ji gelê me û raya giştî re!
Pêvajoya ku Rêber Apo di 21'ê Adara 2013'an de bi deklarasyoneke dîrokî ragihand, ji aliyê esasî ve demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, çareseriya bingehîn a pirsgirêka Kurd û destpêkirina pêvajoyeke nû-aştiyane li Rojhilata Navîn a bi perspektîfa Neteweya Demokratîk dikir hedef. Lê belê tevî ku hikûmetê soz da, ji bo rêveçûna pêvajoyê guhertinên qanûnî û destûra bingehîn ên pêwîst nekir, lê kete nava amadekariyên şerekî berfireh. Qanûna Ewlekariya Hundir a dixwaze derxîne jî weke parçeyek ji vê amadekariya şer dixwaze derxîne. Ji ber ku hikûmeta AKP'ê gavên ji bo çareserî û demokratîkbûyînê neavêtiye, pratîkeke berevajî nîşan daye, pêvajo mîna rojên destpêkê bêyî bi pêş ve biçe hatiye roja îro. Dewamiya pêvajoyê heta roja îro bi saya vîn, hewldanên Rêber Apo û helwesta bi berpirsyarî ya tevgera me bûye. Ev pêvajo îro di nuqteyeke krîtîk de ye û li ber rewşeke xetimandinê ye. Sedema vê yekê jî ew e, ku AKP'ê heta niha ti gaveke pratîkî neavêtiye, li şûna vê bi demagojî û mijûlkirinê re hewl dide nîşanî civakê bide ku vaye tiştekî dike.
Li gel vê yekê, di van rojên krîtîk de bi awayekî balkêş ev 3 roj in, li xeta sînor a Qilabanê, hêzên artêşa Tirk bi top û tankan mewziyên hêzên gerîlayên me yên li qada Heftanînê bombebaran dike. Her çend pêvajo xetimî be jî, xwedî kêmasî ve jî di vê pêvajoya ku bêçalakîtî dewam dike de helwesta êrîşkar a artêşa Tirk a li Qilabanê, hewldanên ji bo bidawîkirina pêvajoya bêçalakîtiyê ye. Tê zanîn ku artêşa Tirk heta niha bi çêkirina qereqol û bendavan re car caran yekser dest li şertên bêçalakîtiyê wer dida. Lê belê di vê rewşa aloz a ku xetimandin heye de, ev helwesta artêşa Tirk balkêş e. Ji ber ku tevî ku li holê liv û tevgera gerîla nîne, bi awayekî yekalî artêşa Tirk bi çekên giran êrîşî mewziyên gerîla dike. Bi vê yekê re zorê dide gerîla ku bersivê bide û ev yek jî ferzkirina destpêkirina pêvajoyeke nû ye.
Li gel vê yekê, ji qereqolên Museka û Bêrox ên li Şemzînanê, hem mewziyên gerîla tên bombebarandin hem jî leşker hewl didin ji 2 baskan ve derkeve herêmê, xwe bigihînin hedefan. Ev hemû, di van rojên ku rewşeke xetimandî di pêvajoyê de ye, tê wateya hewldanên cidî yên ji bo bidawîkirina rewşa bêçalakîtiyê. Di her şert û mercî de hêzên me wê di çarçoveya parastina rewa de bersivê bidin êrîşan. Ev yek jî nîşan dide ku pevçûneke nav lê nehatiye kirin destpê kiriye û diyar e ku ev yek; ji bo ji holê rakirina pêvajoya bêçalakîtiyê, namzet e.
Em dixwazin haya gelê me û raya giştî ji rewşê hebe.
26 Sibat 2015
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel
