HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku xwe bi ruhê Apoyî xurt kirine, ji bo paşeroja azad a gelê me bi rengekî fedaî şer dikin û derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixin.

Hêzên me ji xwe re kirine esas ku nirxên şehîdên me yên pîroz bêteredût biparêzin, mezin bûn û taktîkên gerîla yên serdema nû bi rengê herî xurt dixin pratîkê û li ser xeta serketinê dimeşin.

Di çalakiyên tîmên me yên bi tevger de 4 dagirker hatin cezakirin û 3 çeper û 2 sîstemên kamera yên mobesse hatin îmhakirin.

Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 11 caran bi teqemeniyan, bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî, 28 caran bi helîkopterên êrîşê, 17 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obus û hawanan bombe kir.

Artêşa Tirk a dagirker li Qadên Berxwedanê yên Werxelê û Şikefta Birîndaran bi kepçeyan hewl da çepreên şer birûxînin.

Agahiyên li ser çalakiyên hêzên me wisa nin:-

1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Xakurkê;

– 31'ê Tebaxê saet di 06:00 de li qada Girê Şehîd Şahan a li Xakurkê, tîmên me yên YJA Starê yên bi tevger li dagirkeran xistin. Di vê çalakiyê de 4 dagirker hatin cezakirin, 3 çeper û sîstemeke kamera ya mobesse hatin îmhakirin.

2. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

– 31'ê Tebaxê saet di 17:30'î de sîstemeke kamera ya mobesse ku li derdora çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hatibû bicihkirin ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hate îmhakirin.

– 31'ê Tebaxê saet di navbera 11:15-16:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, dagirkeran xwestin bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî bombeyan biavêjin nava çeperên şer. Hêzên me 2 caran bi sabotajê li van dagirkeran xistin.

3. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî;

– 31'ê Tebaxê çeperên şer ên li Qadên Bexwedanê yên Girê FM, Girê Cûdî û Şikefta Birîndara 11 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

– 31'ê Tebaxê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê bi bombeyên gazê hatin bombekirin.

4. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

– 31'ê Tebaxê Qadên Berxwedanê yên Kurojahro, Girê Amediyê, Girê FM û Girê Cûdî 28 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

– 31'ê Tebaxê Qadên Berxwedanê yên Deşta Kafya, Girê Bihar û Sîda yên Garê 17 caran balafirên şer hatin bombekirin.

– 31'ê Tebaxê li Xakurkê qadên Girê Şehîd Hakî, Girê Şehîd Kamûran û Geliyê Lolan, her wiha Qadên Berxwedanê yên Şehîd Adil û Sîda bi obus û hawanan bi dehan carî hatin bombekirin.

– 31'ê Tebaxê artêşa Tirk a dagirker hewl da ku bi kepçeyan tunel û çeperên şer ên li Qadên Berxwedanê yên Şikefta Birîndara û Werxelê birûxîne.

– 31'ê Tebaxê drone li ser Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê Cûdî û Girê FM geriyan.

– 31'ê Tebaxê saet di navbera 12:00-15:30'î de hêzên PDK'ê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê li gel artêşa Tirk karê çêkirina rê dewam kir.

 

1 ê Îlon a 2022

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê