HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi ruhê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê şer dikin û derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixînin.  

Tîmên me yên bitevger di çalakiyan de 32 dagirker ceza kirin, 2 dagirker birîndar kirine, derb li 2 helîkopter û dronekê xistine. Artêşa Tirk a dagirker ku sûcê şer dike, 34 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan 6 caran balafirên şer, bi dehan caran jî bi helîkopterên êrîşê û obusan Qadên Berxwedanê bombe kirine.

Agahiyên li ser çalakî û êrîşên hatine kirin wisa ye:

1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

– Di 7’ê Tîrmehê de saet di 10.35’an û 11.10’an de dema dagirker li dora çeperên şer ên Şehîd Umîd de bûn, tîmên me yên YJA Starê bi taktîka sûîkastê 2 caran li dagirkeran dane û 2 dagirker hatine cezakirin.

– Di 7’ê Tîrmehê de saet di navbera 12.30 û 17.00’an de dagirkeran hewl dan têkevin tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Kokerê. Hêzên me bi bombeyên destan û çekan li dagirkeran dan. Piştî mudaxeleya hêzên me, dagirker neçar mane vekişin.

– Di 7’ê Tîrmehê de saet di 17.00’an de hêzên me li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê li dronekê dane.

– Di 8’ê Tîrmehê de saet di 05.50’an de tîmên me yên bitevger bi çalakiyeke gerîlayan a bi koordîne li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Karkerê xistine. Hêzên me bi çekên giran û şexsî li dagirkeran dane, di vê çalakiyê de 2 dagirker hatine cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûne.

2. Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

– Di 5 û 6’ê Tîrmehê de li Sêdarê ya Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê de hêzên me 12 caran bi sabotajê li dagirkeran dane û li vir herî kêm 12 dagirker hatine cezakirin.

– Di 7’ê Tîrmehê de saet di 03.15 û 19.30’an de li Qada Berxwedanê ya  Girê Amêdiyê hêzên me yên YJA-Starê du caran bi taktîka sûîkastê li dagirkeran dane û 2 dagirker hatine cezakirin.

– Di 7’ê Tîrmehê de di dahnê nîvro de dema ku dagirkeran xwestin ber bi çeperên şer ên Girê Şehîd Pîrdoxan a Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê werin, hêzên me sê caran bi sabotajê li dagirkeran dan û 7 dagirker hatine cezakirin. Dagirkerên ku derb xwarin, êvarî bi helîkopterê mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistin.

– Di 7’ê Tîrmehê de piştî ku dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ketin bin kontrola hêzên me saet di 10.20’an de 3 caran bi taktîkên sabotajê bûn hedef û 6 dagirker hatin cezakirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi helîkopterên êrîşkar, obus û 10 caran bi balafirên şer qada çalakiyê ya ku cenazeyên leşkeran lê bûn bomberdûman kir, artêşa Tirk a dagirker xwest bi temamî cenazeyên xwe tine bike. Cenazeyên perçebûyî ji aliyê dagirkeran ve li herêmê hatin hiştin.

– Di 7’ê Tîrmehê saet 16:50’î de dagirkerên li Qada Berxwedanê yê Girê Cûdî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve bi taktîkeke sûîqestê hatine gulebarankirin û dagirkerek hate cezakirin.

– Di 7’ê Tîrmehê de helîkopterên Skorsky ên xwestin li Qada Berxwedanê yên Girê FM û Girê Amediyê leşker bi cih bikin, rastî gulebarana hêzên me ên bi bandor hatin. 2 helîkopterên ku hatin derbkirin neçar man ku ji herêmê derkevin.

3. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî û teqemeniyan kirine;

– Di 7 û 8’ê Tîrmehê de Qadên Berxwedanê yên Werxelê, Karker, Kokerê, Şehîd Şahîn û Girê Cûdî 34 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin.

4. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi obus, helîkopterên êrîşê û balafirên şer kirine,

– Di 7’ê Tîrmehê de li ser Girê Cûdî, Girê Amediyê û Qadên Berxwedanê yên Girê FM’ê balafirên keşfê bê navber geriyaye.

– Di 7’ê Tîrmehê de Dola Mehranê ya Garê û Sîda, Saca û Çemço yên Zapê 6 caran bi balafirên şer hatine bombe kirin.

– Di 7 û 8’ê Tîrmehê de Girê Hakkarî, Girê Şehîd Piling, Girê Şehîd Pîrdoxan, Girê Amediyê, Qada Navîn û herêma Girê Cûdî; Herêmên Kurojahro, Saca, Girê Mamreş, Şehîd Dîdar, Şehîd Harûn, Şehîd Tolhildan ên Zapê û qada Werxelê ya Avaşînê bi dehan caran bi helîkopterên êrîşê û obusan hatin bombekirin.

 

8 ê Tîrmeh a 2022

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê