HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya gîştî  re!

Di 24ê Tîrmehê û pê ve bi biryara Erdogan û hikûmeta AKP'ê li dijî tevgera wan û gelê Kurd şerekî topyekûn hatiye destpêkirin. Sedema bingehîn a vî şerî dengnedayîna Kurdan a ji bo AKP'ê û ketina AKP'ê ji desthilatdariyê ye. AKP hewl dide tolê ji gelê Kurd hilîne û destnîşan kir ku ji ber vê yekê di serî de herêma Colemêrgê li herêmên mîna Farqîn, Lice, Gimgim û Giyadînê bi awayekî topyekûn gel hedef tê girtin û hewldanên ji bo komkujiyê tên kirin. Ev rewşa êrîşê û dijminatiya vekirî ay li gelê me, bi biryara AKP'ê ketiye rojevê. Hikûmeta AKP'ê ya ku îro li Geverê, çi zarok çi extiyar êrîşî her kesî dike, ji ber ku gelê Colemêrgê di asta herî bilind de xwedî li welatparêziyê derdikeve û nayê lîstikên AKP'ê, dixwaze hesap ji gelê me bipirse.

İro li her deverê bi biryara AKP'ê re di navbera dewleta Tirk û gelê Kurd, hêzên demokrasiyê de rewşeke şer û pevçûnan heye .Di vê demê de, hemû Kurdên xiyanet li nasnameya xwe nekirine û ji xwe re dibêje ez însanim, hemû demokratên Tirkiyeyî divê li hemberî vê hovîtiya AKP'ê bêdeng nemînin û di serî de gelê Geverê xwedî li berxwedana mafdfar a tevahiya gelê Kurdistanê derkevin. Di qonaxeke bi vî rengî de hikûmeta AKP'ê careke din daye dû polîtîkayên berdan-kuştina hev a Kurdan. Dewleta Tirk di herikîna dîrokê de li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi bikaranîna derdorên cuda yên Kurdan re li Kurdistanê komkujî kir û îro jî ji bo polîtîkaya xwe ya berdana hev a Kurdan bixe meriyetê, ketiye nava tevgerê.

Bi hilbijartinên 7'ê Hezîranê re ku yekemcar di asta herî berfireh de yekîtiya neteweyî-demokratîk pêk hat, li hemberî vê sekna dîrokî ya gelê Kurd mêtîgerî dîn û har bûye û ji bo vê yekîtiyê xera bike serî li her rê û rêbazan dide. Bi taybetî, derdorên ku ji ber nezantî û helwestên şaş ên demên berê neçarî cerdevaniyê hatin hiştin, bi polîtîkayên çêker û qezençkirinê yên partiya me re, rastî derxistin holê, her kesî şaşîtiya xwe dît û li ser vê bingehê kete nava lêgerîna yekîtiya Kurd û polîtîkaya berdana hev a Kurdan a dewleta Tirk xitimand. Ev yek, tevî mirovên gelê me yên cerdevan in, ji bo tevahiya gelê Kurd destketiyeke girîng û erênî ye. Êdî asteke welê bi dest hat xistin ku kes nema dikare Kurdan berde hev. Helwesteke hêja derket holê ku xwedî li nasname û yekîtiya neteweyî tê derketin.

Hikûmeta AKP'ê, li aliyekî mîna ku di helwesta li hemberî Rojava de tê dîtin dest ji dijminatiya li gelê me bernedaye, li aliyê din jî bi dek û dolaban hewl dide mirovên me yên cerdevan careke din mîna leşkerekî di şer de bi kar bîne û di navbera Kurdan de şer derxîne. Bi vê armancê hem general, hem jî rayedarên AKP'ê bi xwe bi cerdevanan re civînan lidar dixin. Bi derewa 'partiya me xwe nêzî çareseriyê nake' re dibêjin ku şer destpê kiriye û êdî divê her kes aliyê xwe diyar bike. Li hin cihan cerdevan gefê li mirovên me dixwin; li hin deveran jî bi gotina 'PKK wê êrîşî we bike' çavên wan tên tirsandin.

Herî dawî, mîna li Hezoyê hat dîtin li gelek deveran kontra kincên gerîla li xwe dikin, bi vî rengî li hemberî cerdevanan çalakiyan pêk tînin, berpirsyariya vê jî diavêjin ser hêzên me. Bi çalakiyên teqînê yên van kontrayan re hewl tê dayîn rewşeke provokasyonê were afirandin. AKP bi provokasyon û lîstikan re careke din dixwaze cerdevanan tevlî şer bike. Girîng e ti kes neyê van lîstikên namerdî. Pêwîst e hemû derdorên cerdevanan vê zanibin; biryara partiya me heye; hêzên me yên gerîla wê ti carî li hemberî cerdevanan çalakiyê nekin. Di vî warî de bila ti kes ji derewên dewleta Tirk bawer nekin û nekevin xefikên dewleta Tirk ên ji bo rijandina xwîna Kurdan.

Divê hemû derdorên cerdevan ên gelê me baş bizanibin, ku Serok Apo û partiya me, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk bi her awayî fedekarî kir, lê hikûmeta AKP'ê hemû pêşketin ji holê rakir. Niha jî bi vî şerê li hemberî gelê me îlan kiriye re dixwaze gelê me bieciqîne, ji nû ve li hemberî hev bide şerkirin û sîstema xwe ya mêtînger serdest bike. Hemû malbatên cerdevanan ên xwedî giranî û hemû cerdevanên li Kurdistanê, pêwîst e li hemberî van lîstikên AKP'ê helwestê nîşan bidin, aşkera bikin ku çi dibe bila bibe wê şer nekin, wê alîgirên şer ên nava dewleta Tirk qels bikin û zextê li dewleta Tirk bikin ku berê xwe bide rêyên aştiyane. Lewma divê cerdevan di vê pêvajoya dîrokî de xwedî li wesfên xwe yên welatparêzî û demokratiyê derkevin, aşkera bikin ku ew ê di şer de nebe aliyek û nekevin nava şer. Ev yek ji bo pêşketina rêya çareseriya demokratîk û aştiyane wê xizmeteke mezin be.

Em bang li hemû cerdevanên welatparêz dikin ku di vê dema girîng de neyên lîstikên dewleta Tirk û helwesta welatparêziyê nîşan bidin.

27 Tebax 2015

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel