Ji Bû Gellême Yê Walatparêz û Raya Giştî Re!
Komplo Vala Hat Derxıstın
Eger mirov li dîroka gele Kurd binêre, li hemberî her gaveke ji bo pêşerojek azad û bi hev re bûnê, hêzên serwer bi komployên cur bi cur hewl dane vê bipelçiqînin û tine bikin û vê jî di astek mezin de serxistine . Dema li dîroka têkoşîna me bê nêrîn jî di şexsê Rêbertiya me de li hember gelê me bi dehan caran lîstîk ketine meriyetê û hewldanên komployê çêbûne, lê vê lîstik û komplo tevahî bi berxwedana Rêber Apo û gelê Kurd ê di xeta wî de zane bûyî de vala hatiye derxistin. Li gor rêbaz, berfirehî û bandorên wê yên li dîroka Tirkiyeyê, li gorî tevahî komplo û êrîşên paşerojê, Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya cudahiyek wê yê pir mezin heye û xwe dispêre konseptek hê berfirehtir jî bi pêşdîtina Rêber Apo, berxwedana mezin a şehîdên me û bi fedakariyên gelê Kurd vala hatiye derxistin.
Lê, tevî Komploya Navneteweyî hatiye vala derxistin û negihiştiye armanca xwe jî, îro bi rê û rêbazên cuda ve îdîaya xwe ya tasfiyekirina Tevgera Azadiyê û pêkanîna armancên Komployê dest jê bernedane. Êrîşa komployê ya di astek mezin de hatiye bêbandorkirin, îro ji milekî bi êşkenceya tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û di serî de Cizîr û Sûr bi dorpêçên li ser bajarên qedîm ên Bakurê Kurdistanê, ji milekî din bi armanca Şoreşa Rojava ya gelê Kurd bi xwe şoreşa xwe pêk aniye xistina nav pençeyan ve, ji aliyê AKP’ê ve hewl tê dayîn ku ji nû ve bê zindîkirin. Lê, li hember êrîşan yekbûna Rêber Apo ku bêyî gavan paş de bavêje û bi awayekî naheje xwebûn pêk aniye, PKK û gelê Kurdistanê, lîstikên bi destên mêtingeran, paşverûyan, faşîstan û hevkarên herêmî derbas kiriye, qat bi qat xurtir bûye û çeperên nayên xerakirin bi dest xistiye. Têkoşîna azadiyê ya li ser vî esasî bilind bûyî, pirsgirêka Kurd veguhestiye pêvajoyek çareseriya bingehîn, ketiye pêvajoya dawî ya azadiya Rêber Abdullah Ocalan û gelê Kurd.
Hêzên Komploger Wê Têk Bıçın
Ev pêvajoya em dikevin sala 18. a Komploya Navneteweyî, êdî pêvajoya bi temamî rakirina texrîbatên pêvajoya komploya navneteweyî ye. Ev jî hedefek ku tenê bi azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd ve çêdibe. Êdî hedefa li pêş gelê Kurd, ‘Rêbertiya Azad, Kurdistana Xweser Demokratîk’ e. Pêvajoya nû ya em tê de ne, wê di vê çarçoveyê de pêşketinên çêbike, bi pratîzekirina pêvajoyek ku Komploya Navneteweyî bi temamî têkbirinê re rû bi rû ye.
Em Ê Têkoşîna Xwe Mezın Bıkın
Dewleta AKP’ê ya mêtinger ji bo serketina xeta komployê di sala 2015’an de êrîşên pir milî pêş xistine û hewl daye encaman bi dest bixe. Li hember vê, helwesta nû ya dewleta AKP’ê ya hewl dide bi rêbazên îmha û şer encaman bigire, ji bilî berxwedanê ti rêyên din ji gelê me re nehatiye berdan. Di pêşxistina vê berxwedanê de, berxwedana mezin a Rêber Apo li dijî sîstema êşkenceya tecrîda girankirî û psîkolojîk a 17 sal in li Îmraliyê, hêza gelê me ji parazname û paradîgmaya nû ya ku Rêbertiyê pêş xistiye girtiye, ji bo berxwedana bi dehan salan perspektîf û enerjiya pêwîst daye. Gelê Kurdistanê yê welatparêz wê sekna xwe ya bi rûmet a li dijî komployê ev 17 salan dewam dike, di sala 18. de wê hê xurttir bike, ne tenê protesto, di heman demê de ji bo vê têkoşînê bigihînin serketinê jî wê derketinek bi heybet bi dest bixe.
Em wek gerîlayên azadiya Kurdistanê yên di têkoşîna li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê de ti carî dudilî nejiyaye, em ê di têkoşîna sala 18. de ji bo vê armanca pîroz têkoşîna xwe hê mezintir bikin û di rêya diçe azadiya Rêber Apo û gelên Kurdistanê de em ê rola xwe bi zanebûn, fedakarî û azmekî hê mezintir bilîzin. Ji bo pêkanîna vê ya bi awayekî bi biryar girêdana nirxên me û xeta Rêbertiyê em sozê didin gelê xwe.
13 Sibat 2016
Fermandariya Navenda Parastina Gel
