 Ji parêznameya Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Netewa Demokratîk hatiye berhevkirin
Ji parêznameya Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Netewa Demokratîk hatiye berhevkirin
 Bê ku têgihîştin di derbara têkîliya di navbera jin û zilam de çêbibe, ti pirsgirêkên civakî ne têra xwe dikare bê fêmkirin, ne jî çareserkirin. Di bingeha pirsgirêkên civakî de têkîliya jin-zilam veşartiye. Di civaka hîyerarşîk û şaristaniyê de saziya zewacê ku yekalî li ser jinê tê ferzkirin; desthilatdariya zilam pir aliyan de înşa dike, ev jî tê wateya ku bingeha saziya koletî û berbend (pêgirtî/bağımlılık) ku tenê xwemalî (özgü) civaka mirov e û dibe ku di xwezayê de ti zindiyên din wiha nejîn, hatiye avêtin. Yekemîn statuya netewgerî, çînayetî û civakîtiya serdest-bindest li ser vê bingehê bilind dibe. Di bingeha her cûre şer û pevçûnê de jî ev heye. Dîroka şaristaniyê û qonaxa wê ya herî dawî modernîteya kapîtalîst tişta ku herî zêde dipêçe, berovajî û neyînî dide nîşan rastiya di derbara statuya koletiya jinê ya li ser vê bingehê ye. Di civaka şaristanî de navê jinê bi şeytan re jihev (özdeş) bûye, di civaknasiya modernîteyê de jî dayîka zarokan, karkera bêmişe (ucretsiz), herî sernerma konformîzmê ye. Têgihîştina şêwaz û naveroka asta koletiya -ku bi hezar salan bi dest-mêjiyê zilamê zordar û mêtînkar li jiyana jinê daye xwarin- diviya yekemîn pêngava civaknasiya rastiyê bûya. Ji ber koletî û şêwazên mêtîngeriya di vê qadê de protîpa hemû şêwazên mêtînkarî û koletiya civakî ye. Berovajî vê jî rewacdar e (geçerli). Têkoşîna azadî û wekheviyê li beramberî mêtîngerî û koletiya ku bi jiyana jinê dane xwarin û asta serketina vê têkoşînê li beramberî mêtîngerî û koletiya di hemû qadên civakî, bingeha têkoşîna azadî û wekheviyê ye. Sedema bingehîn a ku di dîroka şaristaniyê û modernîteya kapîtalîst de têkoşîna azadî û wekheviyê ku hatî meşandin li ser esasekî rast pêş neket û rê li ber serketinên bihêz venekir, ew bû ku têra xwe hişmendî û saziyên mêtînger û koletiya ku di jiyanê de bi jinê dane hêwirandin nehate fêmkirin û li dijî wan têkoşîn nehate bingeh girtin. “Masî ji serî de bêhn dikevê” dema bingeh saxlem û rast nebe, bînaya ku paşê ava bikî bi hejandineke hêdî jî nikare ji hilweşînê xilas bibe. Di dîrokê û roja me ya îro de rastiya ku dijî bi mînakên vê yên bêhejmar re dagirtiye.
 Lewma dema pirsgirêkên civakî têne çareserkirin li ser mijara jinê lêhûrbûn çêdibe; runişkandina hewldanên azadî û wekheviyê li ser jiyana jinê hem rêbaza lêkolîna bingehîn, hem jî divê bingeha xebatên estetîk, exlaqî û zanistî yên bivac (tutarlı) be. Rêbazekî lêkolîna ji jinê bêpar, têkoşînekî azadî û wekheviyê ku jinê negre navenda xwe, nikare heqîqetê fêm bike, azadî û wekheviyê pêşbixîne.
 Di pêşanî de pênasekirina jinê, diyarkirina rola wê di jiyana civakî de, ji bo jiyana rast esas e. Em vê dariziyê ji ber taybetmendiyên wê yên biyolojîk û statuya civakî nabêjin. Wek hebûnê, têgeha jinê girîng e. Bi qasî jin were pênasekirin, danasîna zilam jî mumkun dibe. Em nikarin ji rêya zilam ve jiyanê û jinê rast pênase bikin. Hebûna xwezayî ya jinê di cihekî hîna navendî de ye. Ji aliyê biyolojîk ve jî ev wiha ye. Daxistin û nixumandina statuya jinê ji hêla civaka desthilatdariya zilam ve li pêşiya fêmkirina me ya rastiya jinê asteng e. Xwezaya jînê bi jinê re hîna bêtir têkîldar e. Piştderkirina jinê heya dawî ji jiyana civakî vê rastiyê şaş nade der, belku wê piştrast dike. Hêza tineker a zilam di kesayeta jinê de di esil de êrîşê jiyanê dike. Wek desthilatdariya civakî dijmintî, talankariya zilam a jiyanê bi rastiya wî ya civakî ku jiyaye re, ji nêz ve têkîldar e. Dema em vê dariziya xwe gerdûnî dikin dikarin dualîteya enerjî-made esas bigrin. Li gor madeyê, enerjî hîna bingeh e. Made bixwe enerjiya avabûyî ye. Şeklê formgirtî yê enerjiyê ji bo rakirin û hebûnîkirinê ye. Made bi vê taybetmendiya xwe ve enerjiyê dixîne qefesê, herikbariya (akışkan) wê dicemidîne. Para enerjiya forma her madeyekê cuda ye. Jixwe ev cudahiya enerjiyê; cudabûna avahî, formên madî diyar dike. Enerjiya di form, madeya jinê de ji enerjiya madeya zilam cewaz e. Enerjiya di jinê de hem hîna zêdetir, hem jî wesifa (kalîte/nîtelik) wê cuda ye. Forma jinê vê cudahiyê çêdike. Di xwezaya civakî de dema enerjiya zilam ber bi amûrê desthilatdariyê ve werdiguherê, halê şêwaz û formên madî digire. Teşe (dirûv/şekl/biçim), di hemû gerdûnê de wek enerjiya sarbûyî, parêzkar (muhafezekar/tutucu) e. Di civakê de bûna zilamê desthilatdar, bûna teşeyîtiya desthilatdariyê ye. Enerjiya ku hildigre bi giranî form girtiye. Enerjiya ku nehatibe rewşa formê kêm e û di pir kêm kesayetan de dijî. Di jinê de jî piranî enerjî nayê halê form û teşe. Enerjiya wê rewşa xwe ya herikbarî diparêze. Ger di qefes, formê zilam de neyê ragirtin, wek enerjiya jiyanê herikbariya xwe dom dike. Xweşikî, helbestvanî, qabîliyeta wateyê di jinê de ku nehatî cemidandin, bi vê enerjiya wê ya ku giranî çêdike re ji nêz ve têkîldar e. Ji bo fêmkirina vê rastiyê jî divê jiyana zindî hîna kûrtir bê naskirin.
 Peresaniya (evrim) jiyanekê heya jiyana mirov, dikare were danasîn an jî divê bê pênasekirin. Di serî de divê mebesta jiyanê bê lêpirsîn. Em çima dijîn? Jiyan çima xwe didomîne, xwedî dike û diparêze? Herhal gotina “ji bo jiyanê xwedîkirin, xweparastin û zêdebûn (ûreme) hewce dike” wek bersiv têrê nake. Ji vê jî bêtir pirsa divê were kirin em çima dizên, diparêzin û xwe xwedî dikin? Wê bê gotin ji bo jiyanê. Wê demê jî em dikevin werçerxa stewr. Ketina werçerxa stewr jî ne bersiv e. Astên hişmendiya pêşketî ku heya mirovan wek şeklekî enerjiyê peresîn bûye, dide nîşandayîn ku diyardeya fêmkirinê wê hin serbendan (ipucu) bide. Peresîna gerdûnê heya mirovan, hêzek wateyê ya herî pêşketî nîşan dide. Wek ku rastiya veşartî an jî potansiyel a di gerdûnê de her dixwaze bigihîje encamekî ku derkeve holê, bê fêmkirin û bê pêhesîn. Pêwîstiya fêmbûyîn û pêhesînê tehn (niç/dürtü) herî bingehîn a gerdûnê ye. Ji vê xalê pêve pirsa ku divê were pirsîn, pêwsîte li ser fêmkirin û pêhesînê be. Tişta ku dixwaze were fêmkirin û pêhesîn çiye? Di pirtûka pîroz de hukmek heye; “xwedê dibêje ku ez razek (sır) bûm, ji bo ez werim zanîn, min gerdûn afirand”. Dibe ev ji bo pirsa me bersivek be. Lê ne bes e. Pêwistiya zanînê ji bo tam wateyê îsbat bike, têrê nake. Lê wek ku bi qismî raza di jiyanê de eşkere dike. Pênaseya giyana (tın) a Hegel de jî xwedî wateyekî wek vê ye. Di Hegel de giyana mutleq û gerdûn, bi zanebûn li xwe wergeriyaye. Gerdûna ku dixwaze were pêhesîn bi derbasbûn ji qadên fîzîkî, biyolojîk, civakî re vê bi têgihiştina felsefî ku halê herî ragedar a zanebûnê ye, ango bi giyana mutleq re xwe dide pêhesandin û wiha jî tetmîn dike; wiha jî xwe dike gerdûna naskirî, macerayê temam dike. Ev dariziyên ku parên girîng yên heqîqetê hildigirin, mebesta jiyanê bi wateyê re hevyek dikin. Têgeha “teoriya” di felsefeya Yewnan de wateyên mîna vê dihewîne. Di encamê de “wate” xwedayîbûna mirovê civakî ye. Pirsa di vir de girîng; xwedayîbûna mirovê civakî an jî hêza “wate”ya bidestxistî, dikare hemû wateya di gerdûnê de temsîl bike an jî rave bike? Wateya mezin a di civakîbûnê de (giyana mutlaq a di Hegel de) dikare bi wateya gerdûnê re hevyek bê kirin? Ma civak bixwe ne hebûneke kêmaniye? Wê demê ma wateya wê jî wê kêm nebe? 
 Lê em bi halê xwe yê mirov nikarin bi tevahî van pirsan bibersivin. Ji ber em bi civakê re hatine sînorkirin. Em nikarin bibin hebûneke jor civak. Em tenê dikarin pirsan bikin. Şensê me ewe ku pirspirsîn jî nîviya wateyê ye. Lewre dikare serbendê ji bo fêmkirinê bide. Niha divê bikevin ferqa wê de ku watedarbûyîn pir girîng e, pir nêzîk bidestxistina mebesta bingehîn a jiyanê bûne û bi vê re tetmîn (tatmin) bibin. Di derbara jiyana biwate jî; em dikarin hukum bidin ku ji bo em beşekî mezin a pirsgirêkên bingehîn çareser bikin, herî kêm ew jiyana civakî ya adil, xweşik û rast a ku tê hêvîkirin bersiva wan bibînin kedî û jêhatî ye. 
 Dema em bi vê perspektîfa felsefî ber bi jin ve biçin dikarin bigihîjin encama ku divê pêwendiya jiyana biwate bi jinê re bi aliyên wê yên xweşik, baş û rast pêş bixin. bi vê dariziyê jî ger bikevin rê wê armanca jiyana bi jinê re ne zêdebûn û zêde çêbûn be. Wiha zêdeçêbûna zindiyên yek hucreyî jî ku zindiyên herî besîtin di ferqa hilberînê de ne û dikare were gotin ku jiyana wan ya yek armancî li ser vî esasî hatiye kodkirin. Lê belê peresîna paşê, yek hucreyî hema bêje xwe bi du beşên wekhev dabeş kiriye û ev ne dawiya jiyanê ev çalekiya yek hucreyî ku bi mîlyar caran dubare dabeş bûye bi şûna dawîkirina jiyanê bi lez ber bi peresînê ve dibe, nîşan dike ne ku zêdeçêbûn, peresîn bersiva biwate ya gerdûnê ye. Ji bo jînê zêdebûn amûrekî pêwsît e, lê ji bo fêmkirina wê (jiyan) ticar ne bes e. Zêdebûn amûrî ye. Ne armanc û watedarî ye. Ya rast, jiyana ku wateya wê tenê zêdebûyîn be jiyaneke pir kêm û bi kêmasî ye. Di yek hucrehiyan de rewş wiha ye, lê jiyana bi jinê re ya wek mirovan, heke bi hilberîna zêdebûyî û zayendîtî (cinsellik) ve bê girêdan ne tenê kêmaniya jiyanê her wiha korbûyîna wê jî rave dike. Ji ber zêdebûyîna wek amîpan bi jinê re her nabe, zêdebûna bi jinê re heke bixin navenda jiyanê, bikin armanca wê, ev tê wateya ku ji peresîna gewre, wateya hewce nehatiye girtin. Jixwe di civaka mirovan de problema nufuzê bi teknolojiya îroyîn bi tevahî hatiye derbaskirin. Kêmbûyîna nufuza cûreyê mirov ne pirsgirêk e, berovajî zêdebûna wê ya ku êdî nema di cîhanê de bi cih dibe her diçe dibe pirsgirêkekî mezin. Jixwe çawa di zindiyên yek hucreyî de jî hatî îsbatkirin leza zêdebûnê bi asta paşketî, seretayî ve têkîldar e û her zêdebûn dibe mirinek. Zêdebûna fîzîkî di hemû cûreyên gerdûnê de wateyekî wiha jî di nav xwe de digre. Hebûnê/a mirinoyî (bergorî/fanî/ölümlü) bi zêdebûnê wer dihesibîne ku herdayîm dikare xwe bide jiyandin, lê ev xeta ye. Bi kopîkirina xwe re domandina xwe dikare pêwîstî û daxwaziya bêdawîtiyê tetmîn bike lê belê rast û heqîqî nabe. Bi kinahî felsefeya jiyana bi jinê re li ser zêdebûnê zêde wateyekî xwe ya cidî tine ye. Di civaka çînî de mîras û diyardeyên wek bihêzî ji jina zayok (doğurgan) re hin wate daye ku ev jî wateyekî bi zext û mêtîngeriyê re têkîldar bûye, ji bo jinê negatîf e. Ango jina ku zêde bizê, jina ku zû dimire ye. Jiyana nirxên wateya wê bi jinê re pir bilind be; an bi zayînekî pir kêm, an jî bi giştî heke pirsgirêka zêdebûna nuruzê ji bo cûreyê mirov hebe, bi jina ku qet nezê re mumkun dibe. Zayîna zêde wek ferd û civak ji bo gelên paşmayî û mêtîngeh ku xwe bi hêza polîtîk û entelektuel zêde pêşnexistine wek parastina cewherî dikare watedar be. Bi zêdekirina nîjadê xwe re bersivdayîna qirkirina li ser xwe rêbazekî berxwedan û berdewamkirina hebûna xwe ye. Lê belê parastina cewherî ya civakên ku zêde ne xwedî şensê jiyana azadin, e. Di civakên ku asta wateyê ewqa daketî be bi jinê re ji ber vê sedemê jiyaneke li ser bingeha estetîk û rastiyê nabe. Rastiya heyî ya civakên cîhanê, vê yekê piştrast dike. Jiyana bi jinê re bi erka parastin û xwedîkirinê re ti aliyên wê yên xweser tine ye. Ji bo her zindiyekê xwedîkirin û parastin hewce dike. Nîqaşkirina jiyana bê jin an jî zilam zêde watedar nabe. Di hemû jiyanên zayendar (eşeyli) an jî nezayendar (eşeysiz) de diyardeya zilam-mê heye. Lewma pirsgirêk ne hevjiyanî (eş yaşam) bixwe ye, bi wateya di civaka mirovahî re elaqedar e. Civaka mirovan ne şêwazê jiyana her kîjan ji cûreyên e. Di nava xwe de û li ser xwezayê xwedî taybetmendiyekê ye ku dikare diyardeya hukumranî û desthilatdariyê pêşbixîne. Çawa wek di desthilatdariya dewlet-netew de beza li pey netewa mezin a çendanî (nicel)- çawanî (nitel), dikare gerstêrka (gezegen) jiyanê biguherîne goristana jiyanê. çelexwariya (çarpık) li vir ji civakê, ji civaka desthilatdariya zilam çavkaniya xwe digre. Hegemonya ku zilamê serdest li ser jiyana jinê ava dike gerstêrka me aniye halekê ku lê neyê jiyîn. Ne bi peresîna biyolojîk, bi desthilatdariya hegemonîk a serdestiya zilam ve digihîje vê encamê. Lewma pêwîste jiyana bi jinê re ji diyardeya desthilatdariya hegemonîk a serweriya zilam rizgar bibe. Jiyana jinê ya di bin hukumraniyê de ruxmî ku bi zayîna xwe bi milyon salan mirovahî da jiyandin, lê bi modernîteya kapîtalîst re bi awayekî îronîk dawiya jiyanê tîne. Bi statukoya heyî re jiyana bi jinê re, agahiya dawiya jiyanê dide. Mînakên bê hejmar a vê rastiyê hene heke em rêz bikin.
 a- Nufuz hema gihîştiye asta tehdîtkirina cûreyên din yên zindî. Ev terzê jiyanê, xwezayîbûna jiyanê, ekolojiya wê bi lezekî her ku diçe zêdetir tehdît dike.
 b- Li hundir u derveyî civakan de rê li ber zordarîyeke bê sînor vedike. Asta milîtarîzmê vê rastiyê têra xwe îsbat dike.
 c- Zayendîtî kiriye amûrekî tirsnak a îstîsmarê. Li ser zayendîtiya jinê zext û mêtîngeriyekî hovane pêşxistiye. Jiyan bi tevahî ji rê derxistiye, hema bêje bi xerifîna (sapma) zayendîtî ya ku xwe bê wate dubare dike re bûye hemwate. 
 d- Jin her diçe ji civakê tê dûrxistin, kirine amûra domandina nîjad a mecbûrî û metaya zayendîtiyê, hêza erzan a kar. Wek ku ti wateyeke wê ya din jî tine ye. 
 e- Li ser jinê wek ku qirkirinekî çandî tê pêkanîn. Lê zayendîtî, rola wê ya domandina nîjad û wek leşkera bêkar a bêmişe û mişekara (ücretli) erzan nirx rave dike. Wek fîzîkî, exlaqî û wateyî ji hêza cewherî ya parastina xwe bêpar hatiye hiştin.
 f- civakekî ku jin di bin van bandoran de dijî û di nava pencikên jiyana bêwate de digevize, encex dibe civakekî nexweş. Civaka jina bêwate, bixwe jî dibe civaka bêwate.
 Nîşane hîna dikarin werin zêde kirin, lê ev tenê baş eşkere dikin ku pêwîstiya werguhertinekî bingehîn bi jiyana hevalbenî ya bi jinê re heye. Bi jina milk û bêparastin re jiyana azad gengaz nabe. Di aliyê exlaqî de jî mimkûn nabe. Ji ber ku koletî encex bi hilweşîna exlaqê civakî re pêk tê. Li gor ku bê jin jîn nabe (berovajî jî rast e. Bê zilam jî jiyan dibe.) rizgarkirina jiyanê rizgariya jinê jî ferz dike. Ev vegotin bêtirî xwe bi jina di nava avahiya civakî de pêwendîdar e. Pirsgirêka jinê bi têkîlî û cîhana hişmendiyê re hîna bêtir girîng e. Heya li beramberî îşaretên neyînî di derbarê jinê de serîrakirinekî serketî pêşnekeve, bi giştî hevalbendî, bi taybet jî hev-jiyaniya azad pêk nayê. Nexasim wek tezên dijber ji bo jîna di asta hevjiyaniya azad bi jinê re;
 a- Bê ku domandin û zêdekirina nîjad bê esasgirtin, li gor îdealên mirovahiya gerdûnî, bi berçavgirtina hebûna di rastiya zindiyên din de pêdiviya sereke bi têgeha hevjiyaniya ekolojîk heye. Asta gerdûnî ya civak gihîştiyê jîna azad bi jinê re rewacdar dike. Sosyalîzma rast encex bi jinê re li ser bingeha jiyana azad bê înşa kirin. Pêşaniya (ne paşanî) sosyalîzmê bi jinê re teqez gihîştina asta jiyana azad hewce dike.
 b- Ji bo vê bi desthilatdariya hegemonîk a serdestiya zilam re di aliyê hişmendî û sazî de têkoşînkirin û di asta hevalbendiya azad de biserxistina sazî û hişmendiya vê têkoşînê. (hewce dike) jiyana hevalbendiya azad bêyî vê serketinê nikare pêk bê.
 c- Jiyana bi jinê re ticar nikare di wateya dayîmîkirina ajoya zayendîtî, wek pir jîyankirinê were şîrovekirin. Çi şaristanî, çi jî bi modernîteya kapîtalîst re jiyana zayendparêza civakî ku gihîştiye astekî tirsnak, heya di hemû qadên hişmendî û sazî de neyê tesfiyekirin, hev-jiyaniya azad pêş nakeve. Di sazî û paradîgmayên ku jinê wek milk û biresera (nesne) zayendîtî dibînin, jîna bi jinê re ne tenê bê exlaqiya herî mezin ne, şêwazê jîna herî şaş û nexweşik e. Di bin van şert û mercan de ti nimûneya diyardeyeke din a civakî tine ye ku jinekê pê re jî girêdayî zilamekî ewqa piçûk bixîne û birizîne.
 d- Hev-jiyana azad bi jinê re; encax di şert û mercên redkirina mulkiyetperweriyê, bi tevahî derbaskirina zayeneparêziya civakî ku hatî îstîsmarkirin, di her astê de jî pêşdîtina wekhevitiya civakî (wekhevîtiya li ser bingeha cewaziyan) mimkûn dibe. 
 f- Civak encex di bin van şertên erênî de dikare li gor hev-jiyana azad be, nexasim dikare ber bi civaka şertên azad û wekheviyê peresîn (evrilme)bibe. 
 g- Di bin şertên erênî yên civakî de jin û zilamên ku nirxên exlaqî û binyadî pêşxistibin dikarin bibin xwedî jiyana hevalbendiya azad.
 Pêwîste baş were zanîn ku şaristanî û modernîteya hegemonîk bi bedîla înkara hev-jiyana azad, pêş ketiye. Lewre ahenga hêzê ya hem binyadî hem jî exlaqî ku şertê mecbûrî ya evîna civakî ye, ji ber di navbera jin û zilam de nemimkûn kirin, evîn nikare pêk bê. Evîn, di şert û mercên zewaca ku civaka kole -ku enerjiya wateyê wenda kiriye- û cewacên ku têkîliyên koletiyê wan di kêliyan de hildiberîne, nikare pêk bê. Bandora xedar a desthilatdariya hegemonîk û modern, ji ber vê sedemê herî zêde di nemimkûniya hev-jiyana azad de tê dîtin. Lewma jiyana ku ji hêla mirovahiyê ve wek behît (mucize) tê pêşwazîkirin, di van şert û mercan de behîtîbûn û sêhrîbûna xwe wenda kiriye, bi taybet ji hêla jin ve wek karesatekî ku bi qehr û xwekuştinê ve tê pêşwazîkirin, bûye. Divê were fêmkirin ku jiyana hevalbendiyê înşayekî civakî ye. Di navbera kesên nêr û mê de pêk nayê. Di navbera jinîtî û zilamtiya civakî ku hatî avakirin pêk tê. Pêwîste bê zanîn înşaya hegemonîk her du zayendan seqet dihêle, têkîliya di navbera wan de ji vê bandor dibe, wek têkîliyên hegemonîk teyisîna xwe dibîne. Di têkîliyên hegemonîk de evîn pêk nayê. Di evîna mirovan de şertê sereke vîna azad a aliyan e. Modernîte û şaristanî bi jiyana hegemonîk a hem sazî hem birdozî rewacdar bûye, lewma di bin navê evînê di dirêjahiya dîrokê de di nav parasoks de dîmîne. Pir zêde behsa evînê tê kirin lê nayê pêk anîn. Wêjeya cîhanê di wateyekê de ji vegotinên trajîk a evînên ku pêknehatî, îbaret e. Destanên vedibêjin ku şer ji ber jinan çêbûne jî îsbata vê rastiyê ne. Hemû şeklên hunerê wek ku îtîrafa vê evîna pêknehatî ne. Ol jî cûreyek herî kevn a berhemên hunerî ye ku ji arzûyên yek alî û pêknehatî ji têkîliyên xweda-xwedavendan pir zêde bandor bûye. 
- Ayrıntılar
 Birîna sedsalê ez biraştim hey hawar!...
Birîna sedsalê ez biraştim hey hawar!...
Îro, li kevana çiyayekî bênav bi ahênkêşiyek tofana skenderî, careke din ez kuştim.
Dilopên xwîna min niqutîn, ax pelixî, dîrok pelixî û cografya min di stêrikên banê ezman de hate dardekirin. Li kolanên Colemêrgê, Li Şirnexê û Cîzîra Mîrekên Azîzan, li qeraxên Çiyayê Bagokê, li Cudî, li Çiyayê Govendê bi xêliyê bûkaniyê de, ez ji nû de xwe çêdikim...
Xweçêkirina min bi têlên temburê re, bi dengê bilûrê re bûn stran...
Hıngî çardara min kat da, wek şitlek rihanê, wek gulokek beybûn û mistek ava zemre, di destê gerilayekî bê nav de bû ala basimbarî ...
Ez di kefenekî ne meqeskirî de, çardara min di xelekên xwînê de dirêj kirî ne... Dîse jî bi stêrikên dardekirî re, di hafa heyva çardehan de li ber Ava Mezin, di kêleka gundekî şewîtî de, di qeraxên Çiyayê Mava de, ji xweliya xwe şîn dibim.
Hingî stêrikên dardekirî şelîtên qirika xwe diqetînin...
Û ez, wek kulîlkên baxê îrem, li qelaçên Kanî Masî, li geliyê Xinêra, li ser Berzehê Garê û di dergehê jiyanê de, raserî kovana dareke zemanî, dibin kolekê de, bi agirtofana balafirên dagirker birînar dibim: Prometheusên sedsala bîstûyekê li serê çiyayên welatê min, bi xwehdan û stranên xwe yên rengêkulîlk birîna min ya sedsalî derman dikin.
Aliyekî min kenê Egîd e, aliyê din hêrsa Murad Elîbol e!.. Û wek rista di lorandina cengawerekî bê nav de, em bi hev re rûdinin. Ez birîndar, ax birîndar... Dîse jî di kenê gerila de, di nava rista hevrîşmê berxwedanê de wek agirekî difûrim... Ez difûrim, ax difûre... Di kelih û bircikên dilê dayikan de dibime lîle-lîl û rondikên wan, birîna min, birîna axa min av didin, Xemlek ademî ji kêştiya Nuhê Kal dirije.
Destpêk kulmek agir bû, piştre bû bênderek û di derya stêrikan de, xemla baweriyek nû pişkivand. Gûr û geş kir... Mezin kir û xwe li jiyanê pêça, di pencera gotinê de bû helbest., bu stran, bu dengê bilûr û dengê têla tembûrê... Di her helbesta evîna Melayê Cizîrî de hate gotin, di her hevoka hasreta Ehmedê Xanî de bû qîrên.
Ev navê bûka azadiyê bû û wek pêjneke xêrê û mizgîniya banga gerila ye.
Di her pêjnê de pêlek deryayî, di mista delalê dilê min de, di pêsîra tirnalê gundê min de bû şelîpana serîhildanê... Bû xumxuma qîrêna ciwanan, di pêl û şelqên Dicle de herikîn.
Hersa min herikî, herikî hat, fûrî û hat... Kezeb fûrî, mêjî fûrî, hêrs fûrî, tirs fûrî, mirin fûrî, cengawerî fûrî, jiyan fûrî û ezmanê reşka çavên evîndaran bû nexşeyek bi gelî û mesîl, bû nizar û rizdeyên neqam, wek rê û şivîleyekê derket pêşiya min. Ez meşiyam, gerila meşiya, haveyn meşiya, roj meşiya, dil meşiya, stêrik û heyv meşiyan, heyam û demsal meşiyan û haveynê azadiyê di mista asoyên hêviyê de meyî, wek darmêweyek behiştê derket holê.
Gotin, “ev strana gerila ye” û hat...
Hat û hat dilê min dagir kir. Di rengê argûnî de li Çiyayên Kurdistanê bela bû...
Di dilê min de, di bedena Firat Izgîn de fûriya; di neqepka Helexa ku wek Tewratekê di nava nalêniya sedsalê rûniştiye fûriya, di şewata gundê Çêlik defûriya.
Û hat, di bedena gorên komî de bû kulîl û rekiha dîlgirtinê parçe kir.
M. Bagok
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 7'ê Adarê de di navbera saet 14.30-15.30'an de li navçeya Colemergê Çelê li ser xeta sînor li dijî Girê Bilîcanê, Gundê Şifreza û Qeleya Ertûşê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan hatiye bombekirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 5'ê Adarê de di navbera saet 13.00-17.00'an de li navçeya Colemergê Çelê li dijî Girê Şehîd Mazlûm, Nizarên Başûkê, xeta sînor a Çelê û derdora Qereqola Girê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helÎkopterên kobrayan hatiye bombekirin.
- Ayrıntılar
 Ziman nîşaneyeke herî girîng û bingehîn a nasnamê ye. Mirov di xwezaya mirovahiyê de ji sedema têkiliyên di navbera mirovan de çiqas zimanan zanibe û bikar bîne, ev dewlemendiyek e. Lê li kêleka vana ku mirov zimanê xwe nizanibe, lewaz zanibe, bikar neyne, jê bireve, ev jî rûreşiyek e.
Ziman nîşaneyeke herî girîng û bingehîn a nasnamê ye. Mirov di xwezaya mirovahiyê de ji sedema têkiliyên di navbera mirovan de çiqas zimanan zanibe û bikar bîne, ev dewlemendiyek e. Lê li kêleka vana ku mirov zimanê xwe nizanibe, lewaz zanibe, bikar neyne, jê bireve, ev jî rûreşiyek e.
Hebûna çandî bi ziman mumkun e. Di vê mijarê de ziman faktoreke herî girîng e. Ger zimanê dayîkê tê qedexekirin, ev nijadkujiya çandî ye… Nijadkujiya çandî, ji nijadkujiya fîzîkî xetartir e. Dixwazin hebuna Kurdan tine bihesibînin. Ew wer hesab dikin ku ger gotinên pûç bikin, wê Kurd bihelin û biçin.
Ziman hîmeke bingehîn ê netewbûn û yê mirovbûnê ye. Mirovê bê ziman nikare wekî ajalekî jî xwe bi rûmet bihesibîne. Tê tespît kirin ku mirovahî bi dîtin û bikaranîna nivîsandinê derbasî şaristanîyê bûye. Lê ev jî tê zanîn, ku xaka Kurd li ser dijîn jî xaka cara yekem mirovahiyê wekî mirov deng derxistiye, dest bi axaftinê kiriye, nêrîna xwe aniye ser ziman û bi mirovên din re parve kiriye. Li ser vê xaka dergûşa mirovahiyê, mirovahî bi dapîr û bapîrên Kurdistaniyan dest bi dengderxistina mirovbûnê kiriye. Lê heyf mixabin, îroj di bin dagirkeriya dewleta Tirk, Ereb û Faris de ji mirovên vê xaka pîroz re dengderxistina bi zimanê dayîka xwe hatiye qedexekirin. Ma gelo ji vê mezintir şerma mirovahiyê heye?
Bi salane polîtîkayên bişavtinê li ser ziman û hebûna gelê Kurd tê meşandin. Ji ber zilm û zordariya dagirkeran zimanê Kurdî hertimî hatiye qedexe kirin û tine hatiye hesibandin. Ji ber van polîtîkayên bişavtinê zimanê Kurdî dibe bi awayê nivîskî nehatibe nivîsandin. Lê bi devokî gel hem êşên xwe, hem keyfxweşiyên xwe, hêviyen xwe, daxwazên xwe hertimî bi zimanê xwe anîne ziman û bi ruxmê dîroka ne nivîsandî ya zimanê Kurdî jî, ev ziman hebûna xwe ji dîrokê ta roja me ya îro diparêz e. Îro jî di astekî bi wî rengî deye, dikare bi awayekî hêsanî dîroka xwe a nivîskî ji nû de binivîse. Di dîrokê de gelek wêjevanên Kurd ku îro di dilê gelê Kurd de nemirbûne, bi destanên xwe yên wêjeyî û neteweyî, bi destxetên xwe hem êş û hem jî nalînên vî gelî anîne ziman. Bi van destanên xwe binav û deng in. Bi berhemên xwe karîne dengê xwe bigihînin hemû mirovatiyê ku ev ziman wê di ti demî de winda nebe, ji ber ku zimanê Kurdî, dayîktî ji zimanê mirovahiyê re kiriye.
Lê a niha jî Bulend Arincê ku ji zanista dîrok û çêbûna mirovahiyê cahîl mayî dibêje, ‘‘zimanê Kurdî ne zimanê medeniyetê ye…’’
Vaye li holê ye, medeniyet li ser vê xakê destpê kiriye. Medeniyet bi zimanê Kurdî bihebûn bûye. Wexta ku zimanê Kurdî bi destanên xwe nav û deng bû, tovê nifşê Tirk qet tine bû. Gava ku destanên neteweyî yên Ehmedî Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran… li ser rûyê cîhanê bûn, peyva Tirk jî tine bû. Ger tu ji zanistên avabûna mirovahiyê dûrbî, têkeve kurahiya dîrokê û bixwîne. Bibîne ku zimanê Kurdî rolekî bi çi rengî di avabûna medeniyetê de leyîstiye.
Di sedsalekî bi vî rengî de gotineke mîna yê Bulend Arinç kirin, şerma dewleta Tirk û asta mirovahiya wan dide diyar kirin. Bi van gotinên Bulend Arinç dixwazin bibêjin, yek ji we jî qala bikaranîna zimanê Kurdî û perwedehiya bi zimanê dayîka xwe nekin. Ger hûn vê yekê bixwazin, cihê we di hûcreyê de hucreye, di zindanê de zîndaneke dine. Yan hunê bêdeng bimînin, yan jî hûnê bi destê xwe, xwe tine bikin. Yan jî ger hun zêdetir israr bikin, hunê di qirkirinê re derbaz bibin. Ji xwe ya tê kirin jî qirkirin e. Qirkirineke çandiye, tine hesibandina neteweyekî ye. Ne hezim kirina dewlemendiya zimanê Kurdî ye. Xwe ranegirtina li himberî hebûna gelê Kurd e. Li ser gelê Kurd bêrumetiyê ferz kirine. Dixwazin zarokên Kurd jî weke xwe bidin mezin kirin.
Her wisa Bulend Arinç di axaftinên xwe dibêje, ‘‘cihekî ku em dibistan jî vebikin tine ye.’’ Ji xwe ti pêwîstiyên gelê Kurd yên weke hun dibistanan ji wana re vebikin nîn e. Hêviyekê bi wî rengî jî ji we nakin. Îro li hemu parçeyên Kurdistan û ji derveyî welat, ji heft heya heftê salî li hemû qadên jiyan û xebatê gelê Kurd bi zimanê Kurdî, bi zimanê xwe dipeyîvin. Her wisa bi hezaran zarok û mamosteyên di zimanê Kurdî de profesyonel bûne, li wargeha penaberan a Mexmûrê bi zimanê dayîka xwe dixwînin û dinivîsin. Ew zarokên ku îro li wargeha penaberan a Mexmûrê perwerdehiya zimanê dayîkê dibînin, hemû jî mamosteyên pêşerojê yên zimanê Kurdî ne.
Ji bo vê jî li ser ziman, polîtîkayên helandinê li ser mirovê Kurd çiqasî bandor kiribe bila bike, dewleta Tirkiyê astengî û qedexe kirinan çiqasî pêş de dibe bila bibe, ji bo bikaranîna zimanê dayîkê çiqas, lêdan, êşkence û zîndanê datîne bila deyne, wê ev ziman winda nebe. Berovajiyê wê, wê ev ziman bi dewlemendî û hebûna xwe gotinên yên weke Bulend Arinç di qirika wan de bihêle. Wê ev ziman bibe ben, (ip) û di qirika dagirkeran de bimîne. Di serî de jî wê di qirika Bulend Arinç de bimîne. Ji ber gotinên ku dike hemû jî puç û valane, ji nezanî û cahîliyê tê.
Ger li ser rûyê vê cîhanê tê xwestin ku di nava giştiya mirovahiyê de wekî mirovên bi rûmet cih bigrin û wiha werin pejirandin, pêwîst e di serî de gelê Kurd li zimanê xwe û pê re li nirxên xwe yên netewî xwedî derkevin. Ger ev yeka ne yê kirin, ti mirovê li ser rûyê cîhanê wê wan kesên bê ziman rişt negre. Ji refê mirovan hesap nake û wê bixwaze hemû mafên wê binpê bike.
Gelê Kurd jî îro xwedî wê hêzê ye ku li hemû qadên jiyan û xebatê xwedî li ziman û rûmeta xwe derbikevin. Gel wê bi zanista zimanê xwe, careke din bi yên weke Bulend Arinç bidin zanîn ku mirovahî li ser van xakan bi hebûn bûye.
Hindistan Penaber
- Ayrıntılar
Ş. Kemal CIZÎR
 Îro salvegera komkujiya Helepçe û Qamişlo ye. Di dîroka gelê Kurd rojekî reş e. Rojekî bi lanet e. Ti carî nayê ji bîr kirin e.
Îro salvegera komkujiya Helepçe û Qamişlo ye. Di dîroka gelê Kurd rojekî reş e. Rojekî bi lanet e. Ti carî nayê ji bîr kirin e.
Bi boneya vê rojê hemû şehîdên komkujiya Helepçe û Qamişlo yê bibîrtînim û bejna xwe li himberî wan ditewînim. Her wisa hemû kiryarên van komkujiyan bi kîn û hêrsa dilê xwe lanet dikim.
Dema mirov li nav rûpelên dîrokê dinêre, ev ne bûyerekî ku di rojekî de biryara wê hatiye dayîn e. Dîrokekî vê heye. Dema ku mirov li dîroka wê dinêre, mirov dikare bi hezaran salan dûr biçe. Ku mirov wê bikaribe baştir fêm bike vê bûyerê. Çawa rojhilata navîn ji bo mirovahiyê derketiye, gelê Kurd jî afirandina destpêka vê mirovahiyê de ne. Dema ku dîrok diherike, civak tê binxistin, desthilatdarî derdikeve, gelê Kurd vê ti carî ji xwe re napejirîne.
Gelê Kurd çawa di afirandina mirovahiyê de rola xwe leyîstine? Ji bo parastina nirxên xwe, parastina mirovahiyê, ti caran ji bedeldayînê xwe paş de nedane. Ewqasî girêdayî nirxên xwe ne. Di kesayetê îro de jî, mirov dibîne.
Dema mirov li dîrokê meyze dike, wekî konfederasyona Med ê, mirov dikare jiyana Kurdan baş analîz bike ku baş binirxîne. Çawa ti carî desthilatdarî ji xwe re qebul nekirin, bi ruxmê bûn xwedî hêz jî, lê desthilatdariyê li ser mirovahiyê ne meşandine. Di roja îro û di dîrokê de jî tê dîtin. Ev komkujiya 16’ê Adara 88’an, ne ya destpêkê ye. Ev wê ne ya dawiyê jî be. Dibe ku ji Sadam bi hezaran komkujiyan destpê kiribe.  
Helepçe taybetmendiyên xwe cuda ye. Helepçe roja şiyarbûna gelê Kurd e. Roja zanistiya wê ye. Roj û demê xwe birêxistin kirina wê ye. Desthilatdaran bi vê derketin û tevkujiya Helepçe re xwestin, gelê Kurd tine bikin û vê şerma xwe ya mirovahiyê li tevahiyê cîhanê belav bikin. Xwestin li ser xwîna gelê Kurd desthilatdariya xwe bimeşînin. Lê rojhilata naverast ji wan re hertimî asteng bû.
Bi sekna xwe, bi nirxên xwe, bi şêwazê jiyana xwe hertimî gelê Kurd ji wana re asteng bû. Dema mirov bi vî rengî meyze dike, mirov dibîne ku di kesayetê gelê Kurd de, rojhilata navîn di komkujiyê re derbaz bûye. Lê cardin di dîrokê de gelê Kurd, ji ti komkujiyên xwe re bê bersiv nemane.
Di sala 88’an de bi ruxmê komkujiya Helepçe jî qewimî jî, bi pêşengiya RÊBER APO, PKK xwe bi hêztir kir. Beriya wê du salan kongreya xwe ya sêyemîn damezrandibû.
Destpê kirina şoreşa PKK û gelê Kurd ji bo desthilatdaran astengiyekî mezin bû. Ji ber wê ti carî nehêle ew zihniyeta xwe ya gemar têxin axên qedîm yên Mezrabotan. Xwestin rê li ber vê şoreşê bigrin, lê nekarîn û wê nikaribin jî. Ew çiqasî bi ser gelê Kurd de hatin, gelê Kurd di qirkirinê re derbaz kirin, gelê Kurd ewqasî jî bi hêz bû. Di roja me ya îro de ev jî bi awayekî zelal derdikeve holê.
Wexta nekarîn bi komkujiya Helepçeyê encam bigrin, vê carê jî li Qamişlo gel di komkujiyê re derbaz kirin. Li sînema Amudê zarokên Kurd bi awayekî zindî şewitandin. Heya roja îro jî bêyî navber polîtîkayên bişavtin û helandinê li ser gelê Kurd tê meşandin. Ji her çar hêlên cîhanê de bêyî nav ber evan xakên qedîm dibin gulebarana dagirkeran de maye. Dixwestin vê bihuştê têxin bin desthilatdariya xwe, gelekî kevnar yê mîna Kurd jî, ji dîrokê bide jê birin. Gelê Kurd mirovahî xwedî kiriye, dayîktî jêre kiriye û mirovahî bi ziman û çav kiriye. Îro jî bi heman erkê xwe ve radibe.
Em jî weke şervanên fedayî yên RÊBER APO, weke mirovekî Kurd û weke şervanên azadiyê soz didin ku ev bûyera ku di dîroka me de hatî jiyan kirin, em ji vê re bê bersiv nemînin. Em ti carî vê winda nakin. Bi boneya salvegera komkujiya Helepçe û Qamişlo, tevahî şehîdên wan bi bîrtînim û bejna xwe li himberî wan ditewîmim. Soza me wê pêkanîna xeyalên we be.
- Ayrıntılar
 Dixwazim ji tere vebêjim, hestên xwe yên ne bi hevok û ne jî bi rûpelan werin gotin. Dibe kêm be îfade, lê weke berpirsyariya xwe ya rêhevaltî dixwazim hestên xwe bi tere parve bikim rêhevalê, ku ji hemû xwestek û xeyalên were bibim bersiv.
Dixwazim ji tere vebêjim, hestên xwe yên ne bi hevok û ne jî bi rûpelan werin gotin. Dibe kêm be îfade, lê weke berpirsyariya xwe ya rêhevaltî dixwazim hestên xwe bi tere parve bikim rêhevalê, ku ji hemû xwestek û xeyalên were bibim bersiv.
Ez ê dest pê bikim, daku bi qasî dema kişandina pîma narincokê, bihêlî ji mere hesret. Dibe ya li pişt wê bê, giran be. Pişt re têkeve rê wek hemû rêwiyên din. Ji bo ku tu baweriya xwe bi hêlî ji mere, piştre evîna xwe. Heta hêrsa xwe ya ku di bijankan de maye. Ew silava te ya nayê gotin û ew xatirxwaziya ku ti carî neyê jiyan kirin bihêle ji mere. Bikeve rê, rêhevalê.
Nazlicana delal, tu ya ku ketî suruşta bêrî kirinan. Ya ketî suruşta yên ji veqetînan hesdikin, veqetînan dizanin. Li serê bijankên xwe ew toza çiyayî û ew şiliya çavên xwe yên di nirxê atomê de ji mere bihêle. Ma yê nekeve suruşta veqetînan, wê çawa bizanibe hîsê germahiya destên germ û birewa yên piştî rêwîtiyekê dirêj an jî kurt. Ji lewra dixwazim bi wate bikim demê me yê bi hevre derbaz kirî.
Belê rêhevalê, tolhildana me, soza bidestxistina azadiyê ye. Weke wekoka kulîlkên herî xweşik yên di zinarên hişk de şîn dibin. Weke suruşta bagerekê hişk ku ji deştê berbi çiyayan bilind dibe. An jî weke bedewiya te. Tu weke xwezaya welatê min xweşik bû. Tu jî dizanî yên dişibin welatê xwe xweşik in. Tu ew çend bedew bû. Ji lewra tu bi hestên xwe yên zelal, bûyî nîgar di tevna mejiyê me de. Bi vê nîgariyê di hemû kêliyan de şev bangî hîvê dikir ku bi ahenga xwendina helbestên xwe re bibe awaza lêdana bilûra te ya dilbiêş. Çiqasî xweşbû, lêdana te ya li bilurê. Çiqasî li bergên te yên gerîllayî dihat ew deng û livîna tiliyên te yên li ser darê bilurê. Çiqasî rûgeş dibû heyva bedew bi vê dîmenê, wexta rûyê te li şewqa wê, awaza te li biriqîna stêrkan. Ji lewra heyvê van dîmenan bi xwere dinivand di sayîbûna asîmana ku tenê ji stêrkan re maye. Vaye bi viziniya bayekê hênik, vedibêjî peyvên xwe ji heyva bedew re. Çiqasî evîndar bi soz in, ne wisa rêhevalê. Evîndarên weke te, di her şevê de xwediyê soza xwe ne. Ji lewra di himêza asîmanan de, bi rêhevaltiya xwe ya bi stêrkan re hun bûn sozdarê welat û yê azadiyê. Ji lewra gengaz bû ji çavên te fêrî hêviyê bibim, ji dilê te yê bi aram, heskirin û tolhildanê bixwînim.
Belê rêhevalê ji bo îfade kirinê ti gotin têre nake. Ji ber em hîn jî bi tere kevir bi kevir, şîve rê bi şîve rê, li ser bedewiya xaka welat digerin. Bi vê gerê, di şarazeya mezina a rojê de hêviyên we pêkanîn, soza me ya şoreşê ye. Mîmarê mezin û gerîllaya dil mezin Nazlican. Tu bi heqîqeta xwe, di suruşa şoreşa dilê me de weke neqşekê rengîn bi cih bûyî. Ew wêneyê te, li ser dîwarê dilê min neqiş kiriye û hemû rêwiyên weke te, wê timî daliqandîbe tê de, heya dawiya temenê me û pêkanîna xeyalên we.
Hindistan Penaber
- Ayrıntılar
Li Ser Bîranîna Rêheval Şehîd Rustem 
  Ji min re gotin tu divê şehîdan binivîsî. Lê dema ku dor hat nivîsandina ez li yê yekemîn geriyam. Bi fikara ka wê çawa te binivîsin. Min gotinek bihîstibû ku şehîdan bi fikar dinivîsin. Lê ez berevajiyê viya fikirîm. Bi ya min em ên ku dijîn bi fikar dinivîsin. Jiyaneke ku peyvan bi dawî dike, jiyaneke ku di xeta asoyê de digere, tiştên bi têkbirina peyvan li dû wan diçin, di nivîsandina wan de her çima be ez zehmetî nakişînim, asê nabim. Lê kesekî pir bi guman  im. Piştî her nivîsa ku dinivîsim kûr û dûr paşerojê bibîr tînim û dinihêrim ka nivîs min çiqas ber bi wan deman ve dikişîne. Tekane teknîka min jiyana ku hatiye jiyankirin bixwe ye. Hewl didim ku ne tiştekî zêde lê zêde bikim ne jî kêm bihêlim. Bi bişîrîn, dixwazim heqîqetê vebêjim. Dibêjin peyv û wateyên xweş sînerjiyê çêdikin û gelek kes ji viya îlham digirin. Çend roj in di nav lêgerîneke wisan de me ku rast li peyvekê jî ji peyvên ku lê digerim, dixwazim bibînim nehatim. Ji bo vê yekê her ku peyv zêde dibin wateyên di bîra min de bi cî bûne kêm dibin, ji fikra çi aliyekî dizek ê peyvan hebûye xwe nagirim. Warê her ku dizîvirim û têm digihêmê; wek bi keviran ve hatibim mohrkirin, bîranînên ku min dibin paşerojê ye.
Ji min re gotin tu divê şehîdan binivîsî. Lê dema ku dor hat nivîsandina ez li yê yekemîn geriyam. Bi fikara ka wê çawa te binivîsin. Min gotinek bihîstibû ku şehîdan bi fikar dinivîsin. Lê ez berevajiyê viya fikirîm. Bi ya min em ên ku dijîn bi fikar dinivîsin. Jiyaneke ku peyvan bi dawî dike, jiyaneke ku di xeta asoyê de digere, tiştên bi têkbirina peyvan li dû wan diçin, di nivîsandina wan de her çima be ez zehmetî nakişînim, asê nabim. Lê kesekî pir bi guman  im. Piştî her nivîsa ku dinivîsim kûr û dûr paşerojê bibîr tînim û dinihêrim ka nivîs min çiqas ber bi wan deman ve dikişîne. Tekane teknîka min jiyana ku hatiye jiyankirin bixwe ye. Hewl didim ku ne tiştekî zêde lê zêde bikim ne jî kêm bihêlim. Bi bişîrîn, dixwazim heqîqetê vebêjim. Dibêjin peyv û wateyên xweş sînerjiyê çêdikin û gelek kes ji viya îlham digirin. Çend roj in di nav lêgerîneke wisan de me ku rast li peyvekê jî ji peyvên ku lê digerim, dixwazim bibînim nehatim. Ji bo vê yekê her ku peyv zêde dibin wateyên di bîra min de bi cî bûne kêm dibin, ji fikra çi aliyekî dizek ê peyvan hebûye xwe nagirim. Warê her ku dizîvirim û têm digihêmê; wek bi keviran ve hatibim mohrkirin, bîranînên ku min dibin paşerojê ye.  
 Ez wiha dinivîsim. Merîfet ne di nivîsandinê de ye, di nav wê jiyana bêhempa de, qet heq nekim jî cihgirtina min e. Ev vegotinên min, di kêliyeke talûkeyê ya ku ji mirinê re hema maye de, di nav dîmenên jiyanê yên ku mirin û jiyan hewl didin ji hev bidizin de çi hebin mîna wan, wek nirxên ku di jiyanê de cî û war girtine yeko yeko tên ber çavên min. Çend roj berî wan yan jî ev dîmenên ku bi wan kêliyan dest pê dikin her ku can dibînin, dibin wek avzêrê, tê wateya demên herî xweş ên jiyana min. Dişibe tiştekî mîna ku nemiribe, ji nav me veneqetiyabe. Kî dema ku dijî jî ew dem wek rûpelên pirtûkeke pîroz a destnedayî di cihê xwe de disekine û jiyana xwe berdewam dike. Ji ber ku ev jiyan aydî wan e, dema dinivîsim dizanim ku ew tên nivîsin. Li ser jiyana wan, tabîreke bi navê hestên li ber xwe didin nizanim çima pir li xweşa min tê. Di nivîsandinê de hewla avakirina diyalektîkeke wiha didim; pêbawer im ku enerjiya pozîtîf a derbarê jiyanê de ji aliyê wan ve tê afirandin. Ava heyatê ya derbarê jiyanê de, ev ava cewher a ku daf dide, bi xwe re dixijikîne an jî sînerjiyek diafirîne ber bi giştî ve herikandine û dibe awayê enerjiyek ku hatiye fedakirin. 
 Helbestkarekî navdar, di helbesteke xwe ya pexşanî ya bi navê “Nameyên ji Kahîn re” de dibêje ew bixwe jî yekî din e û belkî jî bi vê rê, bi tevkariyeke dumendî gotina “Ez yekî din e” qest nedikir? Di “nameya kahînî” ya ku ji mamosteyê xwe re dinivîsand de bi gotina “ez xwe fedayî civakê dikim” jixwe dest bi fedakirina ‘ez’a xwe ji bo yê/a din kiribû jî. “Ez difikirim” bê gotin tiştekî şaş e. Divê “li min difikirin” bê gotin. Di vir de mirov dikare bibîne ku bi serê xwe ‘ez difikirim’ têr nake, ‘ez’ divê dûçarî (merûz) çalakiya hinekan bimîne, lê ez bi ‘fikirandinê’ re, xwe bike aydî dinyayê.  
 Mirov bifikire, bedena ku dijî, bi hepskirina enerjiyê di têgihîştina olî de ruh digire nav lepên xwe jî dikare vê rastiyê bi awayekî cuda vebêje. Dema ku enerjî azad dibe tê maneya dema ku ruh jî ji esaretê rizgar dibe. Ji wan kesan im ku bi fikirandina vana, bi zanebûna ku ev heqîqetek e êşên me sivik dibin. Êş û azadî wek xwişk û birayên cêwî ne. Yek nebe yê din jî nabe. Tam nebûna yekî/ê yê/a din jî dikuje. Li ba me dumendiya şehîd û yên dijin nayê vê wateyê. Ez qala jiyaneke ku hatiye jiyankirin û niha hê bîranîna wî teze ye dikim. 
 Dema ku jiyan di ahenga demê de nebe mirov pir êş dikişînin. Di nav êşên dinyaya ku em dîtbarî dizanin de mirov pirî caran bi êş ji jiyanê xatir xwestine. Bêyî ku ji hêza bi raz û sêhr a di pişt qalpaxa çav de bibêje merheba. Birastî jî zehmet bûye ku mirov ji ruhê xwe, ji dinyaya xeyalên xwe û ji qeweta dilê xwe hêz bigire. Hinek jê ji ber wê yekê dinyayê wek dinyaya ku tê dîtin, xuya dibe fêm kirine, hinek jê jî ji bo yê ku naxuyê bûye qatilê van demên heyî. Lê jiyan tevî hemû ketin û rabûnên xwe, bê rawestan her meşiyaye, li ser vê hevkêşeya mirovan. 
 Li gel me jî her du wisa di nav hev de ne ku tu dibêjî qey cêwî ne.  Li her tiştê ku dibîne kenek, xweşiyek zêdekirin û di ruhê xwe de hêvî çandin wek ginciyên xwînê yên ku di heman demarê de diherikin nêzî hev in. Kîngê dest diwestin em kenê zarokî yên bi milyonan ji me û wêdetir e hembêz dikin. Dema dilê me teng dibe em direvin çiya, hêvî û bestiyên (filîz) nû. Cihên ku fişek jî nagihênê hene ku li gel me bêsekin hêviyan mezin dike û dilan zêde dike. Ew hêvî ku tu nikarî di tu kozika ku êrîş dikinê de bibîni, nikarî bijidînî ango nikarî dîl bigirî. Ev îdeolojî û baweriyeke wisan e, bi jiyanê ve ew qas girêdayiye ku ala hêviyê tu car li cihê lê ketiye nahêle. Û bawerî mezin dibin, mezin dibin hêvî. Û em, bi her roja ku hiltê re bênavber ev tovên hêvî û baweriyê ji nû ve di dilan de diçînin; lê pêşî di dil û hebûna xwe de. 
 Ka bifikire, hêviyên te bi qasî ku lingekî te jê bibe jî tu yê hîs nekî wê mezin bin û tu yê pêl hêviyên nû bikî û biçî. Bi viya zanîn û viya di ruhê xwe de hîskirin dibe berhevkirina hêza gerdûnê di xwe de. Vaye di me de dînamîzma hêzê ya ku nayê fêmkirin û çavkaniya hêzê, hêvî û hezkirina jiyanê, azweriya wê, dilê ku fişek, tank û top nagihênê, qazan nikarin bişkênin, hêviyên dil in ên li ba me. Ji ber ku fêmkirina viya zor e, ez ne li hêviyê me ku pê re pê re bê fêmkirin, min bixwe heta gelek hêvî û bawerî fêm kirin min gelek dem derbas kirin. Min got nabe, tiştekî wiha çawa dibe kî, min digot ji mirov wêdetir e, ji ber ku min hêza mirov di wan çavên wî yên biçûk de didîtin. Min digot kîngê yê ku mirov dibîne biqede divê hêvî neqedin, piştre her ku gav bi gav bi çiyê ve çûm, her ku yên dijîn dît û min bi xwe jî hêviyên biçûk çandin wê demê min di dilê xwe de wate dayê. Min ê nezanibûya ku ez ê anora xwe di van şiverêyên bi toz de roj bi roj kom bikim û mezin bikim. Niha dema ez dixwazim binivîsim difikirîm wan hêvî û azweriyên mezin ez ê çawa li ser van rêz û risteyan bi cî bikim, paşê min fêm kir ku ez nikarim hemûyan binivîsim, lê ez difikirim ku hindik be jî divê mirov qurtek ji ava hêviyê vexwin û ji asoyên çav wêdetir biçin.  
 Niha dema ez di şiverêyên Xinêrê de diçim li hêviyên ku salan nikaribûye kevn bikin û demsal nas nakin rast têm. Heta wan parve nekim ez nikarim derbas bibim, an jî bi çavên zarokan ên ku li benda hêviyê ne wê xwe bide qapaxên çavên min. Erê wiha ne meşa dildarên azadiyê. Heta niha tu birîn bi qasî birîna azadiyê kûr û bi azwerî nebûye. Xweşikahiya mezin a jiyana azad bêsekin berdêl dixwaze, bênavber ji bo her kêliya ku tu dijî berdêlên nû nû dixwaze. Vaye bi zanebûna êşa berdêla azweriyeke wiha tu baz didî. Wek azweriyeke bi raz bêrawestan te dikişîne, di dilê te û şaneyên mêjiyê te yên ku li çirûskê digerin de bi dizîka û bi korsanî mezin dibe. Di me de êdî bûye meşeke bi azwerî ya ku ji dîroka me ber bi roja me ve diherike. Ger ez ji dîrokê vebêjim kîteyên azweriya azadiya destpêkê hê jî şahidên wê pistepistan dilerizînin. Bêguman jîn ne hêsan e, hele jî tu bi jiyana xwe ji ya ku “wiha hatiye wê wiha biçe” re bibêjî “BES E”. Gelek kes vê meşa me ya bi azwerî û dildarî fêm nakin lê me van azweriyan bi êşan xurt kirin. Meşa ne mimkun e ku ji bîra me derkeve û heta rûyê zarokan rojê nebîne nesekine. Wek kes bêguman ên ku diwestin heta dikevin jî hene lê em wek hêvî, wek azwerî mezin dibin. Niha dilê çend dayikan li van çiyayan davêje nayê jimartin… Dil di deryaya axê de gihan hev, tu sînor axa me ji me veneqetand, em jî di mezinahiya axê de ji nû ve gihan hev di vê deryayê de. Ev, di raza çiyayan de meşeke wisa ye ku balafirên bi hezaran metre ji me dûr radike. Tu car bergîdana kesayetî ya keda ku hatiye dayîn nehat xwestin. Di her xebata ku hat kirin de çi bi civakê da qezençkirin, yan jî me hestan çiqas vejîn kir, me xwe û vê pirsê pevre hişt.
 Û wê ev wiha berdewam bike û biçe. Di destpêka nivîsê de min kirdeyeke ‘tu’ ya veşarî bi kar anîbû. Lê birastî di hemû vê nivîsa sernivîsê de tiştê ku tê vegotin ji ‘te’ pêk tê. Hê jî dema ez dixwazim navê te binivîsim destên min dilerizin, ez hê jî dikim nakim bawerî pê naynim ku tu şehîd bûyî û ji nav me veqetiyayî. Belê, RUSTEM axirê min karî ez navê te binivîsim. Vegotina te çiqas jî zor e ey rêhevalê min!
 SALÊN DESTPÊKÊ
 Li cihekî nêzî qada ku em lê gerîla bûn digotin xetîbek digere. Dihat vegotin ku “Bi kê re axivîbe ew kes bûye welatparêz, dest bi xizmete şoreşê kiriye.” Bi qasî gel me jî meraq dikir. Cihên ku qala wan tê kirin qadên QOSER û XURSÊ yên eyaleta Mêrdînê bûn. Wan çaxan wisa xetîbî û ji aliyê gel ve wisa qalkirin gelek girîng bû. Qad û mintiqa li gor asta propaganda û ajîtasyona hevalên ku li wê derê ne cuda dibûn. Gerîla diçû her derî lê qadên ku gerîla diçûyê asta wan a nasîna partiyê newekhev bû. Ji aliyê mirovên qadê ve navê RUSTEM pir dihat gotin. Ji gel re nasandina partiyê û piştre desteka gel a ku bi pêş diket jiyan û tempoya hevalên ku li qadê dixebitîn jî zêde dikir. Me didît ku bi demê re bilêvkirina mirovên li wan deran dijîn diguherî, uslûbeke siyasî roj bi roj bi pêş diket. 
 Min navê Rustem wê demê bihîstibû. Dezgehên me yên çapemenî û weşanê wê çaxê zêde ne pêşketî bûn. Bi rêya Serxwebûnê gihîştina gel, gel ronîkirin giran diçû. Vaye rêhevalên wiha vê valahiyê tije dikirin. Rojek ji yekîneyeke me ya li deşta Mêrdînê ya ku me lê faliyet dikir re notek hatibû. Di rêya qada me de çekên BKC, wê bigihîştina qada Xursê ya ku Rustem ew lê bûn. Sal payîza 91’an bû. Saleke bi baran bû. Ew sal baranê zû dest pê kiribû û meşên me yên li deştê pir neyênî bandor dikir. Di dema çandiniyê de ajotina axa sor ji çamûrê girên biçûk çêkiribû. Dibe ku ji ber temenê min ê biçûk be ez pir diwestiyam, meşeke ji bo gerîla ji rêzê bûya jî ji bo min wek astengiyeke derbaskirina wê pir zehmet dihat. Hînbûyîna derbaskirina astengiyan, bi cihekî pir bilind re dan ber hev, dibe ku taybetiyek ji wan deman bi min re mabe be. Keleha Mêrdînê ya ku wek astengiyeke pir mezin min dida ber xwe, di pirî nivîsên xwe de min wek dîamon girtibe dest jî, birastî tim li ber çavê min bû û min mîna  derbasoke wek dêw a pir rihet wê neyê derbaskirin lê dinihêrt. Her tiştê min li derdora wê dizîvirî an jî ber bi wê derê ve baz dida. Strana ku min ber bi xwe ve dikişand wiha bû. Leheng û stêrkên ku ez li dû wan dibeziyam divê qey hemû li pişt wê derê disekinîn, min dikişandin. Tiştên watedar ên ku diketin dinya min a têgihîştinê her ku zêde dibûn wek milên ku ji çiyayekî mîna dêw tên xarê wateya jiyana min fireh dikirin. Ez dixwazim ev wek masûmiyeteke zaroktiya min bê fêmkirin ku min heval Rustem jî li dor vê kelehê wek sîwanek dîtibû. Piştî meşeke di demeke wek ku esman qul bûbe baran dihat, li derveyî kelehê her tişt di baranê de winda bûbû, xwe veşartibû de em çûbûn gundekî deştê. Di nav ronahiyên lempeyên kuçeyê ku zor dihatin dîtin de, lempeya malê sankî di nav peşkinandina avê de bi berxwedan ronkahiya xwe belav dikir, bi zorekê nîşana jiyanê dida. Em dema dikevin hundir bi sê gerîlayên ku cilên xwe ziwa dikin re rast tên. Ew jî nû hatibûn. Her sê jî li piyan bûn. Me bêyî ku nas bikin hîs kiribû ku hevalê parkeyê leşkerî yê ku me jê re digot parkeyê akademiya Lubnanê danîbû û bi destê me girtibû Rustem bû. Dinyayeke me ya têgihîştinê ya ku em navan ji seknê, seknê ji navan pê derxin çêbûbû. 
 Di nav malê de her ku nîqaş dewam dikirin ji wê rojê ve taybetiyeke ku di hişê min de mayî û min çiqas cara heval Rustem dîtibe min biriye wan deman hebû. PKK’yî nerm diaxivin, di hin derên xuya de hişkbûna wan birastî têgihîştineke ji wan deman de ji min re mayî bû. Mirov dikare vê taybetiyê gelemperî bike. Lê herî zêde ev li hevalê Rustem dihat. Peyvên wî wek şilaviyeke şematok ku di nav şimayê de hatibin şûştin diketin mêjiyê mirov. Heta bibêjî zehmet bû ku mirov li hember peyvên wî li hember xwe bide. Ez li kêm kesî rast hatime ku peyvan wek wê neşkên, ji wan tu tiştek neqetê, tek tîpekî wan jê nepekê bi qasî wî xweş bi kar bînin. Tiştekî pir balkêş e, dema ku em di sala 94’an de li hev rast hatin dîsa heman tiştê wî bala min kişandibû, min êdî wî bi vê taybetiya wî re kiribû yek. Aliyê herî xurt ê PKK’yiyan ev bû û wî cihê herî xweş qefaltibû, viya kiribû wek parçeyekî kesayeta xwe. 
 Sê sal şûnde, li çoltera Nisêbînê, li cihê ku me jê re digot panava Omeryan em rastî hev tên. Eyaleta GAP’ê dihat valakirin. Hema hema her roj ji Bagokê kurye diçûn Omeryayê, komek dianîn û paşve diçûn. Nermahiya di uslûba heval Rustem de derbasî kesayeta wî bûbû û em ruhekî pir mutewazî dibînin. Di rûyê her kesî de ji bo valakirina qadê şikestinek heye. Lê di rûyê heval Rustem de wateyên hîn cuda dihatin dîtin. Wan deman berpirsiyarê mintiqayê bû. Lê berpirsiyariya ku jiyan dikir wekî ku barê hemû eyaletê li ser milên wî be, tim difikirî çima, ji ber çi û divê çawa bê kirin ku cardin bikaribin vegerin eyaletê. Yên ku wî nas nekirina wê bigotina qey ew di nav xayil de ye. Eyaleta GAP’ê ji rojavayê Mêrdînê pêk dihat. Di navbera herêma Omeryan a ku em rastî hev hatin û qada ku ew jê dihat; Xursê de ji aliyê erdnîgariyê ve cudahiyeke cidî tune bû. Li Omeryanê yekîneyên gerîla hebûn. Dikaribûn rihet hereket bikin, çalakî bikin. Di rûyê heval Rustem de îfadeyeke bi xwezî, bi dilbijîn dinihêrt hebû. Temenê gelekan jê hijdeh, nozdeh bû. 
 TEMAMKEREKÎ BAŞ
 Em heval Rustem di salên 95’an de li Mawayê dibînin. Piştî ku ji GAP’ê derbasî Botanê dibe demeke kin li Botanê dimîne. Hema piştre dikeve rêveberiya herêmê û derbasî Mawayê dibe. Li vir tiştê ku herî zêde derdikeve pêş; temamkerekî baş e. Di Kurdan de tiştê herî zor, valahiyê, kêmasî nîvîbûnê temamkirin e. Ev taybetî di nav tevgerê de jî pir derketiye holê, ji aliyê Rêbertiyê ve her tim bûye  mijara rexneyê. Rêbertî digot; “Dijmin serbazên herî xurt aniye ba hev û ji wan ekîbek ava kiriye.” Hemû hevalên ku di eyaletê de berpirsiyarî girtine dixwazin bi heval Rustem re bixebitin, hêvî dikirin ku di herêma xwe de bi hev re bin. Bi qasî ku tê bîra min li Mawayê ji enî û xebatên siyasî yên din ên qadê ew berpirsiyar bû. 
 Pratîka herî serkeftî ya Mawayê di vê pêvajoyê de çêdibe. Gel ji wî re digotin “Xoce”. Rustemê ku min destpêkê ew nas kiribû çawa be li Mawayê jî ez wî wisa dibihîzim. Salên ku dijmin marjînalbûnê ferz dikir bûn. Sala 96’an ji bo me û dijmin saleke girîng bû. Di van salan de endamên nû li têkoşînê zêde kirin, pêwîstiyên lojîstîkê yên gerîla bi cî anîn heta bibêjî karekî zor bû. Berde pêwîstiyên qadeke din ên lojîstîkê temînkirin, pêwîstiyên qada ku tu tê de yî bi cî anîn jî mesele bû, herema ku heval Rustem lê dima hem şervan derdixist hem jî pêwîstiyên herêmên din bi cî anî. Salên herî bê pirsgirêk ên rêvebiriya herêmê bûn. Ew bû mînaka herî baş a xebata kolektîf. 
 YEK JI KESAYETÊN KU HERÎ ZÛ KETE PARADÎGMAYÊ
 Heval Rustem, piştî kongreya şeşemîn derbasî qada Rûsyayê dibe. Em di kongreya Sêyemîn a Kongreya Gel de rastî hev hatin. Bi fizîkî pir zeîf bûbû. Dema ku pir difikirî zeîf dibû. Me vê rewşa wî dizanibû. Taybetiyên wî yên ku bi hêjayî lêhûrbûn dike û her tim di xwe de merhaleyên nû diafirîne diyarker bûn. Her peyvê her wekî ji ava can a ku dihelîne derdixist, bi giraniyeke heta bibêjî watedar difikirî. Di awirekî de mirov dikaribû bibîne ku pir cidî difikire. Di vî warî de di her mijarî de fikra heval Rustem girtin her tim encam dida. Bi xwe re di nav şerekî cidî de bû. Dibe ku xetîbiya wî ji wir tê. Her kesî dizanibû ku xwedî fikrên piştî têkoşîneke pir dijwar hatine bidestxistin bû. Ji ber wê yekê min nedît ku ji çi axaftineke heval Rustem re îtîraz, dijderketin bi pêş ket. Bi gelemperî her kesî li wî guhdar dikir. 
 Dema di dersan de diaxivî, min nedît ku kesî/ê not digirt. Hevalek digot; “ez not nagirim, ji ber ku ez not bigirim ez ê ji axaftinên wî bimînim”. Amûreke muzîkê ya ku nayê zanîn yan jî nankokiyên ku mirov di kûrahiyên mêjî de nikare îtîraf bike diqefalt, wek ku li mêjiyê mirov mesaj bike fikir rihet dikir. Hevalên di her astê de yên nû, kevn, entelektuel an jî ne entelektuel her heval ji heval Rustem bandor bûne. Hema her fikrî jî pêşî di xwe de dipîva, zelal dikir piştre digot. Fikrekî heta kîtekîta, detaya herî ziravî jî nedahûranda rihet nedibû. Nêzikatiya wî ya paradîgmayê jî wiha bû. Birastî nermbûna di têgihîştinê de ji destpêkê ve li gel heval Rustem hebû. Ji ber ku di xebatên gel de mabû, dest dabû ku awayê fikra nerm bi dest bixe. A rastî dema ku xwezaya civakê baş hat fêmkirin, qanûnên xwezayê bixwe yên navxwe xwedî fikreke civakî ya ku wiha dixebite ye. Fikra civakî xwezayî ye û ji kûrahiyên xwezayê tê. Rastiya mirov a ku perçe perçe viya temam dike dema di ronahiya vê diyalektîka xwezayî de hat xwendin, zêde zorahî nayê kişandin. Vaye hevalê me Rustem zimanê viya dizanî, bi awayekî pir baş dikaribû pratîze bike. Bi van gavan dest bi paradîgmaya nû kiribû. Di dema ji nû ve avakirinê ya tevgera me de karên, erkên herî zor girt ser milên xwe. Ji dîwana kongreyên herî krîtîk re bi dengên herî zêde hat hilbijartin. Di xebatên komîte û komîsyonên ku sîstema KCK’ê bi aliyên rêxistinî yên paradîgmaya nû û aliyên bernameyî de dihatin nîqaşkirin de tevlîbûneke herî zêde nîşan da. Bi zimanê xwe yê wek şerbet bala her kesî dikişand ser xwe. Kongreyeke bêyî heval Rustem fikirandin tiştekî heta bibêjî zor bû.
 NEXWEŞÎNA ŞOREŞGERΠ
 Her ku min li heval Rustem dinihêrt çima ye nizanim ev dihat bîra min. Ji bo hevalekî ku me pir jê hez dikir heval Abbas wiha gotibû; “Nexweşîna wî nexweşîna şoreşê ye. Heta esareta Rêbertî neqede başbûna vî hevalî ne mimkun e.” Sedemeke ku ji nexweşîna heval Rustem re nekaribûn teşxîs deynin jî her tim wê rastiyê tîne bîra min. Ji bo xwezaya mirov enerjiya mirin û jiyanê bi hevdu kişandinê, bandora wan a li ser şaneyan pir tê nîqaşkirin. Têkiliya di navbera aqil û dil de her çiqas mijara çand û hunerê be jî, nakokiya di navbera her duyan de ji ber rêgeza defdan û kişandinê ya jiyanê aliyekî wî yê ku şaneyan zêde û xurt dike heye. Ev tespîta zanistî ku dibêje  hunermendekî/e ku hema li amûrekî muzîkê dide aqil û hestên xwe bi heman lêhûrbûnê li ser amûrê kûr bike wê mirineke zû bîne, taybetiyeke wisa ya şoreşan jî heye. Dilekî ku dikin nav kefa dest şewqdana wî ya ji wîcdanê re dibe awayekî din ê jiyaneke şefaf. 
 Hisiyata Rustemê hevalê me yê dilozan pir xurt bû û pêşbîniya hin texrîbatên ku wê di nav PKK’ê de bên jiyankirin di wî de pir zû dest pê kiribû. Cihê beredayî xerckirina nirxên şoreşê yên ku Rêbertiya me bi hezar û yek kedê afirandine, hewldana parçekirina hêvî û xeyalan mimkun bû ku mirovên ji xwe re digotin ez bi wîcdan im bandor neke? Bandor bû. A rastî nexweşînên fizîkî yên ku di bedena wî de derketibûn bi nexweşînên ku di nav tevgerê de bi pêş ketibûn dest pê kiribûn. 
 Nietzsche dibêje, “tiştê ku fikir hezm nake made jî hezm nake”. Ya rast, gelek nexweşînên rodî û kolonê ji rewşên wiha bingeha xwe digirin. Ez ji wan mirovan im ku aqlê xweşik, rast, sade û di dawiyê de hînî erdemê bûye fizîka mirov jî ber bi viya ve dikişîne bawer dikim. Ew, wek hunermendekî tevlî jiyanê bû. 
 DI AFIRANDINÊ DE MÎNAKEKE SERKEFTINÊ YA RÊBER APO  
     Di gelek welatên bêax de me dest vekir ji demê re. Dem jî her tim ji me dûr, di axa me de bû. Aliyê me yê binaxkirî û belkî esareta me axa me bû. Ji ber ku dîrok di axê de zîl dida. Di axê de kulîlk vedida, di axê de reng dida mirov. Ax di dil de mekaneke bi hêrs, belkî dayîkeke bi esalet. Ji ber wê yekê tov çawa digihê axê bejn davêje û av her ji axê têr dibe xwe di nav axê de dibîne. Û ji ber wê yekê dîroka me cewhera me ya ku dijî ye.
     Rêber Apo yê ku viya herî xweş îfade dike gotibû “Ez Mezopotamyayî me”. Em hewl bidin ku viya di nav rengdêra hevokekê de bijidînin ji bo vî kesayetî ji destpêkê ve wê çi bên bîra mirov: 
     Tim mirovê axa ku gihaştiye tê bîra min.
     Roja seretayî, heyverona pêşîn û axa ku ava seretayî bi bereket lê diherike, şeklê gihayê pêşîn tê bîra min. 
     Aqlê pêşîn, zarokê li ser xwe yê ku ji xwezayê derketiye û ji navikê qut bûye tê bîra min.
     Razberkirina mirovê seretayî yê ji bo mirovahiyê baş, rast û xweş difikire tê bîra min.
     Mirovê ku li hember zilmkar serî radike tê bîra min.
     Eyûb pêxemberê ku ji bo Nemrût dibêje “tu mirovan diêşînî” tê bîra min.
     Vana di kesayeta xwe de gihandina hev mirov dike Mezopotamyayî. Ha di kesayeteke wiha de afirandin tê maneya serkeftinê. Rêhevalekî me yê ku her kesî xwe di wî de didît, di xala tevlîbûn û watedayîna jiyanê de her kesî dixwest wek wî bibe bû. Di vî warî de, bi zanebûna ku ez pir kêm pênase (tarîf) dikim, hevalên me yên ku li çar perçeyên welat dimînin dizanin ku ez dixwazim ji bo Rustem çi vebêjim û ev tê çi wateyê. Em dizanin ku em ê bikaribin pir kêm wî vebêjin. Ya rastî, ew bixwe bi jiyana xwe devê me hemûyan girt, demeke dirêj em kûr kûr fikirîn ka em ê wî çawa vebêjin, peyvan ji wateya wan dawerivînin ku bi tenê jiyan bû rêheval Rustem, mirovekî pir xweşik bû. Ew dildarê hemû gelê xwe bû. 
 Û EW ROJ
        Di nav jiyanê de ji rêhevalên xwe re rojên xwe da hiştin, ji nişka ve ji nav me bi awayekî ku me qebûl nekir bi bişîrîneke nermik a li rûyê melekan tê firiyayî û çûyî. Te ji me re stran hiştin û çûyî. Bi kefiyeya reş û spî ya ku te dida serê xwe, di çîmengehên zozanên Xinêrê de gav bi gav, tiştê ku tu yê bînî bîra me wê ev stran bin. Germahiya deşta Qamişloyê ya ku diqelîne tevlî deng dibe û bi newayeke bi dilşewat re wek dengvedaneke ku digihê çiyayên Biradostê tu yê dilê me germ bikî. Strana Miheme Şêxo ya “Eman dilo” û ya Koma Berxwedan a “Em ê bûka xwe siwarkin”  ên ku hemû ava heyatê diherikîne dengê xwe û her wekî dihelîne em ê tu car ji bîr nekin. Gelek dilên bi zimanê stranê ji sînoran re serî radikin û ber bi Bakur ve diçin çi wate li vê stranê bar dikin em ji heval Rustem dizanin. Belê, em strana “Em ê bûka xwe siwarkin, ji ava mezin derbaskin” êdî hîn kûr fêm dikin û dizanin ku têkoşîn di zimanê stranê de dihele. 
     Em îtîraf dikin ku me nikaribû şehadeta te hezim bikin. Şehadeta te bibe sonda me ya sekeftinê jî, jiyana ozanî ya ku şehadeta te ji me re hişt wek dengên ku te ji têlên sazê derdixistin em di dilê xwe de bikolin jî, me dîsa hezim nekir. Piştî her hevokê ez deqîqeyek disekinim, wisa dest bi hevokeke din dikim. Her hevok hisiyata ku sankî tu ji nav me veqetiyayî dide min. Her nivîs dibe xatirxwestineke şermokî gelo!
     Dibêjin li ser wî nivîs û helbest hebûn. Va pênaseya rabirdûya dilkevir, dilhişk xwe wiha dide nîşandan. Helbestkar dibezin tên alîkariyê. Ew in ev ostayên mêzînê, ew in ên ku van hevokan tînin bîra me:
     Ya ku pelên zer diweşîne ne ba ye
     Dengê vî bayî ne ji daristana mêşeyê ye
     Henase dikişîne ev dilê min ê biçûk 
     Dilerize mîna pelê payîzê
     Belê, rêhevalê min Rustem, ez vana li ser navê xwe dinivîsim. Ji ber dizanim ku, beriya xebera wê rojê te di dilê bi hezaran însanê ku tu naskirine de hin tiştan nivîsiye. Ez ji wan destan bêpar im ku viya tîp bi tîp bixwîne û ji şileavkeke xêvik biqulibîne hubra mor. Ez di terîfkirina hestên dilê dayîkên ku li Baxlera (Amed) û Serêkaniyê, ji wê derê jî gerîlayên ku li girên eniya Zapê fişeka tolhildanê berdide de zorê dikişînim. Ez ê bibêjim bila ev di nav we de bimînê û derbas bibim. Ez ê bi vê helbestê bibim hevparê tiştê ku di nav we de bimîne. 
 
 SERSAXÎ
 Ez dizanim, hûn wek zarokên sêwî man
 Bila serê we sax be pirtûkno
 Dostekî we yê ji can, dildarekî we bû yê ku winda bû û çû
 Lê neçû dinyayên din kî
 De zû cî vekin vedigere nav we
 
 Bila serê we sax be çem û rûbar
 Ez dizanim, hûn nikarin rondikên xwe bigirin
 Ew şîn, kesk û spî
 Ew rondikên we yên şor û şîrin
 Lê ez mizgîniya xwe dixwazim
 Ew bû rûbarek, çemek
 Hem jî rûbarê rûbaran
 Li rûyê erdê, gerdûnê dol bi dol, gund bi gund
 Rûbara ku bi hezkirinê kef dida
 
 Bila serê we sax be
 Qulingên li asîmanan difirin
 Moriya di moristangê de, stêrkno, bila serê we jî sax be!
 Kanî, dol, gir, dar, şiverê, kulîlkên çolê
 Dinya bila serê te sax be!
Pale OMERÎ
çavkanî: http://www.pkkonline.net/ku/index.php?sys=article&;artID=366
- Ayrıntılar
 Ew nêrînên wekî tîr kevanên hemû astengiyan derbaz dike û xwe digihîne nava dilê min, bi êşa heskirina van nêrînên we yên bi wate dixwazim bibim av û biherikim cihê dilê min lêdixe. Dixwazim bibim bahozek ku ji hemû çavên li benda rêwîne, bibim stran. Dixwazim bibim bilorek hemû çûk û zarokan li derdora xwe bicivînim. Dixwazim bibim jinek xwe li dilê we hîs bikim.  Dixwazim bibim ciwanek xwe li nava kenê Evrîm Demîr, Mistefa Malçuk, Mislim Dogan veşêrim. Dixwazim bibim demsalek û azadiya we lê binexşînim. Dixwazim bibim tava heyva ku min tê de penaberiya xwe lê nas kirî. Dixwazim bibim lorîna dayîkek dil şewat. Dixwazim bibim çiyayek şervanên azadî ku xeyal û hêviyên xwe lê dixemilîne.
Ew nêrînên wekî tîr kevanên hemû astengiyan derbaz dike û xwe digihîne nava dilê min, bi êşa heskirina van nêrînên we yên bi wate dixwazim bibim av û biherikim cihê dilê min lêdixe. Dixwazim bibim bahozek ku ji hemû çavên li benda rêwîne, bibim stran. Dixwazim bibim bilorek hemû çûk û zarokan li derdora xwe bicivînim. Dixwazim bibim jinek xwe li dilê we hîs bikim.  Dixwazim bibim ciwanek xwe li nava kenê Evrîm Demîr, Mistefa Malçuk, Mislim Dogan veşêrim. Dixwazim bibim demsalek û azadiya we lê binexşînim. Dixwazim bibim tava heyva ku min tê de penaberiya xwe lê nas kirî. Dixwazim bibim lorîna dayîkek dil şewat. Dixwazim bibim çiyayek şervanên azadî ku xeyal û hêviyên xwe lê dixemilîne.
Dixwazim bibim şervanek heyfa we ji hemû bêbextiya hilînim. Dixwazim bibim lêhiyek berbi we ve biherikim. Dixwazim bibim findek li nava şevên tarî yên li derdora we. Dixwazim bibim sernivîs û şahid ji hemû kêliyên we yên bi wate re. Dixwazim bibim pênûsek ji dilopên pênûsên we. Dixwazim bibim xwedî kesayet ku di dadgeha mirovahiyê de ji mirovê azad re şahidiyê bikim, bi heyecan û coş têbikoşim. Dixwazim bibim agir û hemû gemariyan bi şewitînim. Dixwazim bibim qêrînek hemû bêdengiyan biçirînim. Dixwazim bibim kenê li ser rûyê rojê. Yên ji bo rûmeta xwe jiyana xwe nafiroşin. Dixwazim bibim întîqama 35 ciwanên rêwîtiya wan di nivî de mayî. Ew mexdurê polîtîkayên birçîmayînê bûn, ji bo bîdonek mazot û çend paketê çixare jiyana xwe ji dest dane.
Jiyana li ser sînoran bi zor û zehmetiyan tijî ye. Yanî jiyanek bi tirsa mirinê tê strandin. Belê hemû stran, çîrok û serpêhatiyên Kurdan, jiyan û berxwedaniya wan li hemberî împaratoriya zilmê îfade dike. Di dîrokê de Kurd hertim ji paş de hatine lêxistin. Vê carê ew xencer li Roboskî li dilê Kurdan ket. Îro dîsa mirovahî û dîrok ji komkujîyên din re bû şahid. Ew hîn ciwan bûn û mirinek bi vî rengî heq nekiribûn. Ew di bihara temenê xwe debûn.
Her yek ji wan çîrokek xwe hebû. Ji bo şevên tarî ronî bikin, mazot dibirin ku di tarîtiyê de hêviyên azadiyê şitil bidin. Ji bo ken û keyfxxweşî diyariyê dayîk, bav, xwişk û birayên xwe bikin, berê xwe didin zorahiyên sinirê Iraq û Tirka. Ma gelo, ne ji bo yên li benda alîkariyek û yên li benda hêviyê bûn ku dikarî berê xwe bide zor û zehmetiyên sînorên ku bi bûyerên ne diyar tijene. Belê, ma gelo ji bo kesên dibêjin em mirovên xwedî pîvan in, ne şerme ku li himberî komkujiyekî bi vî rengî bêdeng dimînin? Gotinek bav û kalan heye dibêje, ‘‘dinya bi dorê ye, ne bi zorê ye….’’
Em di sedsala 21. an de bin jî, mirovên bê tewan bi çekên kimyewî tenê kuştin û şerma herî mezin jî wek ku ev bûyer ji rêzê û xwezayî be didin nîşan kirin. Ji ber ku wan ciwanan wekî bav û kalên xwe neketin pey jiyaneke bêrûmet, neketin nava pergala cerdevaniyê, tenezul nekirin ku xwe li ser keda hinekê din bidin jiyan kirin, berbi mirinê de hatin terikandin. Dijminê me ji derveyî mirinê ti mafê din ji mere nade.
Wan ciwanan, pîvana dilekê dewlemend û jiyanek bi rûmet ji bo xwe esas digirtin. Malê dinyayê ji wan re nexem bû. Gotinek ya bav û kalan heye dibêje, ‘‘malê dinê, gemara desta ye. Her ku destê xwe dişû, ew jê diçe…’’ Ew ne di ferqa biryara mirina xwe de bûn. Bi biryar berbi xeyalên xwe de, ber bi bêdawî bûnê ve diçûn. Neyaran ji zû de bi plansaziyeke gemar fermana ku stêrkên wan ji asîmana şîn bi şemitînin dabûn. Wan ewrên reş kom dikirin û li ser xewn û xeyalên bi rengê berfa spî barandin. Li ser hêviyên wan reşandin.
Qêrîna wan ciwanan asîmana kun dikirin ku hewara xwe bigihînin xwedawenda dayîkê. Lê, lêxistina firokan dengê wan di bêdengiyê de hiştin. Ma gelo, ew qêrîn qet tevûzek nexistin hestiyê xudayên desthilatdaran? Sedsala em tê de jiyan dikin, sedsalek ku xwe bi demokrasî, maf û azadî pênase dike. Lê belê, em dikarin bêjin dibe ku jî ev sedsal sedsalekî herî zêde mirovahî û bi taybetî jî gelê Kurd ji mafê wan têne merhum hiştin û koletî li ser wan têne ferz kirin. Bila dijminê faşîst baş bizanibe wê yek ferdê Kurd ti caran bêrumetî ji bo xwe qebul neke. Ev tekoşîna hebûnê ye ku îro gelê Kurd ji bo wê canê xwe didin. Ev berxwedanî tirs û xofê dixe dilê wan dijminan. Dijmin nekarî ew sirê hebûnê qebul bikin. Fêrî Kurdê berê bûne ku xulamiya wan bikin.
Kenê zarokên vî welatî dibe kabusên xewnên wan. Ji bo vê ye xudayên ji zarokan ditirsin, fermana wan zarokan didin dixwazin neviyên Iştaran dibin siha şurê xwe re derbaz bikin. Ev şer ne tenê şerek, ev şer îfadeya şerê xwedawendan li himberî zilm û zordestî xudayên rûpûşa wan ketine îfade dike. Em dixwazin careke din dest nîşan bikin ku wê ti zor û zehmetî beden me ji tekoşîna azadiyê durnexe. Her êrîşek li ser bingeha tinebûnê, me ji herdemî xurttir dike. Em carek din sonda xwe ya xwedî li xewn û xeyalên wan derbikevin didin.
Axîn CUDÎ
- Ayrıntılar
 Sal 2003 bû. Ez li qada Xakurkê, di taburekê de bûm. Dora çûndina tepe hatibû yekîneyên hevalên jin, ji bo wê jî em ê bi tîmekê çûbûna tepe. Di plansaziya taburê de pir kar dihate meşandin. Lê, dixwazim rojek ji rojên çûndina me ya tepe bibîrbînim. Di hundirê sê rojan de bûyerên ku li tepe qewimiye dixwazim bi were parve bikim.
Sal 2003 bû. Ez li qada Xakurkê, di taburekê de bûm. Dora çûndina tepe hatibû yekîneyên hevalên jin, ji bo wê jî em ê bi tîmekê çûbûna tepe. Di plansaziya taburê de pir kar dihate meşandin. Lê, dixwazim rojek ji rojên çûndina me ya tepe bibîrbînim. Di hundirê sê rojan de bûyerên ku li tepe qewimiye dixwazim bi were parve bikim.
Tabur hêjmara xwe pir bû. Ji ber vê çendê dora tepe di wextekî pir dereng de dihate me. Tabura me ji dû yekîneyan pêkdihat, yekîneyek hevalên jin û yekîneyeke hevalên xort. Ji bo vê jî, hem hevalên xort diçûn wî tepî û hem jî hevalên jin.
Demsal berbi payîzê diçû. Pelçimên daran xwe li ba dikirin û bi zerbûnê re yeko yeko diweşiyan li ser şîverê yên di himêza daristanan de. Demsaleke pir reng bû. Dar, pelçim û kulîlkên wê rengo reng bûn. Ne di destê mirovan debû ku mirov evîndarê wê werzê (mevsim) nebana. Yek jê di wê werzê de ku li cihekê pel di weşiyan, lê hinek ciha jî bi mîsogerî şilî hebû. Bi taybet jî di cihên bilind de lepên berfê, yan jî gijlokên hûr yên baranê lê dikir. Ev jî rengeke cuda ye di vê werzê de. Di nava bedewiyekê bi vî rengî em ê biçûna tepe.
Li ser hîmê çûndina me ya tepe, me hemû amedekariyên xwe kir. Ji bo komekî hevalan çi pêwîst bû, me amede kir. Em ê sê rojan li tepe bimana û pişt re daketana.
Em ber bi tepe birê ketin. Hemû hevalên tîmê yên ku bi hatana tepe, pir keyfxweş bibûn. Coşekî gelek mezin di dilê wan de hildiavêt. Ji ber roj bi çi rengî hildihat û bi çi rengî diçû ava pir xweş dihat dîtin. Lê çi dîmenekî qeşeng bû. Ew dîmenê ku derdiket holê jî, hêjayî dîtinê bû. Bi wî dîmenî, mirov wer xwe hîs dikir ku şahidiyê ji bedewiya xwezayê re dike. Xweza xwedî dîmenekê pir bedew bû.
Hinek hevalên pênûsa xwe bi hêz û ji xwezayê sirûşt digirtin, di nava tîma me de hebûn. Bi hemû bedewiya dilê xwe dixwestin ku vê bedewiyê xêz bikin di rûpelên dîrokê de. Hestên wan gelek kûr û bihêz bûn. Bê guman, ev cihên bilind jî sirûştekî mezin ji hibra pênûsê re dida. Ev jî hestên pênûsê bihêztir dikir.
Em şeş heval bûn. Yek ji wan jî hevala Sarya bû. Hevala Sarya ji cihên bilind pir hesdikir. Yek ji hevalên ku pênûsa xwe bi hêz, hevala Sarya bû. Bê navber li ser derketin û avabûna rojê dinivîsî. Rojaneyên xwe her roj digirt. Ji bo ku rengên bedew li rojaneyên xwe zêde bike, di nava xêz kirina jiyana rêheval û gerîllatiya xwe de, di hem wext de cih ji gelek bedewiyên xwezayê re jî dida. Lê hal ew e ku dema digihişt cihên bilind jî, ev sirûşt hîn mezintir û bi watetir dibû. Ji ber vê çendê, di rêde lezeke wê ya mezin hebû ku xwe bigihîne lûtkeyên bilind.
Berê wê bi demekê, hevala Sarya li nexweşxanê perwerdeya tendirustiyê dibîne û pişt re hatina wê ya taburê çêdibe. Demekê ji jiyana taburê dûrketibû. Pir dixwest di jiyana xwe ya gerîllatiyê de li cihên bilind bigere û hemû bêrî kirina xwe ji wan ciha re bîne ziman.
Mejiyê wê di nava pirsan de, te di got qey asê maye. Bêyî navber ji bo her cihekê nas bike, leza firîna perperîka ku xwe diavêje ronahiyê dida nîşandan û bi qasî ji dilê wê dihat pirs dikir. Pirsên mîna, ‘‘ev tepe çiqasî bilind e, em ê di çend saetan de bigihinê, hilkişandina wê rihete an jî zor e??...’’ dikir. Tepê ku em diçûnê, ne tepeyekî pir bilind bû. Di saetek û nîv de mirov dikarîbû xwe bigihîne tepe.
Em bi hemû westandin û coşa xwe re gihiştin tepe. Piştî ku me henaseyekê kûr ji vê bedewiya xwezayê kişand, êdî saetên êvarî jî nêz dibû. Roj wê edî xatir ji cîhanê bixwestaya dor bidana tarîtiyê. Êdî kêliyên tarîtiyê zûde ketibûn li ser rûyê cîhanê. Lê weke her car stêrk bi biriqîna xwe diçirûsîn.
Wê rojê berf pir kêm bariya. Lê, di tepe de berf hebû. Berfa li serê tepe jî, bi bayekê hênik sir û seqemê bi xwe re diherikand. Ji ber wê jî, wê şevê em di mangeyên xwe de rûniştibûn. Lê ji ber sedemê berfa yekem ya zivistana 2003’an bû me didît, em pir keyfxweş bûn. Herî zêde jî hevala Sarya keyfxweş bibû. Ji ber hevala Sarya, wê vê rojê bi wêjeya dengê bedewiya xwezayê binivîsanda.
Hevala Sarya bi vê kelecana xwe rabû û li derdora tepe gerî. Di gera xwe ya li derdora tepe de hinek pincar dibîne û kom dike. Bi vê kelecanê hevala Sarya ket hundir û got; ‘‘roja me ya yekê ye em li tepe, em bi pincar xwarinê dest bi meşa xwe ya li tepe bikin ku ez vê rojê jî li gel barîna berfê di rojnivîsa xwe de binivîsim..’’
Ji derveyî xwezayê jî hevala Sarya gelekî pirs dikirin, ‘‘dema ku dijmin were em ê li kuderê bi cih bibin, kozikên ku em têde xwe biparêzin wê kîjana bin??..’’
Qada Xakurkê di sêguşeyekê deye. Milek yê wê dikeve Iraq ê, milek dikeve Îran ê û milê din jî dikeve Tirkiyê. Em jî di vê sêguşeyê de bicih bibûn. Ji aliyê kîjan hêzan de êrîşekê pêkbihata, me yê jî li gorî wê pozîsyona xwe ya pevçûnê bigirta.
Hevala Sarya jî digot, ‘‘ger amedekariyên me hebe, em ji niha de li sengerekê BKC û li yekê jî çeka Qernasê daynin..’’
Em hemû hevalên tîmê nûbûn. Ji bo fêrbûna bersiva van pirsan jî, fermandarê me çi bigotaya ew bû. Em ê ji wê fêrî bersiva van pirsan bibûna. Li ser gelek mijarên bi vî rengî hevpeyvîn û sohbetên me li gel hev çêdibûn. Lê li himberî bûyerên ku ji aliyê xwezayê de derbikevin, em ê bi çi rengî bergira xwe bigrin di hişê yek ji me de jî derbaz nedibû. Ji bo wê jî, dema mirov li himberî serweriya xwezayê tê, mirov bi bûyerên xwezayî re rû bi rû dimîne, bê çare dibe, yan jî çi bêjim, mirov matmayî dimîne. Bûyera ku li wî tepî jî derket, bûyerekê ku qet di bala mirovan de derbaz nedibû û heta ku mirov jê bawer nedikir jî. Ji ber me hîn ne dizanî em xwe li himberî bûyerên xwezayî biparêzin.
Hevala Sarya got; ‘‘ez ê herim tepe û tepe di venêrînekê de derbaz bikim.’’.
Li ser hîmê vê hevokê ji fermandara tîma me re pêşniyar dike ku her tepe. Piştî ku ev pêşniyar ji aliyê fermandara me de hate pejirandin got; ‘‘temam serê sibê yek jê hevala Sarya û hevaleke din bila bi hevre biçin hem derdor kifş bikin û hem jî weke dewriye bigerin di tepe de..’’
Min jî xwe pêşniyar kir ku ez bi hevala Sarya re herim. Ez û hevala  Sarya di saetên di berbanga sibehê de me dûrbîna xwe girt û 
Lê ji ber sedemê cara yekemîn bû em dihatin wî tepî, me zêde tepe nas nedikir û em pê şareze nebibûn. Ez û hevala Sarya, her yek ji me em çûn sengerekê cuda. Min ji hevala Sarya re got; ‘‘dema ku te derdor di venêrînê de derbaz kir deng bike, em bi hevre dakevin…’’ Wê jî bersivand ‘‘temam heval.’’
Du şîverê diçû sengerê. Ez û hevala Sarya her yek ji me di aliyek cuda de çû sengerê. Tepe hemû zinar û latên asê bû û yek jî xwezaya xwe pir hişk bû. Hevalan jî di cihekê bi vî rengî de du şîverê vekiribûn. Ji ber sedemê lêkirina berf û baranê, hemû teht şil û şemitok bibûn. Ger mirov bi baldarî li ser neçûya, ew gengaz bû ku di latê de werbibûna. Tepe xwedî zehmetiyekî wiha bû.
Pêwîst dikir ku em bi hevre gihiştibana sengerê. Lê hevala Sarya di pêşiya min de gihiştibû. Min serê xwe rakir û min xwest li hevala Sarya bimeyzînim. Lê min çiqasî hewl da min hevala Sarya di sengerê de nedidît. Ji bo wê jî min gazî kir. Hevala Sarya piştî ku bersiv da min dizanîbû ku hevala Sarya bi têkûz gihiştiye sengerê û rûniştiye.
Min jêre got, ‘‘mane diviya bû tu li benda min bisekiniya û em bi hevre çûbana sengerê.’’ Hevala Sarya jî bersiva min da û got; ‘‘ji ber min dixwest ez derketina rojê bibînim, ez li benda te nesekinîm.’’
Cîhan ewr bû, lê roj car bi caran dikarîbû di nava ewran de serê xwe rabike. Ev jî ji bo hevala Sarya îlhamekê cuda dida. Min jî jêre got; ‘‘hevala Sarya îro roj xweş derneket, lê sibe dibe ku roj xweştir derbikeve’’. Wê jî got; ‘‘ez di wê baweriyê deme ku wê baran lê bike..’’
Hîn em bi vî rengî diaxivîn, hêdî hêdî ewrên reş kombûn û baranê lêkir. Hevala Sarya jî got, ‘‘em hinekê din li derdor binêrin û pişt re herin.’’ Min jî got; ‘‘temam, berê ku lêkirina baranê zêde bibe em herin..’’ Min jî got, ‘‘cihê ku tu lêyî hemû latên asê ne, dema ku tu daketî bi baldarî dakeve.’’ Wê jî heman hişyariyê li min kir. Di navbera me latekê asê hebû. Min jî jêre got, ‘‘tu hêdî hêdî dabikeve ez ê piştî te dabikevim…’’
Dema min hewlda ku ez li hevala Sarya meyze bikim ka bê daket an na, min dît ku dengekê weke dengê guleya Qernasê hat guhê min. Laşê min hemû tevizî û ez di cihê xwe de veciniqîm. Weke ku elektirîk min bigre, ez di cihê xwe de hejiyam. Min li himberî xwe meyze kir, min dît ku hevala Sarya qulipî aliyê din yê latê.
Dibêjin ya, rewşekî ku çavê min lê zîq bû. Ji ber min nedizanî çi bûyer qewimî? Min digot, gelo Qernas teqiya? Ji derveyî vî dengî ti dengên cuda nedihate bala min. Ji ber berê wî qet dengê bruskan tine bû. Lê hal ew bû ku, ew dengê bruskê bû. Ew bruska yekê bû. Lê ji vê bûyerê ez ecêbmayî mam, çawa dibe ku bruska yekê bedena hevala Sarya îsabet bike. Min nedixwest ku tiştekê bi vî rengî ne di hişê xwe de û ne jî di ber çavên xwe re derbaz bikim. Tesadufekê bi vî rengî mirovan diêşîne, ne gengaze ku di yek carê de pêkbê.
Ku ez hîn li ser hevala Sarya difikirîm, ew ji zûde li pêş çavê min ketibû erdê. Ez di cihê xwe hişk mabûm, li himberî vê bûyerê bêçarebûm û min nedizanî bi çi rengî tevbigerim. Min pir qîr kir, lê ji ber ku heval di hundir de bûn, dengê min nedibihîstin. Min jî biryar da ku ez guleyekê biteqînim ku heval bi rewşê agahdar bibin.
Bûyerekê cara yekê li pêşiya min çêdibû, ji ber wê jî dest û lingê min li nav hevketibûn, hatibûn girêdan. Ji bo ku em xwe biparêzin me geleke bergirên xwe girtibûn û lêhûrbûnên li ser gelek plansaziyan hebûn. Lê belê, em bi qewimîna bûyerên xwezayî yên bêyî vîna me pêktên, qet nefikirîbûn.
Min gule teqand, heval derketin. Pirs kirin ka bê çibûye? Hemû heval hatin û min ji wana re got; ‘‘hevala Sarya ketiye…’’ Wana jî digot, dibe ku li ser hişê xwe çûbe.
Min jî got, ‘‘lez bikin xwe bigihînin hevala Sarya!!..’’ Hevalên tîmê pirs dikin ka bê çi li hevala Sarya hatiye, lê zimanê min nagre ku ji wana re bibêjim. Dema ku heval diçin li ser hevala Sarya, dibînin ku di aliyê din yê latê de hevala Sarya li erdê ye. Fermandara me got, em herin heval rakin û bi wî rengî agahî bidin hevalên taburê.
Hevala Sarya ji serê xwe darbeyekî giran xwaribû. Canê wê perçe perçe bibû. Hevalan hevala Sarya ji cihê latê derxistin. Lê, ji ber darbeyekê giran xwaribû, bi ruxmê hemû mudexeleyan jî nekarîn rizgar bikin. Heya ku hevalên taburê gihiştin gel me, hevala Sarya çavê xwe li xeweke giran girtibû û êdî berê xwe dabû cîhana nemiran.
Belê ew kêlî, ew kêliya ku heyam lê sekinîn, demsala payîzê di bedewiya xwe de ruxî. Belê, êdî ew kêliyên hest û giyanê me berbi kareseta bablîsokan de dibir bû. Hîn ji zûde destpê kiribû kêliya ku çav di çerçoveya zîqbûnê de eliqî mabû û dîmenên bedew di xêz kirina lênûskê de. Wê kêliya ku hemû qeyd û bendên me lê bistîn, weke ku tufaneke sar bi ser canê min de were.
Lê ev jî heye, her veqetîn nîşaneya hevdîtineke dine. Bendewar be bi vê hevdîtinê rêheval Sarya. Ji ber hun naçin û nemirin. Di rayên dilê me de hun bicih bûne. Me di dilê xwe de cih ji were daye. Ji lewra soza min wê pêkanîna xeyalên we û meş li ser hîmê doza serkeftina gelê Kurd be.
Hemrîn EFRÎN
- Ayrıntılar

 
             
            