HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:

1. Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

— 5'ê Kanûnê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi sûîqestê hate îmhakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

— 6'ê Kanûnê saet di 13:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi sûîqestê hate îmhakirin.

— 7'ê Kanûnê saet di 10:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li dijî dagirkerên ku hewl didan daran bibirin bi sekvaniyê çalakî hate kirin, dagirkerek hate cezakirin.

2. Li herêma Metînayê;

— 4'ê Kanûnê saet di 16:30 û 5'ê Kanûnê saet di 15:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê li hemberî dagirkerên ku dixwestin bi çekên kîmyewî bombeyan li çeperên şer bibarînin, bi çekên ferdî û nîv otomatîk çalakî hate kirin.

— 5'ê Kanûnê saet di 12:30'î de li Qada Berxwedanê ya Çarçelê kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi sûîqestê hate îmhakirin.

3. Li herêma Xakurkê;

— 7'ê Kanûnê saet di 08:00 de li hemberî dagirkerên li Girê Şehîd Axîn û Girê Şehîd Kamûran bi hevdemî çalakiya bi çekên giran hate kirin û di encamê de çeperek hate îmhakirin.

4. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi gaza kîmyewî, teqemeniyên qedexe û bi dronên teqemenî barkirî;

— 3, 4 û 7'ê Kanûnê li herêma Metînayê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê 11 caran bi gazên kîmyewî û 7 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

— 5'ê Kanûnê li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

— 5'ê Kanûnê li herêma Zapê çeperên şer ên Şehîd Diyar carekê bi droneya bombebarkirî hatin bombekirin.

— 5 û 6'ê Kanûnê li herêma Zapê çeperên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

5. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

— 3, 5, 6 û 7'ê Kanûnê li herêma Metînayê Gundê Bêşîlî, Gundê Xankê, Gundê Dergelê 8 caran, li herêma Xakurkê qadên Sinînê, Ava Lolanê, Kolît û Geliyê Lolanê 9 caran, li herêma Garê Deşta Kafya, Gundê Gûzê 2 caran, li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 7 caran, bi giştî 26 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

— 7'ê Kanûnê herêma Xakurkê bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin.

— Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin.

8’ê Kanûnê 2023

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê