HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Di 5 çalakiyên hêzên me de 7 dagirker hatine cezakirin û çeperek hate îmhakirin.

Artêşa Tirk a dagirker 4 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî, 24 caran bi helîkopterên êrîşê, 4 caran bi balefirên şer û bi dehan caran jî bi obusan Qadên Berxwedanê bombe kiriye.

Agahiyên li ser çalakiyên hêzên me wisa nin:

1.Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş de;

– Di 2’ê Îlonê de saet di 15.00’an de tîmên me yên bi tevger li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê bi çekên giran li dagirkeran dane.

– Di 6’ê Îlonê de saet di 18.10’an de tîmên me yên bi tevger li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî li hemberî dagirkeran çalakiyek kirine. Bi çekên ferdî û bi taktîka sûîkastê li komek dagirkeran hate xistin. Di vê çalakiyê de 5 dagirker hatine cezakirin.

– Di  7’ê  de Îlonê saet 15.00’an çeperên dagirker ên li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hatin hedefgirtin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate rûxandin.

– Di 7’ê Îlonê de saet 16:25’an tîmên me yên bi tevger ve bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê xistin.

– Roja 7’ê Îlonê saet di navbera 17:30-18:00’an de hêzên me li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ku xwestin bikevin tevgerê dane û derb li wan xistine.

 

2. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî kiriye;

– Di 7’ê Îlonê de çeperên şer ên li Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê FM 4 caran bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

 

3. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

– Di 7’ê Îlonê de qada Golka ya Metîna 4 caran ji aliyê balafirên şer ve hate bombekirin.

– Di 8 Îlonê de Qadên Berxwedanê yên Kurojahro, Girê Amediyê, Girê FM û Girê Cûdî 24 caran bi helîkopterên êrîşên hatin bombekirin.

– Di 7’ê Îlonê de Qadên Berxwedanê yên Girê Hakkarî û Girê FM bi dehan caran bi obusan hatin bombekirin.

 

8 ê Îlon a 2022

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê