HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

– 26'ê Îlonê saet di 08:15'an li dijî dagirkerên li Kela Bêdewê ya li herêma Zapê, bi çekên giran çalakî hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de hêzên me bi rengekî serketî li hedefên hatine diyarkirin xistine.

– 25'ê Îlonê li herêma Xakurkê cîhaza wênekişandinê ya ku artêşa Tirk a dagirker li qada Girê Şehîd Kamûran bi cih kir, ji aliyê hêzên me ve hate desteserkirin.

2. Li herêma Avaşînê li qada berxwedanê ya Werxelê;

– 26'ê Îlonê danê êvarê artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barand. Piştî vê bombardûmanê dagirkeran hewl dan bi pêş ve biçin û di navbera dagirkeran û berxwedêrên Werxelê de şerekî giran qewimî. Li pêşberî berxwedana bi biryar a hêzên me, dagirker nekarîn bi pêş ve biçin.

3. 25'ê Îlonê saet di navbera 15:25-17:00 de li herêma Avaşînê qada Basya bi balafirên şer hate bombekirin.

4. 26'ê Îlonê saet di 10:00 de li herêma Xakurkê Droneyên hêzên PDK'ê li qada Sinînê geriyan. Ev qad piştre ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker ve 3 caran hate bombekirin.

27’ê Îlona 2021

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê