HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û rayagiştî re!

Di demên dawîn de ji hêla sazûmana TC’ê ve li herêmên diyarkirî yên Kurdistanê gelek bendav têne avakirinê.

Ev bendavên ku çêkirina wan didomin, fena ku dewlet di çapemeniyê de diyar dike ne ji bona bilindkirina aramî û pêdiviya civakê, berevajî ev bendav ji bona ku sînoran ji hev biqedînin û li hember tevgera me projeyeke leşkerî ye.

Em wekî Hêzên Parastina Gel didine diyar kirin ku, divê gelê me li hember van lîstikên qirêj pejinkar bin û neyên van lîstikan. Em mûtehît û karkerên ku di van bendevan de dixebitin hişyar dikin û didin zanîn ku ev projeyên leşkerî ne û tê de cî negirin.

11 Tîrmeh 2009

Biryargeha Fermandariya Navendî ya HPG’ê