HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û rayagiştî re;
Piştî ku KCK’ê hetanî 1’ê Hezîranê biryara bêçalakbûnê girt û ji hêla me ve jî ev derbasî pratîkê bû, hinek derdor ji vê tengezar dibin û hewl didin provakasyonan li dar bixin.

Li gorî daxuyaniya me ya HPG-BÎM’ê ya 11’ê gulana 2009’an dide nîşandan ku, hinek derdor ji bona ku vê pêvajoyê vala derbixînin, hewl didin hinek bûyeran bikin û bixin stûyê hêzên me yên HPG’ê.
Encax ji ber ku ev hewldanên wan deşîfre bûn, negihîştine armancên xwe. Bi vê bûyerê re ne ji nêzîk ve ne ji dûr ve tu têkiliya me bi vê bûyerê re nîn e. Em wekî HPG bang dikin ku divê li hember van provakasyonan hişyarî hebe û her kes bi pejinkarî tevbigere.
Em ê ji niha û şûn ve jî bi hesasiyetiyeke mezin nêzîkî biryara KCK’ê ya ku pêvajoya bêçalakbûnê dabû destpêkirin bibin.
 
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê
11 Gulan 2009