HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:

1. Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

— 12'ê Kanûnê li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê droneke bombebarkirî ku hewl dida bombeyan li çeperên me bibarîne, li hewayê hate îmhakirin.

2. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi gaza kîmyewî, teqemeniyên qedexe û bi dronên teqemenî barkirî;

— 10, 11'ê Kanûnê li herêma Metînayê çeperên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê carekê bi teqemeniyên qedexekirî û 11 caran bi gazên kîmyewî hatin bombekirin. Hate tespîtkirin ku gazên kîmyewî yên hatin bikaranîn bi rengê sor bûn.

— 12'ê Kanûnê li herêma Zapê çeperên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

3. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

— 11, 12 û 13'ê Kanûnê li herêma Metînayê Gundê Dergelê, Gundê Bêşîlî 5 caran, li herêma Qendîlê qada Şêx Nasir carekê, li herêma Xakurkê qadên Goşînê, Şehîd Şêrîf û Girê Rostê 8 caran, li herêma Garê Dola Mêranê, Xêrê, Kanîsarkê, Zengilê 6 caran bi giştî 20 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

— Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin.

14’ê Kanûnê 2023

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê