HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

Di vê sala nû ya têkoşînê de li ser esasê rexneyên Rêbertiya me pêş xistine, em destnîşan dikin ku partîbûyûn û leşkerbûyînê teqez bi ser bixin û ji demê re bibin bersiv.

37. Salvegera Damezrandina fermî ya partiya me PKK’ê ya hêza pêşeng a gelê Kurd, di serî de li Rêber Apo yê bi kedên mezin partiya me ava kir û ji bo bê van rojan hewldanên bêhempa nîşan da, li gelê Kurdistan ê welatparêz, mirovatiya pêşeng û hemû hevrêyên partiyê pîroz be.

Rastiya PKK’ê rastiya şehîdan e. Yên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê anîn van rojan şehîdên me yên nemirin.

Ji lewra fêmkirina rastiya PKK’ê di fêmkirina rastiya Hakiyan, Mazlûman, Kemalan, Xeyriyan û  Sarayan; Egîd û Bêrîtanan, Zîlanan, Erdal, Şîlan, Viyan, Adil, Nûda, Rustem, Xebat, Mehmet, Rojîn, Huseyin, Reşîd, Şervan û Baranan re derbas dibe. Doza azadiyê ya şehîdên me yên ezîz ji me re hiştine gihandina serketinê, têkoşîna azadiya gelê me, welatê me û tevayî gelên bindest a wan di oxira wê de canê xwe feda kirin gihandina serketinê ji bo me wezîfeyeke girîng e.

Avakirina PKK’ê li ser navê gelê Kurdistanê li hember dîroka zorbetiyê, zilm û mêtingeriyê mudaxeleyek aktîf e. PKK’e bi keda mezin a Rêber Apo hatiye asta pêşengtiyê, li ser vî esasî ji gelê Kurd re ku li ser xeta zirav a mirin û jiyanê bû,  rêya jiyan û hebûnê vekir. Gelê Kurdistanê li derdora xet û berxwedana PKK’ê bû yek, zanebûna têkoşînê, ezim û wêrektî bi dest xist. Gelekî ku bi kor, ker û bi lal hiştinê ve koletî dijiya, bi PKK’ê re ronî bû, îradeya moral, exlaq û şer bi dest xist. Ev bi tena serê xwe rê ji şoreşek civakî re vekiriye.

BI PKK’Ê RE JINA KURD XWE JI NÛ VE AVA KIRIYE

Çawa bi PKK’ê re neteweya Kurd ji nû ve ava bû, her wiha bi PKK’ê re jina Kurd jî ji nû ve xwe ava kiriye. Îro ser esasê ruhê Zîlanên Fermandar bi hezaran jinên Kurdistanî di vî şerê azadiyê de roleke pêşengtî dilîze. Asta partîbûna wek Tevgera Azadiya Jinên Kurdistan PAJK’ê jî asta şoreşa Kurdistanê nîşan dide.

DI PÊŞENGIYA PKK’Ê GELÊ ME BI GAVÊN BI BAWER BER BI AZADIYÊ DIMEŞE

Bi ciwan û pîr, jin û mêr tevahî gelê Kurdistanê bi vê têkoşînê re xwe kiriye yek, bi qasî xwe kiriye yek xwebûna xwe nas kiriye, bi qasî xwe nas kiriye zêdetir PKK’e hembêz kiriye û li ser vî esasî di encama têkoşînek 37 salan de, îro gelê Kurd li herêmê bûye xwedî roleke girîng. Îro di pêşengiya PKK’ê de gelê me yê bi gavên bi bawer ber bi azadiyê dimeşe li hember mêtingeriya kûr a dixwaze serweriya xwe li ser Kurdistanê bidomîne, hevkarên wê yên xwecîhî û DAIŞ’ê ku nuqteya herî dawî ya paşverûtiyê ye, gihiştiye merheleyek pir girîng. Li Bakurê Kurdistanê di serî de qadên ku gelê me xwerêveberiyên xwe îlan kirine, berxwedana gelê me nîşan  dide, li Başûrê Kurdistanê bi temamî Şengal ji çeteyên DAIŞ’ê paqijkirin û li Rojava şoreşa ku li ser esasê xeta sêyemîn a ku ji gelên herêmê re xeta azadî, demokrasî, xwişktî û biratiyê ye pêşketî û veguherî Şoreşa Sûriyeya Demokratîk, nîşan dide ku PKK’ê bi derbaskirina rêxistinek klasîk hatiye asteke hêza pêşeng ya ku bi ruh, felsefe û sekna jiyanê ya di cewherê îdeolojiya wê de pergalê ava dike.

BERXWEDANEK DESTANÎ YA NEFES BI NEFES TÊ MEŞANDIN

Her saleke dîroka Partiya me bi berxwedanek destanî ya nefes bi nefes hatiye meşandin. Her saleke têkoşînê ya ku bi tena serê xwe zor û dijwar e, bi fedaîtî û biryarî hatiye meşandin, li axa Kurdistan û erdnîgariya Rojhilata Navîn hatiye haveynkirin û destanên avakirina gelê Kurd hatiye nivîsandin. PKK’e ya bi hêza xwe ya gelê Kurd û îradeya serbixwe dimeşe, wek parêzvanê edaletê, demokrasî û azadiyê bûye pêşengê herî dînamîk a guhertina civakê. Avabûna PKK’ê li hember her cure polîtîkayên mêtinger, înkarker û qirker, her çiqasî derfet kêm jî bin bila bibin, soza berxwedana di mirovê werêk û leheng e, azad mayinê ye. Ev soz carekê hatiye dayin. Rastiya têkoşînê ya Rêber Apo, şehîd û partiya me, di bin her şert û mercî de bûye îfadeya herî vekirî ya girêdana bi vê soza şerefê re.

Em wek Hêzên Parastina Gel a Kurdistanê di xeta serketinê ya Rêber Apo û PKK’e nûnertiya wê dike biryardariya em ê têkoşîna azadiyê ya gelê xwe bi serketinê tacîdar bikin û derfetên wê ji her demê zêdetir em dijîn. 38. sala Partiya me, em ê bi awayekî hê xurttir xwe nû bikin û xwe bi azadiya Rêber Apo û gelê xwe re bikin yek pêşwazî bikin. Di vê sala têkoşînê ya nû de li ser esasê rexneyên Rêbertiya me pêş xistiye, em ê partîbûn û leşkerbûyinê teqez bi ser bixin û em ê ji pêvajoyê re bibin bersiv. Wek kadroyên têkoşînek xwedî tecrube û ezmûnên muezem bi tempoyek xebat û serketinê ya ji her demê zêdetir, hewldanên me yên pêkanîna pratîkek layiqî berpirsiyartiya me ya dîrokî di asta herî jor de ye. Di sala têkoşîna me ya 38. de em diyar dikin ku di rêya pêşxistina armancên partiya me PKK’ê de wek neferên azadiyê bi tevahî hêza xwe erkên xwe bi cih bînin, di meşa serketinê ya herî bi şan a dîrokê de em careke din salvegera partiya  gelê xwe û tevahî hevrêyên li ber xwe didin pîroz dikin, di sala têkoşînê ya 38. de em serketinên mezin dixwazin.
Bijî Partîyame, Partiya Karkerên Kurdistan!
Bijî Serok Apo!

26 Mijdar 2015
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel