HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:

1. Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

— 2'ê Kanûnê saet di 14:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Derbe li çeperekê hate xistin.

— 3'ê Kanûnê saet di 14:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran dest li dagirkeran hate werdan.

2. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi gaza kîmyewî, teqemeniyên qedexe û bi dronên teqemenî barkirî;

— 1, 2 û 3'ê Kanûnê li herêma Metînayê çeteyên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê 5 caran bi droneyên bombebarkirî, carekê bi gazên kîmyewî û 2 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

— 3'ê Kanûnê li herêma Metînayê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê 2 caran bi gazên kîmyewî, 2 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

— 4'ê Kanûnê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

— 3 û 4'ê Kanûnê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 18 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

— 3'ê Kanûnê li herêma Zapê çeperên şer ên li Şehîd Diyar carekê bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

3. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

— 1, 2 û 3'ê Kanûnê li herêma Garê qada Deşta Kafya 2 caran, li herêma Xakurkê qadên Xinêra Jor, Ava Lolanê û Goşînê 5 caran, li herêma Metînayê qada Gundê Dergelê 2 caran; bi giştî 9 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

— 2, 3 û 4'ê Kanûnê herêmên Zap û Xakurkê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

— Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin.

5’ê Kanûnê 2023

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê