HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Çalakiyên hêzên me yên li dijî artêşa Tirk a dagirker bênavber dewam dikin.

Di encama van çalakiyan de 6 dagirker hatin cezakirin, 1 çeper jî hate rûxandin.

Artêşa Tirk a dagirker çeperên şer ên li Qadên berxwedanê 3 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî, 5 caran bi balafirên şer, 28 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi obus û çekên giran bombe kir.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne;

1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

– 30'ê Tîrmehê saet di navbera 10:50-11:00 de artêşa Tirk a dagirker piştî ku bi çekên giran bombe li çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî barand, xwest bi pêş ve biçe. Hêzên me 2 caran bi sabotajê li dagirkeran xistin û herî kêm dagirkerek ceza kirin.

2. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Zapê;

– 30'ê Tîrmehê danê êvarê hêzên me li helîkopterên êrîşê reşandin ku dixwestin bombeyan li Qada Berxwedanê ya Çemço bibarîne. Piştî vê destwerdanê helîkopter neçar man ji qadê biçin.

– 31'ê Tîrmehê saet di 05:40'î de bi çekên giran derb li dagirkerên li quntara Girê Şehîd Akîf hate xistin.

3. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

– 30'ê Tîrmehê saet di 12:45'an li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Şahan, hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran çalakî kirin. Di encamê de çeperek hate rûxandin û 5 dagirker hatin cezakirin.

4. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî;

– 30'ê Tîrmehê tunelên şer ên Şehîd Adil ên li Qada Berxwedanê ya Çemço 3 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

5. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên giran, obus, helîkopter û balafirên şer;

– 30'ê Tîrmehê drone li ser qadên berxwedanê yên Çemço, Girê Cûdî, Girê FM û Girê Amediyê geriyan.

– 30'ê Tîrmehê qadên berxwedanê yên Saca û Sîda 5 caran bi balafirên şer hatin bombekirin

– 30'ê Tîrmehê qadên berxwedanê yên Girê FM, Girê Hakkarî, Girê Cûdî, Werxelê, Şikefta Birîndara, Kokerê û Karker 28 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

– 30'ê Tîrmehê tunelên şer ên Şehîd Adil û Qada Berxwedanê ya Çemço ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obus û çekên giran bi dehan carî hatin bombekirin.

 

31 ê Tîrmeha 2022

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê