Ji Çapemenî û Rayagiştî Rê
Çalakiya roja 10’ê Cotmehê ya ku ji aliyê hêzên eyaleta we ve li dijî hêzên dagirker ên li Qereqola Gêman a herêma Çelê ya li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke serketî û li gorî rûhê demê û bi taktîkê ye.
Li vir rûxandina 2 wesayîtên zirxî yên dijmin û hedefkirina hêzên dijmin ên li derdora qereqolê encam girtiye.
Ji ber vê çalakiya bi serketî fermandariya we û di şexsê we de yekîneya me ya ev çalakî pêk anîn û hemû hêzên eyaletê pîroz dikin. Bi hêviya ku ev performansa we bigihêje astekî bi bandor Ji ber vê sedemê jî em we pîroz dikin û hemû hêzên li qadê bi hezkirin û hurmet silav dikin û hêviya serkeftinên mezin dikin.
13’ê Cotmehê 2018
Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel
