HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Di encama çalakiyên hêzên me de 5 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Di heman demê de çeperek û droneyek hatin îmhakirin.

Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 16 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî, bi dehan caran bi obus, tank, hawan û çekên giran bombe kir.

Agahiyên li ser çalakiyên hêzên me wisa nin:

 

1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Zapê;

– 15'ê Cotmehê saet di 02:50'î de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran dan. Di encamê de 1 dagirker hate cezakirin.

– 15'ê Cotmehê saet di 07:00 de li Qada Berxwedanê ya Sacayê tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran dan.

 

2. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgrî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Xakurkê;

– 15'ê Cotmehê saet di 11:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Derwêş ê Xakurkê, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin, çeperek jî hate îmhakirin.

– 15'ê Cotmehê saet di 17:30'î de li Xakurkê, dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Şahan bûn hedefa çalakiya bi çekên giran a tîmên me yên bi tevger.

 

3. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

– 15'ê Cotmehê saet di 10:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran dan, di encamê de 2 dagirker birîndar bûn.

– 15'ê Cotmehê saet di 16:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, tîmên me yên bi tevger bi sûîqestê li dagirkeran xistin. Di encamê de 1 dagirker hate cezakirin.

– 16'ê Cotmehê sate di 08:20'î de drone li ser Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê geriya. Tîmên me yên bi tevger droneyek anîn xwarê.

 

4. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

– 15'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, çeperên şer ên li Şehîd Yûnûs 10 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

– 15'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, çeperên şer ên li Şehîd Felat 3 caran bi bombeyên qedexekirî û 3 caran jî bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

 

5. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

– 15'ê Cotmehê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Girê FM, Girê Cûdî û Girê Amediyê bi dehan carî bi obus, tank, hawan û çekên giran hatin bombekirin.

– 15'ê Cotmehê artêşa Tirk hewl da bi kepçeyan çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Karker hilweşînê. Di heman demê de ji herêma Sîdayê ber bi Qada Berxwednaê ya Şehîd Fedakar a li Çemçoyê dest bi çêkirina rêya dagirkeriyê kir.

 

16 ê Cotmeh a 2022

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê