HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gellême yê walatparêz û raya giştî re!

Rojên lehengiyê yên gelan, rojên destnîşankirina xwebûn û misogerkirina hebûna xwe ye. Rojên destnîşankirina xwebûn û misogerkirina hebûna xwe ya gelê Kurdistanê, ku yek ji gelên qedîm ê herêmê ye û hebûna xwe hatiye înkarkirin, weke 'Hefteya Lehengiyê' tê pênasekirin . Gelê me di hefteya 21-28'ê Adarê de lehengên xwe yên fedaî bibîr tîne.

Bi wesîleya 30. salvegera vê şehadeta mezin re, em li pêşberî bîranîna fermandarê efsanewî hevrê Egîd û hemû şehîdên şoreşê yên Kurdistanê bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna wan bi ser bixînin.

Hevrê Egîd Ruhek E, Dı Têkoşînê De Wergırtına Encamê Ye

Hevrê Egîd, bi baweriya xwe ya ji xeta Rêbertiyê re, tekoşîna rûniştina gerîlatiyê li Kurdistanê bi biryardarî û wêrekî meşandiye, di vê çarçoveyê de ji aliyê danîna hîmên Hêzên Parastina Gel ên nirxên azadiyê yên gelê Kurd diparêzin ve, cihekî girîng girtiye. Pêngava 15'ê Tebaxê ya bi pêşengiya wî pêk hat, weke pêngaveke şoreşa vejînê ya gelê Kurd dest li rêveçûna dîrokê werdaye û ji bo gelekî kêm mabû xwebûna xwe winda bike, daxwaza berxwedanê afirand. Fermandarê pêşketinên ewçend dîrokî û mezin hevrê Egîd, di vê çarçoveyê de Lehengekî Neteweyî yê rasteqîn e. Fermandar Egîd ruhek e, di têkoşînê de encamgirî ye.

Keç û xortên hêja yên gelê Kurd ên dan ser şopa vî fermandarê giranbuha, gerîlaya ku wî hîmê wê danîbû kirin artêş û xwegihandin wê astê ku êrîş ji ku tê bila bê, dikarin li hemberî her şêwe êrîşan azadiya gelê xwe biparêzin. Şopdarên fermandar Egîd îro li Kerkûk, Şengal, Zagros, Amed, Botan, Amanos, Derya Reş û çar aliyên Kurdistanê li hemberî mêtîngeriya kûr gel diparêzin, weke rêveberên têkoşîneke Egîdî, bûne garantiya azadiya gelê Kurd.

Bi wesîleya 30. salvegera vê şehadeta mezin, di şexsê fermandarê me yê nemir Egîd (Mahsûm Korkmaz) de em Şehîdên Hefteya Lehengiyê bi rêzdarî bibîr tînin. Em soz didin, ku çanda leşkerî ya Egîdan bi biryardarî û wêrekiya xwe afirandine, wê her tim rê nîşanî me bide. Li ser vê bingehê em Hefteya Lehengiyê li gelê xwe û hemû hevrêyên li ser xeta têkoşînê ya Egîdan dimeşin, pîroz dikin.

28 Adar 2016
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel