HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û rayagiştî re!

Gelê me di pêşengiya tevgera apocî de têkoşîna xwe bi rê ve dibe û ji bona azadiya xwe bi dest bixe her roj bedel dide û bi bedeldayînê re nirxên nû diafirîne.

Bi gotina serokatiya me, Pêngava 1’ê Hezîranê wekî “Duyemîn Pêngava 15’ê Tebaxê” hate bi nav kirin û ev pêngav bi biryarî dikeve sala xwe ya şeşan.  Bi vê wesîleyê em di şexsê şehîdên 1’ê Hezîranê hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bibîrtînin û vê roja ku di riya azadiyê de bûye xala fetlonekî, em vê roja gerîlayên xwe û ya gelên xwe yên welatparêz pîroz dikin.

1’ê Hezîranê li hember tunekirin û tesfiyekirinê tê wateya israra di xeta serokatî û azadiyê. Helbet derketina vê rojê û mercên biryarîbûna vê pêngavê û gihîştina vê rojê pêwîst e ku ba bê ziman.

Di sala 99’an de li hember mercên ku serokatiya me tê de bû û li hember her cure êrîşan, ji bona ku çareserî bi pêş bikeve, gerîlayên me yên azadiyê bi ked, hewldan û fedekarî di 1’ê Rezbera 1999’an de ji bona zirûfên aştî û demokrasiyê bi pêş bikevin, bi vê hêviyê hêzên leşkerî kişandin derveyî sînoran. Encax di wê demê de artêşa TC’ê vê wekî fersend dît û di encama êrîş û operasyonên tunekirinê de li gelek deveran bi dehan hevalên me şehîd xistin. Digel vê yekê jî ev biryar ji hêla gerîlayên me ve pêk hat û heta ji dest hat ji çalakî û pevçûnan xwe dûr hiştin.

Ev bi paş ve vekişandin, bi fedekariyeke yekalî û bi bedeldayînên mezin pêk hat. Di vê demê de ji bona ku têkoşîna çareseriya demokaratîk û aştiyê bigihê serkeftinê, bedelên giran hatin dayîn. Di salên din de jî ku agirbest yekalî berdewam kir, di operasyonan de gelek windahiyên gerîlayên me çêbûn. Dewleta tirk wê demê jî bêçalakîbûn û rewşa tebat a gerîlayên me kir fersenda di warê fizîkî de tune kirinê û pê re jî xwest di warê siyasî de jî tevgera me tune bike.

Wekî din di wê demê di çawaniyeke şexsî de derdorên ku hewl dan jiyana xwe ya şexsî rêxistin bikin, di bingeha feraseta, “Jiyana ku xwe dispêre têkoşînê qediyaye, pêwîst e ku em xwe bispêrên hêzên navneteweyî. Beravajî vê mafê me yê jiyanê nîn e. Ji bilî vê riyeke jiyanê nîn e.” de li ser tevger û qadroyên me pêvajoya tesfiyekirinê ferz kirin.

Li hember tevgera me ya azadiyê ev qomployên hundirîn û derveyî, bi berxwedaniya serokatiya me ku di wan zirûfên herî dijwar de bi pêş xist û fermandarê stratejiya parastina rewa rêheval Erdal (Engîn Sîncer) bi şiyara “Divê yên ku milîtan bin, peywirên milîtantiyê bînin cî” bi vê sekna xwe pêngava 1’ê Hezîranê ronî kir. Di vê wateyê de Pêngava 1’ê Hezîranê, li hember êrîşên serokatiya me, tevgera azadiyê û gelê me ji neçarî hate rojevê û li hember her cure nêzîkatî û ferasetên li dijî xeta apocî bû bersivdayînek û ev di pêvajoya heyî de rê li ber pêşketinên mezin vekir.

Li hember vê hêzên navneteweyî û hêzên herêmî, ji ber vê berxwedaniya bi hêz û bi bandor a di xeta apocî de, tengav bûn.

Gerîla, li hember her cure feraset û çewsandinên ku hewl dan 1’ê Hezîranê wekî taqtîk nîşan bidin, bi vê pêngavê da nîşandin ku ev sekneke bîrdozî û di xeta Rêber Apo û şehîdan de israr e. Ev jî bi xwe re têkneçûyîna gerîlayên me careke din selmande.

Bi 1’ê Hezîranê re di şexê şehîdên nemir Dijwar Erkendiyan, Serxwebûnan, Şevgeran, Yildazan, Sorxwînan, Adilan, Nûdayan, Gulbiharan, Ferhadan û Kûrtayan de, temsîla xeta serokatî hate temsîlkirin û di bingeha felsefeya apocî de vê erkê nêzî 800 şehîdên me bi awayekî herî bi hêz anîn cî û ev jî bi xwe re pêvajoyeke têkoşînê derxiste holê.

Ev berxwedaniya lehengî ya gerîlayên me bi pêş xistin, qomplo û lîstikên li hember tevgera azadiyê vala derxist û ji gel re bû moralek mezin, bawerî da û wêrekî bi pêş xist. Gelê me jî ji eniya xwe ve bi serhildanan beşdarbûna bi hêztir kir.

Îro jî tevgera me ya azadiyê bangeke yekalî kir û wekî bersiv hêzên me ji bona ku pêvajo bi rêbazên demokratîkû aştiyane çareser bibe, bêçalakîbûnê derbasî pratîkê kir. Li hember vê sazûmana TC’ê wekî pêvajoya 99’an nêzîkatiyên xwe yên tuneker domandin, hem li hember gerîlayên me hem li hember gelê me bi keysperestiyekê operasyon û êrîş berdewam kirin û ji bona ku vê pêvajoyê provake bikin bi dehan rêheval û mirovên me yên welatparêz qetl kirin. Ev jî careke din nedilsoziya sazûmanê aşkere kir.

Divê ev baş bê zanîn ku em dikevine sala şeşemîn a 1’ê Hezîranê, hem tevgera me ya azadiyê  hem jî wekî HPG ji Serhedê heta Amanosê, ji Qadên Parastina Medya heta Behra Reş ji her demê bêtir bi hêz û amade ne. Di vê demê de HPG ji bona ku pêşbîniya azadiya serokatî û gelê me pêk bîne û ji êrîşan re bibe bersiv, di partîbûyînê de xebatên kûrbûnê di asta herî jor de pêk anî û di vê rêgehê de ev amadekarî rêxistina me gihande asta herî jor.

Di vê demê de tenê HPG wekî hêza berxwedaniyê bimîne têr nake, ya girîng ev e ku azadiya serokatî û gelê me pêkanîne. Ev jî ku em dikevine salvegera Pêngava 1’ê Hezîranê li hember dîrokê peywira me ya dîrokî ye.

Di bingeha vê peywir û berpirsyariya dîrokî de, em wekî HPG didin diyar kirin ku, ji bilî berxwedaniyê em tu tiştî ne qebûl bikin ne jî layîqî xwe dibînin. Em ê di bingeha şiyara “Nasnameya Azad, Azadiya Serokatî û Kurdistana Otonom a Demokratîk”, careke din dubare dikin ku çi êrîş dibin bila bibin em ê têk bibin û wê hemû hewldana me layîqbûna serokatî û gel be. Dîsa em careke din didin diyarkirin ku em ê li biryara KCK’ê ya bêçalakîbûnê hetanî dawiyê girêdayî bimînin û di bingeha biryarîbûna Pêngava 1’ê Hezîranê de ku em dikevine sala wê ya şeşan, em pîroz dikin û hêvîdar in ku gelê me vê rojê di hewayeke cejnê de pîroz bikin.

 

Bijî berxwedan û rihê serkeftinê yê Pêngava 1’ê Hezîranê!

Bijî Rêber Apo!

Şehîdên me bêmirin in!

 

31 Gulan 2009

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê