Hevalên hêja
30’ê Tîrmehê li hemberî qereqola Amûtka ya navçeya Hozatê ya Dêrsîmê hêzên we çalakiyeke serkeftî li dar xistibû.
Di vê çalakiyê de dagirkerek hatibû cezakirin û wesayîta leşkerî hatibû derbkirin. Qereqola Amûtka ya ku di sala 1936’an de ji bo qirkirina gelê me yê Dersîmê hatiye avakirin û bûye sersebebê qetilkirina gelek Kurdên bêguneh, çalakiyeke bi vî awayî li dar xistin xwedî wateyeke dîrokî ye û ji bo dagirkeran peyameke di cih de ye.
Her wiha cardin li navçeya Hozata Dersîmê, di 5’ê Tebaxê de hêzên YJA Starê yekîneyeke dagirkeran xistibû bin kontrolê û çalakiyeke serkeftî li dar xistibû. Di vê çalakiya koordîneyî de herî kêm dagirkerek hatibû cezakirin û dagirkerên dîtir jî hatibûn derbkirin. Ev çalakiya ku ji bo bîranîna fermandarên nemir ên herêma Dêrsîmê rêheval Zîn Koçer û Yilmaz Dersîm hatibû lidarxistin jî, gelekî watedar û di cih de ye. Bi van çalakiyan cardin hatiye nîşandan ku wê agirê berxwedan û serhildana şoreşa Kurdistanê tu carî li lûtkeyên Dersîmê netefe û heya serkeftinê her roj gur û geştir be.
Roja 6’ê Tebaxê li Eyaleta Botanê, derdora gundê Şaminis ê girêdayî navçeya Şaxê ya Wanê, hêzên YJA Starê rêze çalakiyên serkeftî pêk anîn. Di vê çalakiyê de hem bi rêbaza sabotajê derb li teknîka dagirkeran hat xistin, hem dijmin kişand eraziyê û xist bin kontrolê, hem jî dagirker careke din hatin hedefkirin. Di encama vê rêze çalakiya ku ji bo silavkirina Pêngava 15’ê Tebaxê hatibû lidarxistin de 10 dagirker hatibûn cezakirin. Bi Pêngava Egîdên Botanê hatiye raberkirin ku wê li Eyaleta Botanê, di xeta fermandarê mezin û nemir rêheval Egîd (Mahsum Korkmaz) de têkoşîna gerîla heya serketinê bêrawestan berdewam bike.
Hevalên hêja;
Di vê pêvajoya Cejna Vejînê de, çalakiyên ji bo bîranîn û tolhildana şehîdan li eyaletên Bakurê Kurdistanê tên lidarxistin gelekî girîng in. Plansazî û pêkanîna van çalakiyên ku ji aliyê hêzên YJA Starê ve hatine lidarxistin, rol û pêşengtiya jina Kurd a di têkoşîna azadiya Kurdistanê de careke din nîşan daye. Ev çalakiyên encamgir, taktîkên serkeftî bi hev re pêkanîn û derbên giran li dagirkeran xistin di heman demê de nîşaneya ast û performansa gerîlatiya dema nû ye jî. Em bawer dikin ku, wê xeta gerîlatiya dema nû hîn zêde bikeve meriyetê û di meşa ber bi serfiraziyê de serkeftinên hîn mezintir bi dest bixe.
Em hevalên ku tevlî van çalakiyan bûne, tê de ked dane û tevahî şervan û fermandarên eyaleta Dêrsîm û Botanê pîroz dikin. Bi vê bîr û baweriyê hemû hevalan silav dikin û serkeftinê dixwazin.
9’ê Tebaxê 2021
Fermandariya Bîryargeha Navenda Parastina Gel
