HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Di demên dawîn de digel ku hêzên me yên HPG’ê di rewşa bêçalakbûnê de ne jî, êrîşên ku artêşa tirk dike keysperest û bêbext in. Li hember hêzên me yên HPG’ê, dibêjin ku “Ev nikarin tevbigerin, biryara vanan a bêçalakbûnê heye” û vê rewşê wekî keysek dibînin û êrîş dikin.


Hêzên HPG’ê ku digel her biryara tevgera me di her şert û mercî de pêk anîne, di encama gelek operasyonên biçûk û mezin de bi baldarî û bi pejinkarî tevgeriyane û hewl dane nekevin pevçûnan. Li hember van êrîşan dîsa jî hêzên me neçar dimînin ku bikevin pevçûnan.
Li hember van hewldanên keysperest û bêbext ên dijmin, wekî HPG mafê me yê xweparastinê heye û em ê vî mafê xwe bikar bînin.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê
20 Gulan 2009