Di şeveke xemrî de, li ber bayê ku bi cemeda berfên lûtkeyên girên herî bilind ên warên pîroz, di şevsayiyan de stêrk di nava reqsê de ne û di her tevgera gerîla de hevalbendî dike, temaşekirina dûriyan, bi tevlî dengê li xwezayê, tînek ne diyar di dilan de diafrîne. Şevçirayên şikeft û mangeyên binerd jî, nikare tarîtiyê biqelêşe.
Û stranên azadiyê û bextewariyê, bi qîrîneke olandayî ji zimanê sorgulên xwe diyarî mirovahiyê dikin û li vî welatê mêrg û kaniyan, li vê qada warê xwedewendan, li vê erdnîgariya bihûştî di her tevgera xwe de, kezeba Mezopatamya Amedê silav dikin û Amed jî li ser navê wan hemûyan giravê silav dike.
Her nûçe û agahiyek ji giravan, hem dilê me germ dike û hem jî hêrsa me mezin dike. Ma qey ne bes bû, ew qas dûrbûn. Ma qey ne bes e, ew qas êşên ku dilan kêlî bi kêlî diperitîne. Girav, çiya û girseyên kolanan, hêviyên azadiyê difûrînin û vê peyamê didin vê dinyaya bêdad; “Em jî hene, êdî bes e, bê Rêber Apo ne em jiyan dikin ne jî em we didine jiyandin!”
Afirînerê jiyana Azad Rêber Apo, ev deh sal in li girava Îmraliyê dîl tê girtin. Êdî ne tehamûla kurdên azadîxwaz maye û ne jî ew hiqûqa derewîn û sexte ya cîhanê dikare vê eyba mirovantiyê bincil bike. Kurd bi milyonan ji vê rewşê re got e, “Êdî Bes e!” û di her firsendê de da diyar kirin ku, êdî guherîna cî an başkirina zirûfan napejrînin û ji bilî azadiya serokê xwe tu riyek nadin ber xwe.
Ku em salvegera 30’yemîn a PKK’ê pîroz dikin, ev sî sal in hemû bi ked û pêşengitiya Rêber Apo hat avakirin.
Berî PKK’ê li ser navê kurdbûyînê, ne li bakur, ne li başûr û ne jî rojhilatê Kurdistanê pelek nedihejiya. Ne navê kurdan hebû, ne jî rûmet hatibû hiştin. Kurdistana ku ji hêla emperyalîst û hêzên paşverû re hatibû çar parçe kirin, li her parçeyek her desthilatdarek ji xwe re kurdên xwe ava kiribû an hewl dabû tune bike û ji rûpelên dîrokê derxîne. Li parçeyek kurd ereb bûn, li parçeyek din kurd dibûn faris û li parçeyek din kurd dibûn tirk an bi darê zorê vê bi wan didan qebûl kirin. Kurd tirkên çiyayîbûn û zimanê wan encax bi sedan peyvan pêk dihat. Ji hêleke din ve ereb û farisan jî kurdan kole didîtin û zimanê kurdan jî zimanekî ketî bi nav dikirin. Digel bi dehan serîrakirinan her carê kurd hatin qirkirinê.
Ma emê çawa Geliyê Zîlanan ji bîr bikin. Dîsa Newala Qesebayan. Bi deh hezaran kurd hatin qetilkirin . Dîsa li Koçgirî herî kêm 70 hezar kurd hatin qetilkirin. Dîsa Helepçe, 5 hezar cangorî bi gazên kîmyevî fetisandin û bi deh hezaran seqet hiştin.
Baş e, li hember van qirqirinan kî mafê kurdan parast, kî heyf û tola wan girtin, an kî ew parastin? Vaye di vê xalê de PKK’ê bû nasnameya gelê kurd û bi hêza parastinê ya gerîla re, rê li ber qirqirinan û qetilkirinan girtin. Dijminê gelê kurd di serî de dewleta Tirkiyê ku bi tevahî ji hêla emperyalîstan ve tê birêve birin, li Dersîmê, li Koçgirî, li Amedê, li Mereşê û li gelek deverên din hêvî dikir ku kurdan tune kiriye, lê her carê kurd bi çand, ziman û dîroka xwe li piya hiştin. Li gorî dijminê gelê kurd, her ku dikujin, her ku tune dikin, her ku qir dikin, her ku ser wan beton dikin, bes kurd jîn dibin.
Loma, vê carê dijminê gelê kurd, ku keys û firsend bibînin, wê bikin ku careke din li ser navê kurdbûnê tiştek nehêlin. Ev jî tê wateya qirqirin, koçberî û sirgûnan. Bi taybet li bakurê Kurdistanê plan û hesabên bi vî rengî, mixabin ev mijar ji hêla kurdên xwefirotî û eşîrên kurd ên li başûr in ve bûye mijara bazaran û xwîna ciwanên kurd ji hêla van serekeşîran ve tê bazarkirin. Lê hebûn û hêza gerîla rê nade ber vê yekê. Destpêkê gerîla, misogeriya hemû nirxên Kurdistanê ye. Ku îro ne ji PKK’ê be, wê destkeftiyên kurdên başûr, ji hêla tirkan ve, bên tarûmar kirin. Dîsa ne ji PKK’ê be, wê li bakurê Kurdistanê nehêlin du kurd jî bên cem hev.
Vaye, ev têkoşîna ku ji sî salî zêdetir, her diçe gur û mezin dibe, rê li ber tunebûna kurdan girt û xençerê li dilê gemar ên feodal û eşîran xist, da ku dev ji firotina Kurdistanê berdên.
Kurdistan li gorî xweseriya xwe hatiye çar parçekirin û pêwîst dike ku her parçe li gorî xweseriyan çareser bibe. Vê jî Rêber Apo bi sîstema konfederal ku bêyî ku li sînoran bialiqe formûle kir û ji bona hemû kurdan nexşeya çareseriyê diyar kir. Ji ber vê yekê di nav dijminên kurdan de, yê herî hov û jendermetiya emperyalîstan dike, sîstema tirk e. Lewma divê destpêkê ev sîstem bê rûxandin. Heta ku ev sîstem hebe, wê sîstema Sûriyê û Îranê jî neyên çareseriyê. Ev bi hev re girêdayî ne. Ji ber vê yekê çareseriya li bakurê Kurdistanê, çareseriya çar parçeyê Kurdistanê ye; ev jî tê wateya Kurdistaneke Azad.
Lewma rewşa li bakurê Kurdistanê, ji bona çar parçeyên Kurdistanê diyarker e. Berxwedaniya kurdên bakur, wê bandor li her kurdî bike.
Baş e, niha rewş çi ye? Dewleta înkarok û tuneker a tirk, bi hemû hincet û derewên xwe vala hatiye derxistin. Di warê siyasî de kurdan vîna xwe bi hilbijartinan û bi derketina qadan diyar kiriye. Mirin û koçberbûnan dan ber çavên xwe û ji heft heta heftê saliyan rabûn piyan. Lê li hember vê rabûnê, dijmin jî vala nema û her cure şerên qirêj bikar anî. Lê digel vê jî, nûnerên gelê kurd li gelek deveran rêveberiyên herêmî bi dest xistin û ji bîstî zêdetir nûnerên xwe şandin meclîsa tirkan. Lê ev têr nake.
Lewma, di hilbijartinên adara sala bê de, helwesta kurdan wê çarenûsa wan diyar bike. Ev hilbijartin, ji bona jiyaneke bi rûmet referandûmek e. Ji ber ku dijmin bi her sazî , polês û leşkerên xwe, bê navber dixebite û li gorî encama ku bigire, wê vê jî bike sedema qirqirina kurdan.
Ji ber vê yekê, ku gelê kurd di van hilbijartinan de encamek baş bigire, partiya dewletî û mûnafik AKP’ê ji Kurdistanê biqewtînin û tifî rûyê wan bikin, wê ev hinceteke mezin ji dest dijmin derxe. Dîsa bi biharê re, di warê leşkerî de jî gerîla di asta parastina rewa ya çalak de li dijmin bide –kî hemû amedekarî bo vê ye- wê ev sîstem bişkê. Yanî em ji her demê bêtir ber bi encamê, ber fînala azadiyê hatine. Heta meha adarê, her kurdek bi şeref divê bi şev û roj nesekine û kar bike.
- Ayrıntılar
Jiyan bi xwezayê re hem dijwar e hem jî di nav pîroziyên xwezayên de bêhempa ye. Çirka vîna mirov dertê lûtkeyên herî bilind û di dikeve nav ezmûnên tûj. Jiyan hişk e, hişmend e û herikbar e li çiyayên azadiyê. Lê xweza şaşiyên li hember xwe efû nake. Lewre di navbera me û xwezayê de peymanên metafîzîkî û empatiyek heye. Hem em jê re hurmet hem jî ew heta ji dest tê jê me re bi hurmet e. Jixwe di hêlekê de tanzîma jiyana gerîla bi tevahî li gorî xwezayê tanzîmkirine.
Li ber şewlên kunên şikeftên bê ser û ber de, di bin ronahiya stêrkên şevên sayî û cemedî de, zivistan rûyê xwe yê qerisî nîşanî gerîla dide. Ji bilî darên xaçê, hemû dar û ber, di serî de darên berû û maziyan, pelên xwe weşandine û berûyên xwe di bin qurmên xwe de mîna komên zadan dane ser hev.
Di werzên zivistanê de, mîna berê roj kêm be jî xwe rê me dide. Jixwe hetanî biharê bi tevahî xatir ji gelek hevraz û dolan xwestiye. Mîna ku avên ji dolan diherikin û çirikên ji ber tahtan xwe berdidin, ji tavê xeyidîbin, qerisîne. Ev jî dike ku, tu wan li ser agirekî ku divê bi tu awayî dû dernexe bihelînî. Jixwe ji bona ku were asta kelîn û fûrînê jî, sebreke qewîm pêwîst dike. Jixwe li ser avên qeşagirtî xwe şemitandin, çêjeke cuda cuda ye ku nayê vegotin.
Her çiqas xwezayê, bi lûtkeyên xwe yên jorî û bi qira ketî, her derî mîna çarikek an laçikeke dayîkan spî kiribe jî, ku tu kêmek xwe berbidî qontarên çiyê û erdên hinek dişibin destan, jixwe çar werz an demsal bi hev re ne. Piştî çend barînên baranê, ew kaniyên kevnarê ku di werza havînê de ziwa bûbûn û miçiqîbûn, ji nû ve der bûne. Her çiqas dûrî yekîneyên me bin jî, hema hebûna wan jî xweş e. Dîsa nava qira pûkberfî de, giyayên tirşok û goreşk bi inyad serê xwe derxistine û ber bi danê nîvroj li benda berhevkirina me ne.
Di berbanga sibehî de, dema ku ji dûrî ve li eraziyên rast dinêrî, ji ber qira sibehî fena bahrekê an deryayekê xuya dike. Dîsa digel her tiştî Avaşîn, Çemço û Ava Xazir ku parçeyek ji bihûşta rastîn in, ji rengên xwe yên şîn î keskî misqalek jî kêm nekirine. Dîsa Ava Zê an Zap bi awayekî xemgîn û bi tijî hêrs li hember bombebarîna dagirkeran, bi rengê xwe yê şolî bênavber diherike.
Êdî dema tu di nava erazî de digerî, çawa dar û ber ji ber pel weşandina xwe tazî bûne, piçek gerîla jî di nava darên rût de bi tenê dimîne. Mîna werzên din xwezaya dayîk, baş nikare parastina me bike. Hema dibêje ez li vir im. Lewma ji berê zêdetir divê em dîqet bikin.
Êdî hêdî hêdî zêdetir em leqayî şopên beraz, gur û wawîk an çeqelan dibin. Jixwe êvarî dema wawîk, li gorî navê dikin waqewaq, mîna senfoniyek bê eyar, li dol û tahtan sewta wan olan didin. Ji ber ku gelek caran ji nişka ve dest bi sewtê dikin, warqilîn bêhemdî dibe. Di nava vê sewtê de, dengê ew balafirên keşfê û yên şer, her çiqas dengekî nexweş û dojehî be, êdî bûye parçeyek ji dengê xwezayê ku wê tu carî nepejirîne. Jixwe dema ku eletexmînî ew jahriyên xwe berdidên hemêza xwezayê, hem deng û hem jî hejandinên wê, mixabin ew xwezaya giyanewer diêşîne.
Li her yekîne, tabûr û komên kêmhejmar de, zêdetir ji bilî karên rojane û yên nebin nabe, perwerdehî têne kirin. Di hewayên qerisandî de, dahûrandin an rûyê qirêj ê modernîteya kapîtalîst daxistin û tehlîlkirina wê, heyecaneke gelek mezin dide her hevalî. Digel ku hê destpêke, lê nêrandinek û asoyên gelek dûr û bê ser û ber di me de daye afirandin.
Li derdora terafên êgir de, helbet bê sohbet û bê nîqaş nabe. Bûyer û geşedanên li çar parçeyên Kurdistanê û nîqaşkirina têgînên nû yê parêznameya roja me, tîna heyî zêdetir dike. Di serî de hevdîtina bi serokatî re, huner, pêşketinên siyasî, rewşa rêxistinbûna gel, axaftinên wekîlên kurd li meclîsa tirkan dikin, dîsa nîqaşên wan, hilbijartinên wê li bakur bibin, xwedîderketina gelê me li şehîdên xwe û li hember êrîşeke mûxtemel di bejahî de mijarên sohbetên me ne.
Her çiqas nêrînên me di çaydankên tenîgirtî de di tariya şevan de mîna berê winda nebin jî, dil û mejiyê gerîla bi giravan re, bi şehîdan re û bi gelê me yê leheng re lê dide. Hêviyên azadiyê ji her demê bêtir seridîne. Wê bihara bê rengîn û hêçîn be. Ji ber vê yekê, em çawa her xebat û mijûlahiyên li gorî biharê dikin, divê gelê me yê qedîm û leheng jî xwe li gorî vê amade bikin. Gotineke pêşiyan ya efrîqiyan heye, wiha dibêjin; “Ku av rabe, wê masî moriyan bixwin. Dema av vebikişin jî, morî masiyan dixwin. Divê tu kes bi hêza xwe ya îroyîn bawer neke. Ji ber ku wê kî kê bixwe, wê “herikîna avê” diyar bike. ”
Ji ber vê sedemê divê her welatparêzek vê pêvajoya pêşiya me bi fêmkirin û têgihîştina parêznameya serokatî derbas bike û ji bona hilbijartinên li bakurê Kurdistanê şev û roj bixebite. Wê ev dema hevgihîna me û gelê me li Amedê bi serokatî re kintir bike.
- Ayrıntılar
