HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:

1. Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

— 12’ê Gulanê di saet 14.10 û 16.45’an de bi çekên giran li dagirkeriyên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin.

— 12’ê Gulanê di saet 17.05’an de bi çekên giran li kepçeya ayîdê dagirkeran ku hewl dida li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê rê çêbike, hate xistin û hate îmhakirin.

— 13’ê Gulanê di saet 09.40 û 12.45’an de bi çekên nîv otomatîk mudaxeleyî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate kirin.

2. Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

— 13’ê Gulanê ji saet 20.40 û heta 22.00’an 3 caran li dijî tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM gazên kîmyewî yên bi jehr hatin karanîn.

— 12’ê Gulanê di saet 16.45 û 13’ê Gulanê di saet 11.20’an tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombebarankirin.

3. Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

— 13’ê Gulanê qada Lolan a herêma Xakurkê carekê, Qada Berxwedanê ya Serê Metîna û Dergelê ya herêma Metînayê 2 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 7 caran, bi giştî; 10 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.

14ê Gulana 2024

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê