Ji bo gelême ye walatparêz û raya giştî re!
Yekîneya gerîlayên me ya bi fermandariya Rûbar Gewda li herêma Elbakê wezîfedar bû, lê belê ji neçarî çûye navenda Wanê. Li malê şerekî cidî neqewimiye û gerîlayên me bi rêbaza komplo û xiyanetê hatine înfazkirin .
Di roja 10'ê Çileyê, di çapemeniyê de hat weşandin ku di bûyera li xaniyekî ji 2 qatan ê li navçeya Wan Artemêtanê 12 kes hatine qetilkirin. Di encama lêkolînên me de hat tespîtkirin, ku li cihê bûyer qewimî, yekîneyeke gerîlayên me ya ji 12 kesan a bi fermandariya hevalê me Rûbar Gewda hebû. Ji vê yekîneyê re wezîfeyek mayîna li Wanê nehatiye dayîn. Di encama lêkolînên hatin kirin de tespît bûye ku ev yekîne ji ber neçariyekê baregehên xwe terikandiye û çûye navenda Wanê. Tê fêmkirin, ku ji ber baregehên van hevrêyên me yên li Elbakê ji ber mercên zivistanê bûye ku nema karibin bê bikaranîn û deşîfre bûne, bi awayekî demkî neçar mane baregehên xwe biterikînin. Ji ber ku ji van hevalan re ti wezîfeyek ji bo terikandina nuqteyên xwe, nehatiye dayîn. Agahiyên 'ji bo çalakiyeke mezin hatine' yên aliyê dewleta Tirk, dûrî ji rastiyan e. Ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku di nava şert û mercên heyî yên demsalê de, ew zemîn ji bo pêkanîna çalakiyekê ne guncaw e.
Aşkere ye ku li vê malê şerekî cidî neqewimiye. Nepêkane ku hêzên dewleta Tirk cihekî 12 gerîlayên HPG'ê yên çekdar, bi tecrûbe û profesyonel lê ne di nava nîv saetê de yan jî çend saetan de bêbandor bikin. Herî kêm wê 2-3 rojan şer biqewimiya. Ji ber ku derfet û malzemeyên di vî warî de hene. Ji ber ku kom di demeke kurt de bêbandor bû, xuya ye di vir de rêbaza komployê heye. Ya bi awayekî jehr di nava xwarinê de hatiye bicihkirin û bi vî rengî bêbandor mane; yan jî gazeke ji hiş xistinê hatiye bikaranîn bi vî rengî hevalên me nekarîne tevbigerin û şer bikin. Ji xwe li gorî agahiyên di çapemeniyê de hatin weşandin, herî kêm 6 hevalên me bi guleya li serî ketî şehîd ketin. Ev yek jî delîleke xurt a vê tespîtê ye. Dibe ku 2-3 hevalên me yên jehrê kêm bandor li wan kiribin, bi awayekî ku hinekî li ser hişê xwe bûn derketine derve û şer kiribin. Lê belê aşkere ye ku temamiya komê bi rêbaza komplo û xiyanetê hatiye bêbandorkirin. Lêkolîna me ya li ser bûyerê dewam dike û dema encamên cudatir hatin tespîtkirin, ew ê bi raya giştî û gelê me yê hêja re bê parvekirin.
Komplo Û Namerdî Hat Kırın, Hesap Wê Were Pırsîn
Divê were zanîn ku hêzên dewleta Tirk ên bi namerdî û komployan xwe mêrsaxiyê dikin, ev yek wê ji wan re nemîne. Hêzên dewleta Tirk ên di herikîna dîrokê de timî li dijî gelê me bi durûtî, komplo, dek û dolaban re rêbazên qirêj bi kar anîn, li navenda Wanê yek ji van rêbazên xwe yên namerdî bi kar anî. Yên ku ev înfaz û komplo bi tirsonekî pêk anîn, divê zanibin ku hesabê vê wê were pirsîn û bi van rêbazan re jî nikarin encamekê bi dest bixin.
Ji ber ku 12 milîtan û fermandarê hêja bi komployeke bi vî rengî gihîştin şehadetê, ji tevahiya gelê Kurdistanê û malbatên hevrêyên xwe re sersaxî dixazin .Weke hevrêyên van lehengan, em ê li ser şopa wan bimeşin û soz didin ku bîranînên wan bi bilindkirina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bidin jiyîn.
Nasnameyên gerîlayên me yên şehîd wuhane:

Nasnav: Celal Qendîl
Nav paşnav: Fazil Kûş
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Navên dê û bav: Fexiye-Ferzende
Dem û cihê şehadetê: 10'ê Çileya 2016 / Wan

Nasnav: Çekdar Başkale
Nav paşnav: Mehmet Siddik Orhan
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Navên dê û bav: Makbûle-Alaaddîn
Dem û cihê şehadetê: 10'ê Çileya 2016 / Wan

Nasnav: Êrîş Tekman
Nav paşnav: Serhan Yildiz
Cihê ji dayikbûnê: Erzîrom
Navên dê û bav: Remziye-Celal
Dem û cihê şehadetê: 10'ê Çileya 2016 / Wan

Nasnav: Gernas Aras
Nav paşnav: Fûat Akdemîr
Cihê ji dayikbûnê: Amed
Navên dê û bav: Asiye-Fehmî
Dem û cihê şehadetê: 10'ê Çileya 2016 / Wan

Nasnav: Mazlûm Colemêrg
Nav paşnav: Naîm Tekîn
Cihê ji dayikbûnê: Colemêrg
Navên dê û bav: Zumrut-Ramazan
Dem û cihê şehadetê: 10'ê Çileya 2016 / Wan

Nasnav: Navdar Masîro
Nav paşnav: Ahmet Ozer
Cihê ji dayikbûnê: Semsûr
Navên dê û bav: Aliye-Abdulkadîr
Dem û cihê şehadetê: 10'ê Çileya 2016 / Wan

Nasnav: Rûbar Serhat
Nav paşnav: Denîz Aşkan
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Navên dê û bav: Zelîha-Cemîl
Dem û cihê şehadetê: 10'ê Çileya 2016 / Wan

Nasnav: Serhat Behrewan
Nav paşnav: Şaban Gunay
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Navên dê û bav: Saadet-Halît
Dem û cihê şehadetê: 10'ê Çileya 2016 / Wan

Nasnav: Berxwedan Erdîş
Nav paşnav: Umît Gurbuz
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Navên dê û bav: Hanîfe-Fehîm
Dem û cihê şehadetê: 10'ê Çileya 2016 / Wan

Nasnav: Argeş Colemêrg
Nav paşnav: Esmer Yildiz
Cihê ji dayikbûnê: Colemêrg
Navên dê û bav: Fîkriye-Abdurrahman
Dem û cihê şehadetê: 10'ê Çileya 2016 / Wan

Nasnav: Armanc Canfeda
Nav paşnav: Ekrem Mete
Cihê ji dayikbûnê: Mêrdîn
Navên dê û bav: Şerîfe-Tevfîk
Dem û cihê şehadetê: 10'ê Çileya 2016 / Wan

Nasnav: Cîlo Ferlat
Nav paşnav: Umît Urgen
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Navên dê û bav: Makbûle-Haydar
Dem û cihê şehadetê: 10'ê Çileya 2016 / Wan
14 Çile 2016
Fermandarîya Navenda Parastina Gel
