Ji gelê me û rayagiştî re!
Digel ku em wekî HPG li biryara bêçalakbûnê ya KCK’ê îlan kiribûn girêdayî man jî, lê di hefteyên dawîn de dewlet û artêşa TC’ê êrîşên xwe li hemberî gelê me û gerîla bi gurahî berdawam kiriye.
Di vê demê de êrîş li hemberî siyasetmedarên kurd, lînçkirina zarokên kurd û qetilkirina wan berdewam kiriye û polîtîkayê tunekirin û înkarkirinê ji leza xwe tu tiştek kêm nekiriye. Bi vê ve girêdayî digel ku gerîlayên me di pozîsyona bêçalakbûnê de ne jî, ji her demê bêtir li hember gerîlayên me operasyonên berfireh û bi şid hatine destpêkirin.
Ku wisa li hember gelê me û li hember hêzên gerîlayên me ewqas êrîş çêbibin, li hember vê bila tu kes ne di bendewariyê de ku em ê fena miya boraqê van êrîşan pêşwazî bikin.
Divê her kes baş bizanibe em wekî hêza parastina gel HPG, em ê li hember êrîşan her dem di xeta parastina rewa de gelê xwe û xwe biparêzin.
Di vê çarçoveyê de hêzên gerîlayên me piştî biryara bêçalakbûnê hetanî niha tu çeperek dijmin û qereqoleke wan hedef negirtiye û çalakî li dar nexistiye. Pevçûna ku li bejahiya Amed-Licê pêk hatiye jî, ji ber artêşa tirk digel ku gerîlayên me li gorî biryara bêçalakbûnê de disekinin ketiya nava hewldanên operasyonên tunekirinê. Ev çalakî li hember destpêkirina operasyonê hatiye li dar xistin.
Çalakiya ku li dar ketiye, li ser riya girekî ku di dest gerîlayê me de ye û ji bona parastina qadê bi cî bûne, dijmin hewl daye di riya xam a qadê de leşker sewqî qadê bike, li hember vê hêzên gerîlayên me bi dafikeke bi kontrol li hember konvoya dijmin çalakî li dar xistiye û di dema derbasbûna konvoyê de teqîn pêk hatiye. Ciyê ku teqîn pêk hatiye bi tevahî qadên gerîla ne û çalakiya ku hatiye li dar xistin jî bi tevahî di çarçoveya parastina rewa de ye.
Wekî encam em careke din didin diyarkirin ku em ê girêdayî biryara KCK’ê ya ku hetanî 1’ê Hezîranê bêçalakbûn pêk bê ne û heta mêjûya ku hatiye diyarkirin, em ê vê pozîsyona xwe berdewam bikin.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê
