HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Meha Sibatê di dîroka têkoşîna azadiya Kurdistanê de bi komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li ser gelê Kurd pêvajoyek konsepta îmhayê îfade dike . Ji ber vê jî di meha Sibatê de tevgera azadiyê li dijî komployê têkoşîn û şerê hê xurttir esas digire, Di serî de hêzên gerîla û tevahî sehayên têkoşînê di vê rêyê de têdikoşin, Şehîdên me yên leheng ên bi şîara, ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin!’ ve li hember komployê bûn sembola berxwedanê û gihiştin şehadetê, têkoşîna bê hempa ya valaderxistina komployê dane.

Li ser vî esasî di meha Sibatê de hê bêtir hewl tê dayîn ku tempo û tarzekî têkoşînê yê hê bi biryartir, encamgir ve şerê berxwedanê bê mezinkirin. Bi vê zanebûnê ve 4 hevalên me yên wezîfeyên xwe yên demê dimeşandin, 16’ê Sibatê di êrîşa hewayî ya artêşa TC de li qada Bagokê ya Mêrdînê gihiştine şehadetê. Hevalên me yên şehîd, ne ji ber agahiyek îstîxbaratî ya wek dewleta Tirk dibêje, ji ber tevgerek ne rast ve bikaranîna nuqteyek deşîfrebûyî gihiştine şehadetê.

Çar hevalên me yên gihiştin şehadetê, bi têkoşînek salan a di nav refên gerîla de di dîroka berxwedan û azadî ya Tevgera Azadiyê de bûne xwedî meşek bi rûmet û mîlîtanî. Bi pratîka şoreşgerî ya 20 salan, bi felsefeya Apoyî, li hember rastiya şer û hovîtiya dijmin, şervanên azadiyê yên li ser vê axê, bûne mirovên pêşdîtî, bi erdem, fedaî û di serketinê de kîlîtbûyî.

Hevalê Botan Dı Pêvajoya Jı Nû Ve Avakırına Pkk’ê De Cıh Gırt

Hevalê me Botan ê di nav têkoşîna 20 salan de van taybetmendiyên hilbijartî di xwe de afirandiye, ji aliyê îdeolojîk, polîtîk û leşkerî pêşketinên girîng bi dest xistiye, ji pêvajoya ji nû ve avakirina PKK’ê û pêngava 1’ê Hezîranê ya HPG’ê û vir ve di sehaya şer de di astên cuda û wezîfeyên girîng de cih girtiye û bûye yek ji fermandarên me yên mîsyona xwe ya pêşengtiyê bi layiqî bi cih aniye. Ezbûnên wî, qabîliyetên wî, temsîlkirina rêxistinê û bi ruhê berxwedanê ve ji şerê li Bakurê Kurdistanê pêşengtî kiriye û bi meşa sexlem ve mîlîtanekî xwe di serketinê de kîlîtkirî ye afirandiye. Hevalê Botan ê ji yek ewladên bi nirx ê gelê Kurdistan ê welatparêz û fedakar mezin kiriye,  di nav Tevgera Azadiyê de bi taybetmendiyên xwe yên kedkar û fedakar bûye yek ji hevalên me yên fermandarê pêşeng.

Hevalên Sorxwîn, Bagok Û Agît Bûne Xwedî Meşek Serketî

Dîsa hevalên Sorxwîn, Bagok û Agît ên di gelek xebatên sehayê de cih û wezîfe girtine, di pratîkên şer ên pêvajoya dawî de di eniyan de xwe bi cih kirine, bi ezmûnên kûr û sekna xurt ve bûne xwedî meşek serketinê. 4 hevalên me yên ji wezîfeyên herî krîtîk jî paş de gav navêtine, di refên herî pêş ên têkoşînê de bi mînakbûna fedakariyê ve tevlîbûnek ava kirine, di vê pêvajoya dîrokî û girîng de wezîfeyên mezin dewrî me kirine.
Ew ji bo hesreta azadiya mezin a gelê Kurdistanê wek mîlîtanên civakek azad pêk bînin bûne xwedî meşek bê hempa. Her çar hevalên me yên ji bo karibin pêwîstiyên soza dane Rêber Apo û gelê me pêk bîne her cure fedakarî nîşan dane, di encama bomberdûmana teknolojiya herî dawî ya dijmin de gihiştine şehadetê.

Her wiha duh me diyarkiri bu ku bi 4 hevalên me  re têkîlî qut e. 4 gerîlayên me têkîlî bi wan re nehatibû danîn, 4 hevalên me bi awayekî sexlemî gihiştine yekîneyên xwe.

Nasnameyên gerîlayên me wiha ne:

botan fazil_small

 

 

 

Nasnav: Botan Bahoz
Nav û Paşnav: Fazıl Atan
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik-Bav: Muhsine – Arafat
Cih û Dîroka Şehadetê: 16’ê Sibata 2016’an / Mêrdîn
 

 

 

agit adem_small

 

 

 

Nasnav: Agit Serhat
Nav û Paşnav: Adem Uçak
Cihê Jidayikbûnê: Erzirom
Navê Dayik-Bav: Esma – Yakup
Cih û Dîroka Şehadetê: 16’ê Sibata 2016’an / Mêrdîn
 

 

 

bagok ramazan_small

 

 

 

 

Nasnav: Bagok Mêrdîn
Nav û Paşnav: Ramazan Gumuş
Cihê Jidayikbûnê: Antalya
Navê Dayik-Bav: Vezire – Ahmet
Cih û Dîroka Şehadetê: 16’ê Sibata 2016’an / Mêrdîn
 

 

sorxwin hivda_small

 

 

 

Nasnav: Sorxwin Zagros
Nav û Paşnav: Hivda Temel
Cihê Jidayikbûnê: Qers
Navê Dayik-Bav: Gullu – Fevzi
Cih û Dîroka Şehadetê: 16’ê Sibata 2016’an / Mêrdîn



20 Sibat 2016
Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel