HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Gelê Me û Raya Giştî Re!

Em gelê Kurd û tevgera azadiyê,  15'ê Sibatê Komploya Navnetewî de ya li ser Rêbertiya me, ku em  her tiştê xwe deyndarê wî ne, bi hêrs û tundiyeke mezin komployê di salvegera 23'yan de şermezar dikin.

Li dijî dorpêça komploya navnetewî em hemû şehîdên xwe ku bi pêşengiya fedayiyên ''hûn nikarin roja me tarî bikin' ji heft salî bigirin heta bi heftê salî li dora Rêber Apo bûne xelekek ji êgir û bersiva herî mezin dane komplogeran û ev 23 sal in li ser vê xetê dimeşin û bi hurmet û minet bi bîr tînin.

Hişmendiya Ittîhat Terakkî û şûnmayê wê rejîma TC'ê li dijî gelê Kurd, ji Sibata 192'5an û wir ve siyaseta îmha û înkarê ya giran û sîstematîk kiriye. Ev siyaeta înkar û îmhayê ji Plana Şark Islahatê bigirin di gelek komkujiyan de yên li ser gelê Kurd, bi rengê êrîşa qirkirinê ya berfireh dom kiriye.  Lê rabûna dîrokî ya Rêber Apo û rêxistina meşa azadiyê ya bi rengê PKK'ê  û kirî halê têkoşînê dîroka bêqidoş a dîroka Kurdan berevajî kiriye. Têkoşîna dastanî ya Rêber Apo ji dorpêça qirkirinê ya li ser Kurdan û di bin kêra qirkirinê de jiyîna wê re gotiye, raweste. Lê hêzên hegemonîk ên navnetewî ku bêstatûbûn, bênasnamebûn, asîmîlasyon û bi qirkirinê ji esl û feslketina gelê Kurd rewa dîtî û qerdiyanê van hêzên hegemonîk rejîma TC'ê, ti caran vejîna netewî ya gelê Kurd û şeerê rizgariyê qebûl nekiriye, bi asta cîhanî Komploya 15'ê Sibata 1999'an rêxistiye. Komploya 15'ê Sibata 1999'an ku asta herî bilind a êrîşên qirker a li ser gelê Kurd e, weke 'Roja Reş'' û ''Roja Qirkirina Kurdan'' hatine binavkirin, di bîra gelê me de hatiye kolan, bûye sedema kîn û hêrseke mezin û ti caran ev qebûl nekiriye.

Di wan şertan de ku ti vîna mirovî nikare ragire Rêber Apo 23 sal in helwesteke bêhempa û dîrokî ya mirovî nîşan daye. Ev berxwedana dastanî ya Rêber Apo û pêşbîniya wî ya zêde, ev komplo pûç kiriye. Gelê me û tevgera me ku ji berxwedan û helwesta Rêbertiya me, ji îdolojî û paradîgmayê sûd wergirtî, li ser xeta Apotî têkoşiyaye û xweziya komplogeran di gewriya wan de hiştiye. Di van 23 salên dawî de ne ku tenê komplo hatiye pûçkirin, xeta Apoyî ku di hedefa komplogeran de ye bêhtir zelal û tûj bûye, biryardari û azweriya têkoşînê ya milîtanên Apoyî mezintir bûye, dilsoziya gelê Kurd a bi Rêber Apo hatiye asta herî zêde û tevgera Apoyî ketiye serdema xwe ya herî xurt.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê jî  di vê pêvajoya dawî de lehengiyên mezin ava kirine, van salên dawî bi geşkirina Gerîlayên Modernîteya Demokratîk, hewl daye stratejiya Şerê Şoreşgerî yê Gel pratîk bike.  Di salvegera 23'yan a komploya navnetewî de, 10'ê Sibatê bi êrîşa ser Gar, rejîma AKP-MHP xwestiye di komployê de gaveke nû bavêje lê berxwedana bi pêşengiya fermandarê me yê leheng Şoreş Beytûşşebap derba herî mezin li artêşa Tirk hatiye xistin, artêşa Tirk derbeke dîrokî xwariye û Serfiraziya Mezin a Garê hatiye nivîsîn. Gerîlayên Azadiya Kurdsitanê 2021'an b rihê fedayî yê Apoyî yê Şoreşan şer kriiye, armanca komploger û dewleta TC'ê pûç kiriye û têkoşînek ku derbasî dîrokê bûye, nivisiye.

Her şervan û fermadnarê Gerîlayê Azadiya Kurdsitanê, ku bi berxwedana li çar parçeyên Kurdistanê pêşengiya pêngava Dema Azadiyê dike, wê vê pêngavê bibe serî û Komploya Navnetewî bi tûmî parçe bike û bişkîne. Ji ber vê, bêyî dudiliyekê, bêyî ku ji xeta jiyanê ya Apoyî tawîzan bide, bi azaweriyeke mezin, bi bawerî û rihê fedayî wê li peywirên xwe yên demê xwedî derkeve.

Em Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, bi vê îdîa û baweriyê, bi zîrektiya bicihanîna xeta Şerê Şoreşgerî yê Gel, bi pratîkkirina gerîlatiya profesyonel di têkoşîna parçekirina dorpêça qirkirina li ser Kurdan û bi pêkanîna gihaştina fizîkî ya Rêber Apo, biryardariya xwe ya bilind ku em peywir û berpirsyariya dikeve ser me bi cih bînin,  li dijî komployê di sala 24'an a têkoşînê de serkeftina mezin ji hemû hevrêyan, dostên têkoşer û gelê xwe yê welatparêz re dixwazin.

11’ê Sibata 2022

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDA PARASTINA GEL