Ji çapemenî û raya giştî re!
Di bomberdûmanên artêşa TC a dagirker de, di meha Kanûnê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê 4 gerîlayanên me şehîd bun. Di pêngava me ya 'Rêbertiya Azad û avakirina Kurdistana Xweser a Demokratîk' de endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê hevrêyê me Hakî Amed li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî karwanên hevrêyên me yên di oxira azadiyê de şehîd ketine, bû. Pê re hevrêyên me Şivan, Serhat û Kahraman bûn rêwiyên vî karwanî û weke lehengên mezin cihê xwe di dilê gelê me de girtin.
Nasnameyên Çar Gerîlayên Me Wuhane:

Nasnav: Hakî Amed
Nav paşnav: Vedat Yoldaş
Cihê ji dayikbûnê: Amed
Navên dayik û bav: Gozel-Suleyman
Dem û cihê şehadetê: Kanûna 2015 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Şivan Denîz
Nav paşnav: Mûhtesîm Ozdogan
Cihê ji dayikbûnê: Çewlik
Navên dayik û bav: Porsor-Mehmet Nûrî
Dem û cihê şehadetê: Kanûna 2015 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Kahraman Dîgor
Nav paşnav: Adem Atîs
Cihê ji dayikbûnê: Qers
Navên dayik û bav: Sabîha-Nadîr
Dem û cihê şehadetê: Kanûna 2015 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Serhat Garzan
Nav paşnav: Cahît Yuksel
Cihê ji dyaikbûnê: Bedlîs
Navên dayik û bav: Perînaz-Zekî
Dem û cihê şehadetê: Kanûna 2015 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Hevrê Hakî Tımî Hewl Dıda Layıqî Şehîdan Be
Di nava derdoreke hevalan a welatparêzî û çanda xwe diparastin de mezin bû. Hevrê Hakî yê ku salên xwendina dibistanê di asta yekemîn de bi awayekî serketî derbas kir, dema partî nas kir dibistan terikand û di sala 1990'î de tevlî nava refên partiyê bû. Bi jêhatîbûna xwe, bi biserxistina kar, dilsoziya xwe ya bi jiyanê ve û bi baweriya ji xwe ve di demeke kurt de bi pêş ket û di nava partiyê de dest bi rakirina berpirsyariyan kir. Hem di çalakiyên li bajêr hem jî di yên li çiyê de performanseke serketî nîşan da û hewl da bi awayekî serketî hêjayî bîranîna hevrêyên xwe yên şehîd ketine, bibe.
Hevrê Hakî di sala 1992'an de dema karê bajêr dimeşan hat girtin, li hemberî dijmin kevneşopiya PKK'ê ya berxwedanê esas girt, li dijî her şêwe îşkenceyên zilmkar sekneke bi rûmet nîşan da. Salên wî yên ragirtina li zîndanê bûn salên xutrbûna dilsozî û baweriya wî bi dozê û partiyê re. Zîndan weke qadeke esaret û girtinê nedît. Xeta berxwedanê ya Mazlûman, Kemalan, Hayriyan esas girt û ev der veguherand qadeke şer a li dijî dijmin. Hevrê Hakî Amed, taybetmendiyên însiyatîf, afirînerî û cesaretê yên milîtanên Apoyî di şexsê xwe de temsîl kir, di sala 1997'an de tevî komek ji hevrêyên xwe ji zîndana Skenderûnê reviya û xwe gihand rêxistinê. Dildariya wî ya bi azadiyê û hesreta wî ya bi çiyê, ew bi lez û bez gihand gerîlayên li Amanosê. Li cihên pîroz ên di bin kontrola Rêber Apo de, xwe ji aliyê bîrdozî, siyasî û leşkerî ve bi pêş de bir. Di şexsê Rêbertî de bi xurtî xwe gihand gel, hevrê, hevrêyên şehîd û nirxên mirovahiyê. Hevrê Hakî Amed xwest vê xwegihandinê li xaka pîroz bi şer xurtir bike, di vê çarçoveyê de bi xwe pêşnyar kir û berê xwe da çiyayên bi heybet ên welatê xwe.
Dı Xeta Bîrdozî Û Polîtîk A Pkk'ê De Tı Carî Tawîz Neda
Ji Zagrosan heta Rojavayê Kurdistanê li gelek qadan kedeke mezin da û gelek hevrêyên ciwan amade kir, pêşengî ji wan re kir. Di sala 1999'an de li dijî komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo yekser pêşniyara çalakiya fedaî kir, ji bo pêkanîna vê tevî hevalên Şehîd Gulan û Şehîd Nemrûd berê xwe da metropolên TC a faşîst, lê belê di 2'ê Tebaxa 1999'an de li ser destwerdana stratejîk a Rêberê me li pêvajoyê, xwe vekişand qadên biryargehan. Lê belê performansa xwe ya têkoşînê ti carî kêm nekir û ev pêvajo bi cidiyeteke mezin weke pêvajoyeke amadekariyê nirxand, xwe û hevrêyên xwe amade kir. Hevrê Hakî hêjayî wezîfeya fermandariya giştî ya hêzên me yên fedaî hat dîtin, ku di nava vê pêvajoya wezîfeya xwe de çi mezin çi biçûk li her derê, di dema xwe de timî bi lez tempoyeke xurt nîşan da. Piştre jî hemû wezîfeyên partiyê radestî wî kir, bi kêfxweşî û dildarî bi cih anî.
Hevrê Hakî Amed di tevahiya têkoşîna xwe de ti carî tawîz ji xeta bîrdozî-polîtîk a PKK'ê tawîz neda, timî bi pîvanan re dilsoz ma. Bi pêşdîtina xwe re gelek caran valahiyên dijmin baş dît, bi kar anî û bi taktîkên leşkerî yên afirîner re derbên girîng li dijmin xist, di şer de pêşengî ji pratîkên serketî re kir. Bi sekna ji xwe bawer, bi însiyatîfa hay ji berpirsyariya xwe heyî û bi kesayetiya xwe ya wêrek û afirîner re timî bi rola pêşengiyê rabû. Têkiliyên wî yên hevrêtiyê her tim li ser bingeha pîvanan meşiya. Bi taybetî li dijî mezintirîn şebekeya xiyanetê ya di nava dîroka me de rû da di navbera salên 2002-2004'an de bi têkoşîna xwe ya tûj a li hemberî vê şebekeyê ve, roleke mezin lîst ku rêxistin xwe komî ser hev bike. Hevrêyekî ku bi awayekî serketî wezîfeyên dîrokî yên ji nû ve avakirina PKK'ê bi cih anî.
Hevrê Şıvan Xwedî Sekneke Bı Bıryar Bû
Hevrê Şivan Denîz, hînê di emrê zarokatiyê de tevlî nava refên PKK'ê bû. Li hemberî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo, tevlî refên azadiye bû û weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet, bersiva pêwîst da dijmin. Piştî ku tevlî bû, xwest hêrsa xwe weke şeravnekî zane û pispor li hemberî dijmin bi kar bîne û li ser vê bingehê qadên herî zehmet ên têkoşînê hilbijart. Tevî ku emrê xwe biçûk jî bû, di demeke kurt de bi gerîla, nirxên gel û xeta partiyê re bû ye. Bi sekna xwe ya mînakdar a di nava pratîk û jiyanê de, ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve gelekî hat hezkirin. Çiqasî perwerde dît û bû xwedî tecrûbe hîn bêhtir xwe li qadên germ ê şer cih bigire û di encama pêşniyarên xwe yên bi israr çû warê Egîdan Gabar, Besta, Herekol. Li vê derê bi wêrekî û fedekariyeke mezin wezîfeyên xwe bi cih anî û tevî ku bi giranî birîndar bû jî bi moral û coşa xwe ya jiyanê bi lez û bez rehet bû, ku doktor jî li pêşberî vê rewşê matmayî man. Hevrê Şivan li gelek herêmên Başûr ma û heta şehîd bikeve, di astên cuda de wezîfe bi cih danî. Sekneke wî ya bi biryar, rûyê wî her tim li ken û taybetmendiyeke wî ku timî kolektîvîzm esas digirt, hebû. Timî bi coşeke mezin tevlî têkoşînê bû û taybetmendiyên wêrekî, jêhatîbûn û bi ser xistinê ji xwe re kir rêbaza jiyanê. Hevrê Şivan gelekî hez ji hevrê Hakî Amed ê pê re şehîd ket dikir, pê re dilsoz bû û di heman demê de ji aliyê hevrê Hakî ve jî gelekî dihat hezkirin.
Hevrê Serhat Gerîlayekî Afırîner, Wêrek Û Bı Pîvan Bû
Hevrê Serhat Garzan li Norşînê tevlî refên têkoşînê bû. Timî dixwest xwe bigihîne gerîla û li ser vê bingehê di sala 1996'an de dema hewl da tevlî nava refên têkoşînê bibe ji aliyê dijmin ve hat zevtkirin, girtin û li zîndanê hat bicihkirin. Lê ev yek li pêşiya wî nebû asteng ku xwe bigihîne çiyê. Piştî ku ji zîndanê derket, di sala 1999'an de careke din berê xwe da refên gerîla, lê dîsa hat girtin û ew avêtin zîndanê. Tevî vê yekê jî biryardara ji bo tevlîbûna li nava refên gerîla qet kêm nebû. Di sala 2005'an de roja ku ji zîndanê erket yekser berê xwe da refên azadiyê û xwe gihand hevrêyên xwe. Gelek wezîfeyên taybet bi awayekî serketî bi cih anî. Dema şehîd ket, wezîfeya fermandariya eniyê dimeşand. Di demeke ku di karê Xweparastin û Xweseriya Demokratîk de bi berpirsyarî radbû, gihîş şehadetê. Sekna wî ya bi wêrekî, dilsoziya wî ya bi wezîfeyê re, afirîneriya li qada leşkerî, jiyana wî ya bi pîvan, taybetmendiyên wî yên sereke bûn.
Hevrê Kahraman Gerîlayekî Xwedî Hışmendıyeke Xurt A Berpırsyarıyê Bû
Hevrê Kahraman Dîgor di sala 1994'an de li Dîgorê ji dayik bû. Di 23'ê Çileya 2015'an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrê Kahraman ku xwedî sekneke bi biryar, xweser, pê bawer û wêrek bû, di demeke kurt de bi hevrêyên xwe re bû yek, bi awayekî çalak tevlî pratîkê bû. Tevî ku ciwan û bêtecrûbe jî bû, ji ber ku hevalekî baldar û li pêşketinê vekirî bû di demeke kurt de bawerî da hevrêyên xwe û di ewlekariya biryargehê de di nava wezîfeyeke girîng de cih girt. Hevrê Kahraman bi hişmendiya berpirsyariyê û dilsoziya bi hevrê û gelê xwe ve, ji dil tevlî jiyanê bû û di demeke kurt de cihê xwe di nava dilê hevalan de girt. Di nava vê pêvajoya kurt a gerîlatiyê de ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak.
Em Soza Xwe Ya Dane Şehîdan Û Rêbertıyê Dubare Dıkın
Ji bo jîndarkirin û bicihanîna xweseriya demokratîk a li Kurdistanê, em hemû lehengên xwe yên di pêngava berxwedana xweparastinê de şehîd ketine di şexsê hevrê Hakî Amed, Şivan Denîz, Serhat Garzan û Kahraman Dîgor ên bûne leheng de bi rêzdarî bibîr tînin, li pêşberî bîranînên wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û bi ser xistina têkoşîna wan bi Kurdistana Xweser Demokratîk re weke wezîfeya bingehîn dibînin û soza xwe ya bi nirxên şoreşgerî yên gelê me, bi şehîdên me û Rêberê me, careke din bi biryardariyeke mezin dubare dikin.
18 Nîsan 2016
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel
