ji bû çapemenî û raya giştî re!
Dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê, ji bo şaşwaziya xwe û windahiyên giran ên li hemberî gerîla dane veşêrin, xebateke mezin a derewan û dezenformasyonê dimeşînin. Daxuyanî û nûçeyên dawî yên îdîa dikin ku 'di êrîşên hewayî yên dawî de li Heftanînên 60, li Dêrsimê 35 gerîla şehîd ketine' parçeyek ji vê xebatê ye û ji bo xapandina raya giştî tê kirin. Ev xebatên propaganda reş ên bi şêweyê kampanyayekê di çarçoveya şerê psîkolojîk de tên meşandin, wê rejîma AKP'ê ya li ber hilweşînê ye û hêzên dewleta Tirk ên li pêşberî gerîlayê me derbên mirinê dixwin, rizgar nekin. HPG a ku heta roja îro ti windahiyên xwe ji raya giştî venaşartiye, weke ferzeke berpirsyariya xwe, encamên şerê diqewime bi raya giştê re parve dike û vê yekê jî j xwe re weke wezîfeyê dibîne. Berevajî îdîayên artêşa Tirk û medya hawiz, di êrîşên hewayî yên li herêma Heftanînê de hêzên me ti windahî nedane. Windahiyên gerîla yên di operasyon û êrîşên hewayî yên li Dêrsimê de ne 35 e. Hejmara windahiyên me 4 e.
Li bejahiya navçeya Dêrsim Pulurê, di encama bomberdûmana hewayî ya 2 rojan de tevî endamê me yê Konseya Fermandaran a HPG'ê hevrê Baran Dêrsim (Îsmaîl Aydemîr), hevalên me Erdal (Abdûrrahman Akçîn), Cîlo (Resûl Balikçi) û Botan (Sedat Arslan) gihîştine şehadetê.
Fermandarê me yê giranbuha Baran Dêrsim ê weke milîtanekî Apoyî yê li ser şopa Elîşêran û dilsozê wasiyeta Seyîd Rizayan bû, salên dûr û dirêj li çiyayên Kurdistanê ma û di tevahiya jiyana xwe ya gerîla de xizmetên mezin ji gelê Kurdistanê re kir. Fermandarê me Baran Dêrsim, di jiyana xwe ya têkoşînê ya bi fedekariyên mezin dagirtî de, hevrêyekî bi ked, durustî, lehengî, wêrekî û sekna xwe ya fedaî derdiket pêş. Vî ewladê leheng ê Dêrsimê, ku di temenê xwe yê ciwantiyê de tevlî refên têkoşîna azadiyê bû, di bi cih anîna wezîfeyên xwe de bi ti awayî teredût nekir û piştî ku li gelek herêmên Kurdistanê wezîfe kir, herî dawî di dawiya sala 2013'an de careke din berê xwe da xaka xwe Dêrsimê. Hevrê Baran ku di dema li Dêrsimê bû bi têkiliyên xwe yên hevrêtî, bi sekna xwe ya dilnizmî û bi kesayetiya xwe ya gelparêziyê re cihê xwe di dilê her kesî de girt, windahiya wî ji bo tevgera me û têkoşîna şoreşê şehadeteke girîng e.
Ji ber şehadeta hevrêyên me Baran, Erdal, Cîlo û Botan, di serî de malbatên me yên şehîdan ên giranbuha, serê tevahiya gelê Dêrsimê û gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be. Em careke din dubare dikin ku em ê li ser şopa şehîdên xwe bi pêş ve biçin û bîranîna van hevrêyên xwe yên giranbuha di têkoşîna azadiyê de bidin jiyîn. Di serî de gelê Dêrsimê em bang li tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz dikin ku li ser bingeha ruhê mezin ê berxwedanê xwedî li van ewladên xwe yên giranbuha derkevin. Em bang li ciwanên Dêrsimê û tevahiya Kurdistanê dikin ku di vê qonaxa dîrokî ya têkoşînê de di xeta Şehîd Baranan de tevlî têkoşînê bibin.
Nasnameyên Hevalên Me Yên Ku Şehîd Ketine Wuhaye:

Nasnav: Baran Dêrsim
Nav-Paşnav: Îsmaîl Aydemîr
Cihê ji dayikbûnê: Dêrsim
Navê dê-bav: Hatîce-Mûrat
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: 16'ê Îlona 2015 / Dêrsim

Nasnav: Erdal Reşo
Nav-Paşnav: Abdûrrahman Akçîn
Cihê ji dayikbûnê: Mêrdîn
Navê dê-pav: Ayşe-Halîl
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: 16'ê Îlona 2015 / Dêrsim

Nasnav: Botan Gewda
Nav-Paşnav: Sedat Aslan
Cihê ji dayikbûnê: Mêrsîn
Navê dê-bav: Şehrîstan-Ahmet
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: 16'ê Îlona 2015 / Dêrsim

Nasnav: Cîlo Kop
Nav-Paşnav: Resûl Balikçi
Cihê ji dayikbûnê: Mûş
Navê dê-bav: Sevda-Nîzamettîn
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: 16'ê Îlona 2015 / Dêrsim
21 Îlon 2015
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel
