Ji gelê me û rayagiştî re!
Me wekî HPG duh der barê operasyon û pevçûnên ku li hember gerîlayên me li dar ketibûn daxuyanî dabû.
Wekî tê zanîn ji hêla tevgera me ve ji bona ku pêşiya pêvajoya demokratîk vebikin û pirsgirêka kurd da ku bi riyên demokratîk çareser bibe, ji hêla me ve ji 21’ê Adarê pê ve wekî HPG me biryara bêçalakîbûnê girt û vê jî me pejinkarî û fedakariyeke mezin pêk anî. Digel vê pejinakariya me sazûmana TC’ê vê wekî fersenda êrîşa nirxandin û li her deverên Kurdistanê operasyon li ser operasyonan li dar xistin. Ji 21’ê Adara 2009’an vir ve ku me biryara bêçalakîbûnê pêk anîbû, ji hêla artêşa TC’ê ve li hember Qadên Parastina Medya, bi tevahî 42 caran êrîş li dar ketiye. Ji van êrîşan 11 ji wan bi hawanan (6 Zap, 4 Zagro, 1 Xakurkê) û 31 ji wan jî bi topan (14 Zap, 5 Zagros, 5 Xakurkê, 7 Heftanîn) pêk hatine.
Di encama van êrîşan de xweza û gund gelek ziyan dîtine û gelê me yê ku li herêmê de di warê madî de windahiyên wan çêbûne.
31 Gulan 2009
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê
