Ji gelê me û rayagiştî re!
Di çarçoveya biryara bêçalakîbûnê ya yekalî ku tevgera me ku di 21’ê Adara 2009’an de girtibû de, ji hêla artêşa TC’ê ve 84 caran operasyonên bi armanca tunekirinê hatine li dar xistin.
Di encama pejinkariyeke mezin a gerîlayên me de ji van operasyonan de tenê di 22 heban de ji neçarî pevçûn hatine jiyandin û li hember vê ji hêla gerîlayên me ve yek çalakiyek jî li dar neketiye. Di pêvajoya bêçalakîbûnê de hem li herêmên me yên bakurê Kurdistanê hem jî Qadên Parastina Medya bi tevahî 67 caran êrîşên topbarînê li dar ketine û 19 caran jî êrişên hewayî li dar ketine. Di vê pêvajoyê de bi tevahî 38 gerîlayên me gihîştine şehadetê. Her wiha ji 21 Adarê pê ve di encama êrîşên hewayî, hawan û obûsan ên artêşa TC’ê de eydî sivîlan gelek niştecih û zevî zirar dîtine û bi dehan sewal jî telef bûne û pê re jî di erdnîgariya Kurdistanê de texrîbatên mezin pêk hatine û li gelek herêman daristan hem bi zanebûn hem jî ji ber êrîşan şewitîne.
|
Operasyon |
84 |
|
Êrîşên Hewayî |
19 |
|
Êrîşên hewan û obûsan |
67 |
|
Destdan |
22 |
|
Hevalên me yên ku şehîd ketine |
38 |
15 Tîrmeh 2009
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê
