HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û rayagiştî re!

Di hefteyên dawîn de ji ber êrîş û şewatên bi zanebûn ên artêşa TC’ê li gelek qadên me şewat çêbûne û gelek ji van şewatan de jî hê jî didomin.

Berejavî gavên ajîtatîf ên serfermandarê TC’ê Îlker Başbûg ji hêla endamên artêşê ve şitl çandin û bihêzkirina daristanan, gavên derewîn in û gavên bi armanca erdnîgariya Kurdistanê hilweşandinê ne. Ev şewatên dawîn ji bona vê nîşaneyek in. Serfermandarê tirk di hêlekê de li pêş qemerayan de bi çandina şitlekê şov dike û ji hêla din ve jî çiya û daristanên Kurdistanê bi avêtina hawan û obûsan û bi êrîşên hewayî dişewitîne.

Di encama van êrîşên artêşa TC’ê qadên Çiyayê Bagok û Keserê ku girêdayî Mêrdînê, di 18’ê pûşperê de qadên Ebdilkovî û Sîro ku girêdayî Xakurkê, di 27’ê pûşperê de li Çiyayê Cudî,  di 1’ê tîrmehê  de Çiyayê Cudî û di 3’yê tîrmehê de şewata heyî didome.

4 Tirmeh 2009

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê