HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:

1. Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

— 8'ê Kanûnê saet di 07:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên grian û nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Derb li çeperekê hate xistin.

— 9'ê Kanûnê saet di 10:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin.

— 10'ê Kanûnê saet di 11:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran dest li dagirkeran hate werdan, liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

— 10'ê Kanûnê saet di 08:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Derb li çeperekê hate xistin.

2. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi gaza kîmyewî, teqemeniyên qedexe û bi dronên teqemenî barkirî;

— 8'ê Kanûnê li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê ya herêma Metînayê çeperên me yên şer 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

— 8'ê Kanûnê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya li herêma Zapê, çeperên me yên şer carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

3. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

— 8, 9 û 10'ê Kanûnê li herêma Garê Deşta Kafya, Gundê Şiyê 3 caran, li herêma Metînayê Gundê Şêlazê, Serê Metîna 4 caran, li herêma Xakurkê Ava Lolanê, Goşînê, Sinînê, Girê Berbizina, Xinêra Jor 7 caran, li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 3 caran; bi giştî 17 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

— 8'ê Kanûnê herêma Xakurkê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

— Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin.

11’ê Kanûnê 2023

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê