HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Di encama çalakiyên hêzên me de 3 dagirker hatin cezakirin.

Artêşa Tirk a dagirker carekê bi bombeyên qedexekirî û 10 caran jî bi çekên kîmyewî bombe li çeperên berxwedanê yên gerîla barand. Qadên Berxwedanê di heman demê de 16 caran bi balafirên şer, bi dehan caran jî bi obus, hawan û çekên giran hatin bombekirin.

 

Agahiyên berfireh yên li ser çalakî û êrîşên dijmin wiha nin:

1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

– Li nêzî herêma Çemço ya nehiya Şêladizê ya Amediyê, tîmên me yên bi tevger 22'ê Kanûnê saet di 13:40'î de bi çekên giran, saet di 19:00 de jî bi sûîqestê li dagirkeran xistin. Di encama herdu çalakiyan de 3 dagirker hatin cezakirin.

 

2. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

– 22'ê Kanûnê li derdora herêma Çemço ya nehiya Şêladizê ya Amediyê, çeperên berxwedanê yên gerîla carekê bi bombeyên qedexekirî, 10 caran jî bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

 

3. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

– 22'ê Kanûnê li Metînayê zeviyê Girê Çarçelê, li Xakurkê qada Sinînê û li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê jî çeperên berxwedanê yên gerîla yên li qada Çemçoyê 16 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

– 22'ê Kanûnê çeperên berxwedanê yên gerîla yên li Qadên Berxwedanê yên Girê Hakkarî û Girê FM'ê, qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya Amediyê û derdora gundê Sîdayê bi dehan caran bi hawan, obus û çekên giran hatin bombekirin.

 

23 ê Kanûn a 2022

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê