gelê me û rayagiştî re!
Ji hêla tevgera me ve ji bona ku pêşiya pêvajoya demokratîk vebikin û pirsgirêka kurd da ku bi riyên demokratîk çareser bibe, ji hêla me ve ji 21’ê Adarê pê ve wekî HPG me biryara bêçalakîbûnê girt û vê jî me pejinkarî û fedakariyeke mezin pêk anî. Digel vê pejinakariya me sazûmana TC’ê vê wekî fersenda êrîşa nirxandin û li her deverên Kurdistanê operasyon li ser operasyonan li dar xistin.
Ji 21’ê Adara 2009’an pe ve ku me biryara bêçalakîbûnê derbasî pratîkê kiriye, artêşa TC’ê di vê demê de li hember gerîlayên me 52 operasyon li dar xist. Ji van operasyonan, di 20 operasyonî de gerîlayên me ji neçarî ketine şer. Ji ber sekna parastinê û pejinkariya gerîlayên me di 32 operasyonî de pevçûn nehatine jiyandin.
Di encama van operasyonên tunekirinê yên TC’ê di serî de hevalê me Rêveberê Eyaleta Botanê û Fermandarê Herêmê Şervan Sason, Fermandarê Herêmê Celal Çelê, Endama Konseya Leşkerî ya YJA-STAR’ê Bêrîtan Hêvî, Fermandarê Herêma Amedê Elî Gever bi tevahî 35 gerîlayên me gihîştine şehadetê.
Em wekî Hêzên Parastina Gel(HPG) didin diyarkirinê ku ev hevalên me yên ku şehîd ketine fedayiyên jiyana azad û aştiyê ne û em ê her de li bîranînê wan xwedî derbikevin. Hetanî ku êrîşên artêşa TC’ê bidomin em ê parastina xwe bikin û em sond dixwin ku wê xwîna hevalên me li erdê nemîne. Bi vê wesîleyê em careke din sersaxiyê ji gelê kurd re dixwazin.
30 Gulan 2009
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê
