Ji gel û rayagiştî re;
Li bejahiya Licê ji hêla hêzên me yên xwecihî ve bi însiyatîfa xwe li hember hêzên dijmin ên hewl dane amadekariya operasyonê bikin çalakiyeke misîlemeyî li dar xistine.
Di vê demê de artêşa tirk hem operasyonan li dar dixe, hem siyasetmedarên kurd digire û hem jî li Xelfetî û Colemêrgê ciwanên kurd dikuje. Digel van bûyeran em wekî HPG didin diyarkirin ku biryara banga KCK’ê ku heta 1’ê Hezîranê çalakî neyên li dar xistin, em hê jî girêdayî ne û pêk tînin.
Der barê çalakiya misîlemeyî de em ê piştre bi berfirehî ji rayagiştî û gelê xwe re agahî bidin.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê
29 Avrêl 2009
