HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:

1. Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

— 2'ê Çileyê saet di navbera 12:00-16:00 de bi çekên giran dest li dagirkeran hate werdan ku hewl didan li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bikevin çeperê û hewldana dagirkeran hate astengkirin.

— 3'ê Çileyê saet di 10:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

— 3'ê Çileyê saet di 10:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

— 3'ê Çileyê saet di 10:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hêzên me dest li liv û tevgera helîkopteran werdan.

— 3'ê Çileyê saet di navbera 14:30-15:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran dest li dagirkeran hate werdan ku hewl didan bikevin çeperê û hewldana dagirkeran hate astengkirin.

— 3'ê Çileyê saet di 16:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin ku hewl didan bikevin çeperê. Derb li çeperekê hate xistin. Saet di 16:10'an de bi çekên giran dest li helîkoptera Skorsky hate werdan.

— 3'ê Çileyê saet di 16:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.

— 3'ê Çileyê saet di 10:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li wesayiteke leşkerî hat xistin û di encamê de wesayit teqiya û bi temamî îmha bû.

2. Li herêma Xakurkê;

— 3'ê Çileyê saet di 13:30'î de li Girê Şehîd Heqî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

3. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi gaza kîmyewî, teqemeniyên qedexe û bi dronên teqemenî barkirî;

— 2 û 3'ê Çileyê li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çeperên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 2 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

— 3'ê Çileyê li herêma Zapê çeperên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

4. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

— 1, 2 û 3'ê Çileyê li herêma Metînayê qadên Şêlazê û Dergelê 2 caran, li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 2 caran, li herêma Xakurkê Girê Rostê, Kolît, Ava Lolanê, Girê Berbizina 6 caran, li herêma Garê qada Deriyê Hirçê 2 caran; bi giştî 12 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

— Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin.

4’ê Çileyê 2024

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê