HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Çalakiyên tîmên me yên bi tevger ên li dijî dagirkeran bi awayekî bê navber berdewam dikin.

Di encama çalakiyên hatin lidarxistin de 2 dagirker hatin cezakirin.

Artêşa Tirk a dagirker bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî bi awayekî dijwar Qadên Berxwedanê bombebaran kirin. Di heman demê de 8 caran bi balafirên şer, 2 caran helîkopterên êrîşê û dehan caran jî bi obus û çekên giran Qadên Berxwedanê hate bombebarandin.

 

Agahiyên li ser çalakiyên hêzên me û êrîşên dijmin wisa nin:

1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Zapê;

– 28 ê Cotmehê saet di 07:40 an û 29 ê Cotmehê di saet 01:00 an de dagirkerên ku li Qada Berxwedanê ya Çemço ji aliye tîmên me yên bi tevger ve bi taktîka sekvaniyê hatin lêdan. Di van çalakiyan de 2 dagirker hatin cezakirin.

 

2. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Xakurkê;

– Di 28 ê Cotmehê saet 11:30 an de dagirkerên kul i Girê Şehîd Şahan de xwe bicih kirine ji aliye tîmên me yên bi tevger ve bi çekên giran hatin lêdan.

 

3. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

– 28’ê Cotmehê saet di navbera 13.30 û 17.00’an de çeperên şer ên Şehîd Pîrdogan ên li Qada Berxwedana ya Girê Amediyê car caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin. Hat tesbîtkirin ku gazên kîmyewî yên tên bikaranîn, bê reng e û bêhneke giran jê tê.

– Di 28’ê Cotmehê saet 13.00’an de çeperên şer ên Şehîd Xursî yên li Qada Berxwedanê ya Sacayê bi bombeyên qedexekirî carekê hate bombekirin.

– Di 28’ê Cotmehê de çeperên şer ên Şehîd Felat a li Qada Berxwedanê ya Sîda di saet 10.30’an de carekê û saet di navbera 17.30 û 18.00 de 3 caran bi bombeyên qedexe hatiye bombekirin.

– 28’ê Cotmehê saet di navbera 11.30-17.30’an de çeperên şer ên Şehîd Bahoz ên Qada Berxwedanê ya Çemçoyê car caran bi çekên kîmyewî bombe kirin. Di heman demê de artêşa Tirk a dagirker dûmana jehrê ya ku bi şewitandina madeyên plastîk û tekerên erebeyan derdiket bi aspiratoran ber bi çeperên şer ve şand.

 

4. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

– Di 27 û 28’ê Cotmehê de qadên Girê Zengil, Deriyê Hirçê yên Garê, bejahiya Gundê Berçiya, Golka ya Metîna û dora Ava Zapê 8 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

– Di 27’ê Cotmehê de qadên Berxwedanê ya Girê FM du caran ji aliyê helîkopterên êrîşê ve hate bombekirin.

– Di 28’ê Cotmehê de Qadên Berxwedanê yên Çemço û Girê Cûdî bi dehan caran bi obus û çekên giran hatin bombekirin.

– Di 28’ê Cotmehê de artêşa Tirk a dagirker bi kepçe û alavên şikandina zinaran hewl da çeperên şer ên li qada Berxwedanê ya Karker hilweşîne.

 

29 ê Cotmeh a 2022

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê