Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, di 23’ê Nîsanê de li dijî hêzên dijmin ên li Girê Şehîd Derman a Gevere Colemêgê çalakiyeke serkeftî hatiye lidarxistin.
Di vê çalakiyê de hêzên we wekî birûskê ketine nav çeper û kozikên dijmin û dijmin şaş bûye. Hêzên we bi tarzeke serkeftî çûye ser dijmin, çekên li ser dijmin rakiriye , bi sax û selametî vegeriyaye baregehên xwe. Dijmin jî ji ber vê derba xedar dev ji kozik û çeperên xwe berdaye û reviyaye.
Em hemû fermandar û şervanên di vê çalakiya serkeftî de ya li ser xeta modern a gerîlatîya serdema nû pîroz dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin.
Li ser vî esasî em careke din hêzên we û hemû hêzên li eyaletê silav dikin û serkeftinê ji we re dixwazin.
25'ê Nîsanê 2020
Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel
