HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û rayagiştî re!

Em di salvegera çardemîn a şehadeta rêheval Zîlan de ku bûye xwedawenda azadiyê û li hember qomplo, îxanet, nokerî û tunekirinê bûye sembola vejîn, bawerî, girêdan û fedayitiyê bi rêzdarî bibîrtînin û ji nû ve soza ku em ê bi biryarî ew riya ku ji me re ronî kiriye û nîşan daye bidomînin.

Rêheval Zîlan bi jiyana ku afirandiye û bi hêza watedayînê di 30’yê pûşperê de çalakiya xwe li dar xistiye û têkoşîna xwe ya bi rûmet bi azweriya jiyanê da ye. Bi vê çalakiya yekem ku tu carî mîna wê pêk nehatiye bû xeta têkoşînê ya gelê kurd û jinê, bû ronakbûna hişmendiyê û bû xelekek herî zexm a vê zincîra nîjadê.  Li hember tunehesibandin û jiholêrakirinê ya Têkoşîna Azadiyê ya Kurd û Kurdistan, li hember polîtîkayên mezaxtin û tunekirinê, ew hêza jiyanê ya bi wate ku jiyan dikir veguhezte teqîneke bedenî û danî holê ku pêwîst e çawa bi azadiyê ve girêdayîbin. Rêheval Zîlan qomployên kûr ên li ser serokatî û tevgera me yekem car ferq kir û bi çalakiyeke bêhempa ku tijî afirîneya taqtîqî bû bersiv da û bi vê çalakiya xwe nîşanda ku jineke bi esl e û jiyaneke bi wate tercîh kiriye.

Zîlan tê wateya di hişmendiyê de kûrbûn, hêza fêmkirinê, di teqtîk de hosteyî, afirînerî û di çalakiyê de tûjbûnê. Zîlan rastiya ronîkirinê ya xwe gihandina hêza jiyana herî kûr û hêza wateyê ye. Zîlan li hember keda bêdawîn û hewldanên serokatiya me, bi felsefeya; “ Em canê xwe bidine têr nake. Xwezî ji bilî canê me tiştek me yî din hebûya û me bidaya” dibe sembola bawermendî û girêdanê.

Em wekî şervanê wê, fermandara xwe ya mezin, xwedewend rêheval Zîlan di salvegera vê fedekariya wê ya mezin de careke din bibîrtînin û em didin diyar kirin ku wê her milîtanek HPG’ê bi rihê Zîlanê serokatî, gel û hemû nirxan biparêze û hêza ku ji şehîdên xwe digirin em ê vê xeta wan a ku bi berxwedaniyê hatiye bilindkirinê bigihînin lûtkeyên herî jor.

Bijî Jina Kurd Zîlan a fedayî û xwedawend!

Bimre her cure paşverûtî û sazûmana serdestiyê!

Bijî Rêber APO!

29 Pûşper 2009

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê