HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Piştî serketina pêngava Medîbanê ya we bi hêza xwe bi ser xistin, bersiva we ya li hemberî êrîşên berfireh ên 31'ê Adarê û 1'ê Nîsanê, cihê şanaziyê ye.

Ew têkoşîna YBŞ, YJŞ'ê ya ji 4'ê Tebaxa 2014'an û vir ve li hemberî êrîşên hovane dimeşînin, ji nêz ve dişopînin. Hêzên YBŞ'ê ku ji aliyê komeke ji çend ciwanên Êzidî di nava şer de hîmên wê hatin danîn û bi biryardarî, cesaret û hunera xwe ya leşkerî re dijmin dişkînin, bi vê sekna xwe re ji aliyê tevahiya cîhanê ve jî tên dîtin. Bi taybetî, piştî serketina pêngava Medîbanê ya we bi hêza xwe bi ser xistin, bersiva we ya li hemberî êrîşên berfireh ên 31'ê Adarê û 1'ê Nîsanê, cihê şanaziyê ye.

Hunera we ya taktîkî û berxwedana we ya egîdî îlhamê dide me, baweriya me û tevahiya gelê me ya ji bo azadkirina Şengalê xurtir dike. Bi vê berxwedana xwe ya bi hostatî, cesaret û moraleke bilind re, wê ji sedî sed hesab ji wehşeta DAIŞ'ê bê pirsîn û Şengal bi temamî azad bibe. Em dixwazin hûn zanibin; di vê berxwedana we ya lehengî de weke HPG em li cem we ne, em berxwedana we bi rêzdarî û şanazî pêşwazî dikin û zanibin ku hûn bi tenê nînin.

Di vê meşa we ya lehengiyê de em ji we re serketinê dixwazin, we hemûyan bi hezkirin û rêzdarî silav dikin.

4 Nîsan 2016
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG