Jİ GELLÊ ME YE WALATPARÊZ U RAYA GİŞTÎ RE!
Dewleta Tirk li Kurdistanê sivîlan qetil dike, lê bi derewan dibêje 'Me PKK'yî kuştin 'Eger hêzên ewlekariyê yên dewleta AKP'ê 711 kuştine, cenaze li ku ne?
Dewleta Tirk li Cizîr, Nisêbîn, Sûr û Silopiyayê û heta li gelek navendan şer li hember welatiyên sivîl daye destpêkirin, zarokan, kal û pîr, dayik û bavan qetil dikin û bi derewan dibêjin 'Me PKK'yî kuştine'. Eger hêzên ewlekariyê yên dewleta AKP'ê 711 kuştine, cenaze li ku ne?
Dewleta AKP’ê di 24’ê Tîrmeha 2015’an de li hember Kurdan şerekî topyekûn da destpêkirin û ji 16’ê Tebaxê û şûn ve jî her tim bi awayekî cuda li kolanên bajaran di bin navê qedexeya derketina derve de li hemberî gelê Kurd dest bi pêkanîna qetlîaman kiriye. Li kolan û bajaran gelê Kurd û ciwanên welatparêz bi awayekî xurt bersivê didin êrîşan û li ber xwe didin. Di vê rewşa şer de ji her du aliyan jî kuştî û birîndar çêdibin û her du alî bi daxuyaniyan bîlançoyê aşkere dikin.
Kuştina 711 Pkk'yıyan Asta Herî Bılınd A Derewên Heta Nıha Ye
Lê belê Serokatiya Fermandariya Giştî ya Tirk, her roj daxuyaniyan dide, kuştiyên xwe vedişêre, sivîlên li nava bajaran qetil dike weke PKK'yî dihesibîne, vê hejmarê dinepixîne û bi vî rengî şerekî psîkolojîk dimeşîne. Di daxuyaniya herî dawî ya 23'ê Çileyê de hat gotin 'li her sê bajaran bi giştî 711 PKK'yî hatine kuştin'. Ev bûye asta herî bilind a derewên heta niha kirine.
Beriya her tiştî hêza çekdar a PKK û HPG'ê li nava bajaran wezîfedarkirî nînin. Lewma ew kesên di daxuyaniyan de weke PKK'yî ne gerîlayên HPG'ê ne, dibe ku sivîlên tax û kolanên xwe diparêzin bin. Dewleta Tirk li Cizîr, Nisêbîn, Sûr û Silopiyayê û heta li gelek navendan şer li hember welatiyên sivîl daye destpêkirin, zarokan, kal û pîr, dayik û bavan qetil dike û nûçeyên derewan dibêje 'Me PKK'yî kuştin'.
Eger We 711 Kes Kuştıbın, Cenazeyên Van Mırovan Lı Ku Ne?
Eger hejmara mirovên sivîl ên hatine qetilkirin were jimartin jî, hejmara mirovên sivîl ên di vê demê de hatine qetilkirin nagihêje 711 kesan. Daxuyaniyên hin rêxistinên civakî yên sivîl ên di nava vê demê de hatine dayîn, referanseke girîng e. Li gorî daxuyaniya dawî di vê demê de 65 jê zarok bi giştî 259 mirovên me yên sivîl ji aliyê hêzên dewleta AKP'ê ya faşîst ve hatine şehîd xistin. Yanî hejmara sivîlên di nava vê pêvajoya şer de hatine qetilkirin, kêmî 711 kesan e. Eger li gorî îdîayên wan hêzên ewlekariya dewleta AKP'ê 711 kes qetil kiribin, wê çaxê cenazeyên van mirovan li ku ne! Çima ji raya giştî vedişêrin!
Weke encam; AKP a mêtînger di bin navê 'Şer li dijî PKK’ê' de li Kurdistanê li dijî welatiyên sivîl şerekî qirêj daye destpêkirin. Welatiyên sivîl qetil dike û rastiyan ji raya giştî vedişêre. Raya giştî ya cîhanê û Tirkiye girîng e bi van nûçeyên derew nexapin
26 Çile 2016
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel
