Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
Têkoşîna ku tevgera me û gelê me li ser bingeha îdeolojiya azadiyê ya Rêber Apo dimeşîne, hatiye qonaxeke nû. Yek ji xeleqa herî girîng a şoreşa civakî jî geşbûna xeta jina azad û xurtbûna wê ye. Têkoşîna azadiyê ya jinan a li Kurdistanê bandora xwe li ser jinên Rojhilata Navîn çêkiriye û firsendên dîrokî derxistiye holê.
Ev serkeftin bi saya şehîdên me yên qehreman pêk hatiye yên ku bawerî bi serfiraziyê anîne û berê xwe dane çiyayên Kurdistanê. Dewleta Tirk a faşîst li hemberî vê têkçûna xwe êrîşên cihê dike û hewl dide xwe ji têkçûnê rizgar bike.
Dewleta Tirk a faşîst di sala 2018’an de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşek pêk aniye û di vê êrîşê de hevala me Armanc Goşkar şehîd bûye. Em rêheval Armanc Goşkar bi hurmet bi bîr tînin a ku Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê bû û endama Konseya Fermandariyê ya HPG û YJA-STAR’ê bû.
Nasnameya rêhevala me Armanc wisa ye:
![]() |
Nasnav: Armanc Goşkar Nav û paşnav: Sûna Kizilkaya Cihê jidayîkbûnê: Mûş Navê dê û bav: Nazîfe-Huseyîn Cih û dîroka şehadetê: 3’ê Tîrmeha 2018’an/Herêmên Parastinê yên Medyayê |
Armanc – Suna Kızılkaya
Rêheval Armanc Goşkar li Kurdistanê wekî zaroka malbateke welatparêz hatiye dinyayê. Rêheval Armanc ji roja ku Rêbertî û têkoşîn nas kiriye, li metropolan di nav xebatên ciwanan de xebitiye. Rêheval Armanc qîma xwe bi van xebatan neaniye û berê xwe daye çiyayên Kurdistanê û bi giyanê xwe yê serhildêr bûye xwediya meşeke şoreşger ya serkeftî.
Dema ku nû tevlî têkoşînê bûye ji perwerdehiya Rêbertî derbas bûye û bûye yek ji wan hevalan ku ên ku Rêberî misyonek daye wê. Bi danheviya xwe ya îdeolojîk, tecrubeya rêxistinî, kesayetiya şervanî û fermandariya serfiraziyê re li hemû qadên têkoşînê bûye xwediya tevlêbûneke xurt. Rêheval Armanc Goşkar li çiyayên Kurdistanê bi bîr û baweriyeke mezin têkoşîna gerîla daye meşandin. Têkoşîna wê ya gerîlatiyê ya ku li Zagrosan dest pê kiribû, peywirên fermandariya Qada Botan û Zagrosê jî domandiye.
Rêheval Armanc bi qasî ku fermandareke gerîla bûye, di heman demê de jî bi kûrahiya xwe ya wêjeyî jî derketiye pêş. Rêheval Armanc di xebatên çapemenî û weşan ên tevgera me de berpirsyariyên mezin pêk aniye. Li Ewropayê hate Botanê di gelek qadan de xebitiye. Di kesayetiya xwe de kûrahiya îdeolojîk, di jiyana xwe de ked û di têkoşîna xwe de jî serkeftin temsîl kiriye û ji bo hemû rêhevalên xwe bûye mînak. Rêheval Armanc yek ji pêşenga tevgera jinê ye û di heman demê de yek ji fermandara pêşeng a Artêşa Jinên Azad a Kurdistanê ye.
Ji ber vê şehadetê malbata Kizilkaya di serî de em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin em sozê didin ku di şexsê rêheval Armanc Goşkar de em ê alaya azadiyê bigihînin serfiraziyê û xeyalê jiyana azad ên bi Rêber Apo re pêk bînin.
17’ê Çileya 2019
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel

