HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û rayagiştî re;
Li bejahiya Licê ya  Amedê di encama operasyona dijmin de Endama Konseya Leşkerî ya YJA-STAR’ê û Birêvebera Eyaleta Amedê Bêrîtan Hêvî û Fermandarê Herêma Amedê Elî Gever di serî de 4 hevalên me şehîd ketine.

Wê şehadeta van çar hevalên me bêbersiv nemînin. Digel ku tevgera me biryara bêçalakbûnê girtiye û hewl daye pêvajoyeke siyasî bide destpêkirinê, em wekî HPG û YJA-STAR me ev biryar pêk anî. Lê li hember vê artêşa TC’ê bi alçaxî û bêbextî êrîşan li dar dixe. Li hember vê em ji gelê xwe re didin diyarkirin ku wê ev êrîş bêbersiv nemînin.
Em di serî de ji gelê kurd û malbata şehîdên xwe re sersaxiyê dixwazin û em bi banga “Şehîd Namirin” li gelê xwe bang dikin ku di asta herî jor de li şehîdên xwe xwedî derbikevin.  

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê
24 Gulan 2009