HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Di çalakiyên hêzên me de 2 dagirker hatine cezakirin, pergaleke kamerayê û mayînek jî hatin îmhakirin.

Artêşa Tirk dagirker Qadên Berxwedanê 32 caran bi balefirên şer, bi dehan caran jî bi obus û çekên giran bombe kirine. Di heman demê de artêşa Tirk a dagirker hewl da bi kepçe û dozeran çeperên şer û tunelên li Qadên Berxwedanê yên Karker û Şikefta Birîndara jî hilweşînin.

Agahiyên li ser çalakiyên hêzên me wisa nin:

1.Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li Herêma Zapê;

– Di 12’ê Îlonê saet di 17.20’an de tîmên me yên bi tevger li Qada Berxweanê ya Şehîd Adil bi çekên giran li dagirkeran dane. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatine cezakirin.

2.Di çarçoveya Pêngava Şoreşger Cega Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş de;

– Di 12’ê Îlonê saet di 10.00’an de tîmên me yên bi tevger pergaleke kamerayê ya ku artêşa Tirk a dagirker li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê mayîn pê ve girêdabû tespît kir. Hêzên me bi awayekî profesyonelî pergala kamerayê û mayîna pê ve îmha kir.

3.Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî kiriye;

– Di 12’ê Îlonê de çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 6  caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî hatine bombekirin.

4.Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker kiriye;

– Di 12’ê Îlonê de Qadên Berxwedanê yên Şehîd Adil û Sîdayê 25 caran bi balefirên şer hatine bombekirin.

– Di 12’ê Îlonê de qadên gundên Çemşerîtkê, Şikeftiyan û Çemrobotkî yên Garê 7 caran bi balefirên şer hatine bombekirin. Ji ber vê bomberdûmanê agir bi qadê ketiye û şewat hê jî didome.

– Di 12’ê Îlonê saet di 13.00’an de balefirên şer bi qestî li keriyên pez ên gundiyên Yekmala ya Metînayê dane. Di vê bomberdûmanê de gelek heywanên gundiyan telef bûne.

– Di 12’ê Îlonê de Qadên Berxwedanê yên Girê FM, Çemço û Sîdayê bi obus û çekên giran bi dehan caran hatiye bombekirin.

– Di 12’ê Îlonê de artêşa Tirk a dagirker hewl daye bi kepçe û dozeran çeperên şer û tunelên li Qadên Berxwedanê yên Karker û Şikefta Birîndara hilweşînin.

– Di 12’ê Îlonê de li ser Qadên Berxwedanê yên Girê FM û Girê Cûdî dron geriyane.

 

13 ê Îlon a 2022

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê