir dibe û bi pêşentiya YPS’ê li bajar û deştan berdewam dike.
Bi vê wateyê, di pêvajoya têkoşînê ya yek salî de, dewleta faşîst a AKP’ê negihaştiye ti armanca xwe, li hemberî berxwedana gerîla ya li çiyê û berxwedana li bajêr neçar maye. Wekî encama vê li hemberî berxwedana ku li bajarên Kurdistanê hatî nîşandan, bi awayekî bêperwa berê xwe daye Sûr, Cizîr, Hezex, Gever, Şirnex û Nisêbîn’ê û bajar bi beşekî mezin li gel ku kavil kirin jî, nikarîbû bikeve pêşiya berxwedana ku gelê me nîşan dayî. Li hemberî performansa ku gerîlayên me û Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) nîşan dayî plana Têkşikînê ya dewleta faşîst a AKP’ê têk şikiyaye lê bi şerekî psîkolojîk ê asta bilind propandaya wê kiriye ku hêzên me 8 hezar windahî dane, bi vê derewa mezin xwestiya têkçûna xwe weke serkeftinê nîşan bide.
Bîlançoya rasteqîn a şerê di navbera 24’ê Tîrmeha 2015’an û 23’yê Tîrmeha 2016’an de, ji bo ku şer bi zelalî were fêhmkirin daneyên girîng bi dest me ve tîne. Li ser vê bingehê em bawer dikin ku rastî wê bi balkêşiya xwe derkevin holê û bîlançoya yek salê ya HPG’ê bi raya geştî re parve dikin.
Operasyonên bejahî yên artêşa Tirk: 356
Êrîşên hewayî (balafir): 658
Êrîşên helîkoptêran: 147
Êrîşên hawan,tang û obusan: 1649
Keşfa hewayî: 671
Tevgerên hewayî (balafir,helîkoptêr) 344
Şerê qewimîn: 110
Çalakiyên ku hêzên me pêk anîn: 1199
Hêjmara dijminên ku hatine kuştin(polês, leşker) : 2982
Hêjmara leşkerên payeberz ên hatine kuştin: 36
Hêjmara birîndarên dijmin: 1146
Hêjmara dijminên (polês, leşker)hatine desteserkirin: 13
wesayîtên ku hatin rûxandin: 184
Tangên ku hatine rûxandin: 15
Wesayitên zirxî ên derb xwarin: 175
Helîkopterên Kobra ên hatine xistin: 4
Kobra û Skorsky ên hatine derbkirin: 44
Wesayitên hatine şewitandin, ku karê dijmin dikirin: 202
Stsyona bazê yên ku hatine rûxandin: 110
Gerîlayên me yên şehîd: 435
Gerîlayên me yên hatine dîlgiritin: 16
26.07.2016
FERMANDARİYA BİRYARGEHA NAVENDÎ YA PARASTİNA GEL
