Ji gelê me û rayagiştî re!
Yên ku pêşeroja azad a gelan diyar dikin rêber û lehengên gel in. Ew gelên ku wisa lehengên ku destanan di hemêza xwe de nikaribin derxînin, di dîrokê de tune bûne. Ji ber ku gel encax dikarin bi lehengên xwe vejîn û xwe bigihînin rizgariyê.
Bi vê armancê di nîveka sedsala 20’an de bi îdeaya ku vejîna gelê kurd pêk bîne, PKK wekî tevgereke pêşengî derket û di seranserê dîrokê de bû tevgereke leheng û fedayiyan. Dema ku welat Kurdistan be, wê demê zêdetir pêwîstî bi kesayetên bawermend, fedekar, dirist, paqij û milîtanên azadiyê heye. Wê gelê kurd an di fedayitiyê de tercîha xwe bikirana an jî têkoşîn nedabana. Ya ku hate tercîhkirinê jî, divê îxanet li rastiya gelê kurd nehatibûna kirin. Ji ber ku ev gel di nava seyra şaristaniyê de daxwazên wekhevî û azadiyê di genên xwe de hilgirtibû. Ev bixwe pêngaveke wisa bû ku pêwîstî bi lehengiyên mezin û ji xwe derbaskirinê hebû. Di vê oxirê de bi deh hezaran gerîla, qadro û welatparêz, bi lehengiyeke ku di dinê de emsalên wê nîn in li ber xwe dan û şehîd ketin. Gelê me yê welatparêz li welatê xwe, li ser axa xwe, li gundê xwe bi pêkanînên dijmirovî re rû bi rû man. Di vê demê de bi hezaran gund hatin şewitandin û bajar hatin wêrankirinê. Gelê me yê welatparêz bi zora dijmin hatin koçberkirinê û di kuçeyên metrepol û bajaran de mehkûmî jiyaneke xizan û hejar kirin. Ev gelê me yê ku her cure êş kişandiye û têrî xwe bedel daye, digel van hemûyan girêdana xwe serokatî, şehîd, tevger û Hêza Parastina Xwe gerîla berdewam kiriye û tu carî dev ji azwer û îdeaya xwe ya azadiyê bernedaye. Di vê oxirê de jî keç û lawên xwe yên herî bijarte diyariyê têkoşîna azadiyê kiriye.
PKK di nava 30 salî de bi şehîdên xwe, di dilê gelê xwe de bûye partiya şehîdan. Ev tevgera partîbûyînê ku bi Heqiyan despêkir, li hember hovîtiya zîndanê bi Mazlûm Dogan, Heyrî Dûrmûş, Çaran û bi Kemal Pîran veguhezte rastiyê û bi Mahsûm Korkmazan, Bêrîtan û Zîlanan û bi hezaran hevalên leheng gihîşte asta azadiyê. Bîrdoziya PKK’ê, bi van hemû nirxên ku şehîdan afirandine bi hêz bûye. Bi hêleke din bîrdoziya PKK’ê, bixwe mîrateye şehîdan e. Di vê wateyê de mîrateya şehîdan, ji bona me xeta bîrdoziyê ye.
Ji roja ku têkoşîna me ya azadiyê destpêkiriye, tevgera me gelek caran yekalî agirbestan îlan kiriye û bi pêvajoyên bêçalakîbûn û xwe kişandina derveyî sînoran hewl daye pêşiya pêvajoyê vebike. Encax di van hemûyan de dijmin her carê li hember van gavên me bersiveke erênî nedaye û hewl daye bi operasyonan gerîlayên me tune bike û tevgera me biqedîne.
Wekî tevger vê pêvajoya bêçalakîbûnê ku em niha di nav de ne û pêk tînin bi me da nîşandanku, dîrok mîna her carê xwe dubere dike. Di vê demê de digel ku gerîlayên me yên HPG’ê, ne di nava tu tevgerek de bûn jî artêşa TC’ê operasyonên xwe berdewam kirin û di ser de jî Îlker Başbûg bi gotinên hovane û êrîşkarî li ber çavên dinyayê û gelê me bi gotinên; “em ê herin bigerin, bibînin û bikujin” vê zihniyeta tarî û hovane nîşan da.
Di encama van êrîşan û vê zihniyeta faşîzane de hevalê me Rizgar Derxust gihîştiye şehadetê. Hevalê Rizgar di hemû jiyana xwe de, xwe fedayî gelê xwe kiriye û di fermandariya apocî û sekna fedayî û girêdana bi serokatî re bûbû sembol.
Em wekî HPG didin diyar kirin ku em ê her dem bi bîranînên şehîdên xwe re girêdayî bimînin û hetanî ku li çar parçeyên Kurdistanê xwe bigihînin hedefa Konfederalîzma Demokratîk, em soz didine gelê xwe ku wê ev têkoşîn bi biryarî bidome. Em ê di çarçoveya parastana rewa de hetanî dawiyê hebûn û rûmeta gelê xwe û hemû nirxên wê yên demokatîk biparêzin. Dîsa em di şexsê Rizgar de ji hemû şehîdên Kurdistanê re soz didin ku di her şert û mercî de bi şerekî parastina çalak, em ê berxwedaniyê bilind bikin. Bila ev baş bê zanîn ku wê milîtanên HPG’ê di xeta Rizgaran, Egîdan, Adilan de, daxwazên artêşa TC’ê ya faşîst vala derbixînin û di serî de ciwanên Amedê û hemû ciwanên Kurdistanê wê her yek ji wan bibin Rizgar.
Di vê bingehê de di şexsê malbata Rizgar Derxust de ji gelê xwe yê li Amed û gelê Kurdistan re, ji Rêber Apo re û ji hemû hevalên wî re sersaxî dixwazin.
Bijî Rêber APO!
Şehîd Namirin!
17 Pûşper 2009
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê
