HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re!

Weke ku di daxuyaniyên me yên rojane de jî em didin, dewleta Tirk van rojên dawî êrîşên hewayî yên bi ser qadên ku ji cografyaya Başûrê Kurdistanê têne hesêbê, zêde kirine. Van 2 rojên dawî balafirên şer ên Tirk ne tenê qadên gerîla, qadên ku jiyana sivîl lê heye, mirovên sivîl tim lê dimînin, masiyan digirin û li bax, baxçeyên xwe dixebitin, bi zanebûn dikine hedef. Di encama vê de 10 mirovên me yên welatparêz şehîd bûne.

Dewleta Tirk ji ber referandûmê ji bo ku gefê li Hikûmeta Başûrê Kurdistanê bixwe û wê peyama, ‘’heke hûn guh nedin min ez ê wiha bikm’ bide, bi vî rengî mirovên me yên sivîl kuştine.

Divê her kes wiha bizanibe, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, li dijî ti êrîşa mêtingeriya Tirk a bi ser gelê Kurdistanê de û li dijî yek êrîşa ku wê bike wê bêdeng nemîne, wê gelê me û destkeftiyên wê biparêze, ji êrîşkaran wê hesabê hewce bipirse, xwîna mirovên me yên welatparêz wê li erdê nemîne.

Em êrîşa bi ser gelê me de ya li ser kar û barê xwe, ya bi mebesta ku armancên xwe yên gemarî pêk bînin û bi zanebûn bi rêbazên dijî mirovane dikin bi tundî şermezar dikin; em sersaxiyê didine malbatên mirovên me yên welatparêz ku di vê êrîşa nemerdî de jiyana xwe ji dest dane, serê hemû gelê me yê Şêladizê û gelê Başûrê Kurdistanê sax be.

 

22/9/2017

 

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina  Gel