HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me yî welatparêz û rayagiştî re!

5. Konferansa me ya HPG’ê leqayî salvegera 25’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê hat û bi beşdariya 150 delegeyî di navbera rojên 11-24’ê tebaxê de li dar ket.

HPG, wekî bersiva 25’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê, bi pêkanîna 5’emîn konferansa xwe bersivek da. Çawa ku Pêngava 15’ê Tebaxê dawî li rastiya kurdên kole û tunebûnê anî û pê re jî kurdê xwedî îdeaya azad, xwedî vîn û xwedî pêşeroj derxist holê, 5’emîn konferansa me jî li gorî vê destpêka mezin û li gorî vê çalakbûnê, li gorî vê mezinbûnê bû çalakiyeke mezin a rêxistinî. Di 5’emîn konferansa me de rihê berxwedanî, azadî û têkoşîna mezin a Pêngava 15’ê Tebaxê ya dîrokî hakim bû û rasteqînî û xeta fermandarên me yên mezin, ya Egîdan, Bêrîtanan, Zîlanan ku vê pêngavê afirandine, di 5’emîn konferansa me de jî bûn rasteqînî û xet.  Dîsa di 5’emîn konferansa me de, salvegera şeşemîn a şehadeta rêheval Erdal (Engîn Sîncer) ku di têkoşîna me de ciyek wî yî girîng heye û di têkoşîna me de piştgiriyeke wî ya mezin çêbûye û di salvegera duyemîn a şehadeta hevala Roza û Delîla ku bûn temsîla cewher û rastiya xeta milîtantiya fedayî ya YJA STAR’ê û di şexsê wan de hemû şehîdên Pêngava 1’ê Hezîranê, di rastiya konferansa me de bi rêzdarî hatin bibîranîn. Konferansa me ji bona ku bîranînên wan bi serkeftî di pratîkê de pêk bîne, biryarîbûnek û zelalbûnek pêk anî. Rasteqîniya 5’emîn Konferansa HPG’ê, bû rasteqîniya jiyanîkirina bîranîna ev şehîdên me yên mezin. Me careke din ji gelê kurd û ji rayagiştî re bi temamkirina 5’emîn konferansa xwe îlan kir ku, rihê berxwedaniya mezin û têkoşînê ya 15’ê Tebaxê dijî.

5’emîn Konferansa me ya HPG’ê bi şiyara “Ji nû ve avakirina HPG’ê û Azadiya Rêber Apo” li dar ket û di koneransê de têkoşîna me ya du salan a di bingeha xeta parastina rewa de bi berfirehî hate nirxandin û nîqaş bi pêş ketin û di hedefên me yên sereke yên wekî pêkanîna azadiya Rêber Apo û azadiya gelê kurd, biryarên dîrokî hatin sendin. Konferansa me, careke din danî holê ku em xwedî wê îdea û hêzê ne ku, em ê bikaribin di têkoşînê de gavên mezin bavêjin û bi rojevên nirxandina rewşa leşkerî û siyasî re, peywirên xwe tespît kirin.

Di vê bingehê de, di seranserî salên 2007 û 2008’an de bi arastebûn û operasyonan hewl dan Tevgera Azadiya Kurd tune û tesfiye bikin û hedef kirin ku hêza gerîla ku vîna azad a gelê kurd de tune bikin. Di bingeha vê konsepta tunekirin û tesfiyekirinê de li hember hêzên gerîlayên me her cure êrîş li dar ketine û ji bona ku ji van encam bên girtin jî ketine nava hewldanên mezin. Artêşa TC’ê bi vê armancê di sala 2007’an de berê xwe daye sehaya me ya bakur û hewl daye encaman bi dest bixe. Bes ji ber rêxistinbûna me ya rêxistinî û leşkerî û pêşdîtinên me yên ji bona rojên pêş û ji ber di warê felsefîk û îdeolojîk de di sedsala 21’ê de sîstema me li hember sîstema dinyayê alternatîfîk e, ev jî kir ku em konsept û planên li ser tevgera azadiyê bibînin, bersivek bidine û li gorî wê sekna xwe diyar bikin. Di vê bingehê de bi armanca plan û konseptên hikûmeta tirk û artêşa wê vala derxînin û arastebûnên wan bişkînin, di sala 2007’an de li Gabarê ku warê egîdan e, di pêşengiya şervanê fermandar Egîd de, fermandarê me yî mezin û lehengê nemir hevalê Adil de, bi çalakiya Gabarê re berxwedanî bi pêş ketiye û ev konsept bi vî awayî, bi vê bersivdayîna yekem re vala hatiye derxistin. Ji hêla hêzên me yên HPG’ê ve li hember planên tunekirin û tesfiyekirinê bi çalakiyên mîna yên Gabar û Tezvanê bersiv hate dayîn û li sehaya me ya başûr jî di nav de li tevahiya sehayên dîtir jî li hember êrîşan bi berxwedaniyeke bi heybet û çelengî bersiv hatiye dayîn. Serkeftina ku Berxwedaniya Zapê afirand, hêviya tunekirin û tesfiyekirinê û bendewariya mêtîngeran şikand û ev sekna serfirazî û serkeftinî, di serî de moreleke mezin da gelê kurd û hemû gelên bindest. Gerîlayê HPG’ê careke din da nîşandan ku, wê tu carî tu hêzek nikaribe ew têk bibe û tesfiye bikin û baweriya hêzên ku bi vê hêviyê têdikoşin û şer dikin re, careke din da destnîşankirinê ku pêwîst e ku baweriya xwe serkeftîbûna têkoşîna gerîla bînin. Di vê bingehê de ev berxwedanên bi heybet ên ku li bakur û başûr xwe da der, konseptên artêşa TC’ê vala derxistine û neçar hiştiye ku artêşa TC’ê biçe nirxandina rewşeke nû.

Ev serkeftina leşkerî ku me bi dest xist û biryarîbûn û asta îdeabûna gelê me di hilbijartinên herêmî ya 29’ê adarê de, çareseriya pirsgirêka kurd xiste rojeva her kesî û pêvajoyeke nîqaşê da destpêkirinê. Ji hêla konferansa me ve hate tespîtkirinê ku, ev geşedan û pêşketin, di encama berxwedanî û têkoşîna me de bûye. Ji ser van qezencan û serkeftinên bi dest ketine, Rêber Apo da diyarkirinê ku wê rênexşeya çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd amade bike. Konferansa me, rênexşaya ku ji hêla serokatiya me ve bê amadekirinê, pêkanîna wê ji xwe re wekî ferman qebûl kiriye û ji bona ku derbasî pratîkê bike û berpirsyariyên ku dikeve ser mil bîne cî, wekî peywireke herî bingehîn hesibandiye. Di rewşeke ku rênexşeya serokatiya me bê redkirinê, di konferansê de hate destnîşankirinê ku wê ev yek wekî israrkirina di siyaseta tunekirin û tesfiyekirinê bê nirxandinê û vê yekê di xeta parastina rewa de hinceta şer e. Hate diyarkirinê ku, bi vê biryarîbûnê re, em ê tu carî çareseriyeke bê Rêber Apo qebûl nekin û çareseriyek bê Rêber Apo wekî konsepteke tunekirin û tesfiyekirinê bê hesibandin.

Konferansa me ku tê wateya guherîn û ji nû ve avabûnê, bi tevahî beşdariya têkoşînê nirxand û tespît kir ku tacîdarkirina serkeftina pêvajoyê bi sekna zexm a gerîla mûmkûn e û di vê hêlê de biryarên girîng girt. Di vê bingehê de gihîşt biryarên bi hêz ên wekî bipêşxistina ji nû ve sazbûnê re kûrbûn, gavavêtinên teqtîkî, di warê çawanî û çendanî de mezinbûna gerîla û di warê îdeolojîk û leşkerî de kûrkirina perwerdeyan.

Konferansa me, li hember konseptên êrîş û tunekirinên topyekûn, da zanîn ku ji bona ku di têkoşînê de zêdetir rihekî hevbeş û seknek bê bi dest xistin, her kes berpirsyariyên ku dikevine ser mil bîne cî. Bi vê armancê  bang hate kirin ku ciwanên kurd ji bona jiyaneke azad û bi rûmet berê xwe bidine çiyayên Kurdistanê, qefl bi qefl werin çiyayên Kurdistanê û hat tespîtkirinê ku ev wekî peywireke welatparêzî ya herî bingehîn e. Dîsa bang li gelê me hate kirin ku heta niha di rêza herî pêş de bi fedekarî û bi wêrekî bêyî ku xwe ji tu bedeldayînan bi paş de bidin, bi kedek û hewldanek beşdar bûne. Serhildanên gelê me yên ji sala 2007’an pê ve jî hatin silavkirinê û bang hate kirin ku ji bona serfirazî û serkeftinê çawa ku berê di serî de li Rêber Apo xwedî derketin, ji niha û şûn ve jî li şervanên xwe, li şehîdên xwe jî xwedî derbikevin û di bingeha parastina cewherî de rêxistinbûna xwe bi pêş bixin û yekîtiya xwe bi hêztir bikin.

Her wiha konferansa me da diyar kirinê ku biryara der barê efûkirina cahşan de ku li 7’emîn Lijneya Giştî ya Kongra-GEL de hatiye girtin esas bigirin û ji cahşan re banga çekberdanê hate kirin.

Şehadeta hozanê mezin Aram Tîgran rastî konferansa me hat û konferansa me ji hemû gelê Rojhilata Navîn û malbata wî re sersaxî xwest û da diyarkirinê ku Aram Tîgran hozanekî rastîn ê gerîla bû û ew ê tu carî ew dengê wî yê azad ne yê ji bîr kirin û ji bona ku ev deng winda nebe û tu carî neyê jibîrkirinê, çi berpirsyarî bikeve ser milên me bê cî.

5’emîn Konferansa me ya HPG’ê li ser navê hemû şervanên fedayî, ji bona ku peywir û berpirsyariyên xwe bi serkeftî bînin cî, ji bona ku firsend û derfetên azadiya gelê kurd derketine holê bi awayekî rast, bi bandor û serkeftî bi kar bînin, li hember peywir û berpirsyariyên demî soza xwe nû kirin. Konferansa me tespît kir ku, ev pêvajoya ku em tê de ne ji bona çareseriya demokratîk-siyasî ya pirsgirêka kurd bi qasî ku firsendên dîrokê raber dike, ewqas jî di nava xwe de xeteriyên mezin dihewîne. Di vê bingehê de li hember her cure xeteriyên tunebûn, tesfiyebûn û qirkirinan nirxandinên berbiçav ji bona bipêşxistina rêxistinbûna parastina cewherî hatin kirin. Hat diyarkirinê ku wekî hêza HPG’ê, divê em rêxistî bin û ji dema nû re amade bin. Di rêgeha jiyaneke azad û bi biratî a gelên herêmî û azadiya gelê kurd de, konferansa me xwe li Kurdistan û Rojhilata Navîn gihandiye biryarîbûna berdewamkirina têkoşînê.

5’êmîn Konferansa me ya HPG’ê ku di xeta serokatî û di şopa şehîdên me yên leheng de, bû konferansa xwe ji nû ve afirandinê; di şexsê şehêdên me yên nemir Adil, Nûda, Ferhad, Gûlbihar, Kûrtay, Sîdar, Dîcle, Rizgar, Bêrîvan û herî dawîn rêheval Hemze û di şopa hemû şehîdan de, konferans bû konferansa ji nû ve partîbûyîn û di pêşengiya partiyê de gerîlayîbûyînê. Di bingeha biryarîbûn û sekna ku konferansa me derxistiye, bi tevahî û bi yekparebûnekê, em li ser azadiya Rêber Apo mift bûne. Di vê bingehê de 5’emîn Konferansa me ya HPG’ê, aşkere ye ku di xeta apocî de, HPG’ya ku xwe ji nû ve ava dike, bûye derbirîna azadiya Rêber Apo bi awayekî berbiçav û di nêz de pêkanînê. Di vê hêlê de ravekirina esasî ya konferansa me, Konferansa azadiya Rêber Apo ye. Her ku biryarên konferansa me derbasî pratîkê bibin, wê tevgera azadiyê di warê îdeolojîk, siyasî û rêxistinî de li hemû qadan têkoşînên mezin bide û bi serkeftî xebatan bi rê ve bibe. Wê dîrok pêkanîna vê binivîse û nîşanî her kesî bide. Di vê bingeha îdea û biryarîbûnê de, em Rêber Apo, gelê xwe û hemû hêzên xwe yên ku ji bona azadî û demokrasiyê têdikoşin silav dikin û şehîdên xwe yên leheng bibîrtînin.

Êdî Bes e ji Rêber Apo re azadî!

Bijî têkoşîna me ya azadî û demokrasiyê!

Bijî pêşengên me yên azadiyê PKK û PAJK!

Bijî ewlehiya jiyana azad, demokratîk û rêxistinî KCK û KJB!

Bijî temînata serokatî û gel HPG û YJA STAR!

BIJÎ RÊBER APO!

KONSEYA LEŞKERÎ YA HPG’Ê

28 Tebax 2009