Ji gellême û raya giştî re!
Têkildarî êrîşên li hember dibistana Baglarê dest bi lêkolînên berfireh û lêpirsîn hat kirin, li gorî encama gihiştine, êrîş ji aliyê hêzên îstixbarata Tirk ve pêk hatine.
Li gorî encama ku em gihiştine, ev bûyer di çarçoveya şerê psîkolojîk de, hêzên îstixbarata Tirk pêk anîne. Bi ti awayî tî têkiliya PKK’ê û ne jî rêxistinên girêdayî PKK’ê bi vê bûyerê re tineye.’
Êrîşa Lı Hember Zarokan Manîdar E
Li Kurdistanê her roj welatiyên sivîl tên qetilkirin, di 6 mehên dawî de bi dehan zarokên Kurdistanê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Bi belavoka akademîsyenan, daxuyaniyên hêzên navneteweyî rastiya rûyê dewleta Tirk derxist holê. Bi taybet di vê rojeva zindî de û hatina Alîkarê Serokê ABD’ê Jon Bîden a Tirkiyeyê û êrîşa bombeyî ya li hember zarokên Amed 'ê manîdar e. Çeteyên Qesrê êrîşên bi vî awayî dikin, rojnameyên Qesrê jî bi manşetên ‘PKK zarokan dikuje’dinivîsîne. Bi van menşetan herî kêm qetilkirina 5-6 zarokan kirine hedef û bi gotina ‘PKK zarokan dikuje’ dixwazin berheman bidest bixin. Ev hemû senaryo ne. Tevgera me ya ku li pey doza gelê xwe dimeşe, dixwazin wisa bidin xuyakirin ku zarokên gelê xwe qetil dike. Tevgera me ti carî wesatiyên sivîl nekiriye hedef û ti carî jî nake hedef. Îro li tevahiya Kurdistanê yên ku êrîşan li hember sivîlan pêk tînin, sivîlan qetildikin û dixwazin gelê Kurdistanê bihelînin, tenê hêzek heye: ew jî çeteyên Qesra AKP’ê ne.
PKK Ne Mımkûn E Ku Van Buyeran Pêk Bîne
Her kes bila baş bizane ku li cihekî weke Baglar ê ku ji sedî 90 alîgirên me ne, ne mimkûn e PKK û ciwanên PKK û ne jî ti saziyên welatparêz bûyerek bi vî awayî pêk bînin û ti caran jî pêk naynin. Ji destpêkê gelê Amed'ê, hemû gelê Kurdistan û Tirkiyeyê û raya giştî ya demokratîk bila bawer bin ku, ev bûyer ji aliyê Gladyoya Tirk ve pêk hatiye. Yên ku li Cizîr û Sûrê her roj zarokên me qetil dikin, li Amed'ê Tahîr Elçî qetil kirin û ev bombe jî wan teqandiye.
Mêtingeriya AKP’ê li hember berxwedan û doza gelê Kurdistanê ya mafdar bêçare maye, ev cure çalakiyên provakatîf ji bo veşartina xwe li dar xistine. Li ser vê jî dixwazin doza mafdar a gelê Kurd bi van bûyeran bidin reşkirin. Em bang li gelê Kurd û raya giştî dikin ku li hember van bûyerên qirêj ên bi vî awayî hişyar bin, li hember vê jî banga têkoşînê dikin.
23 Çile 2016
Fermandariya Karargeha Navendî ya Parastina Gel
